Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Ala Kurdistanê rengvedana nirxên me yên hevpar e

2024-12-17T12:10:00.000000Z
Nûçe Gotar

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê di merasîmekê da li avahiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ala Kurdistanê hilda. Piştra jî Serokê Herêma Kurdistanê bi vê minasebetê gotarek pêşkêş kir:

Kesûkarên serbilind yên şehîdan,
Pêşmerge yên qehreman,
Hêzên navxwe yên dilsoz,
Kurdistaniyên hêja!

Roj baş,

Roja Ala Kurdistanê pîroz be.

Îro, bi Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Şêx Cafer re, em bi kêfxweşî beşdarî vê merasima bîranîna roja Ala Kurdistanê dibin. Ev minasebet ji bo Kurdistaniyan rojeke bilind û pîroz e. Di vê rojê da em hurmetê li semboleke zindî ya ku nasname û rûmeta welatê me nîşan dide digirin û tevî cudahiyên me, hemûyan digihîne hev û ji bo armanceke pîroz me dike yek.

Ev ala ku bi rengên xwe yên geş û spehî û bi tava xwe ya zêrîn, peyama têkoşîn û daxwazên gelê Kurdistanê di hemû pêkhateyên xwe ve vedihewîne, welat, rûmet, yekîtî û çarenivîsa hevpar ya hemû Kurdan îfade dike.

Dema em li ala xwe dinêrin, em ked û fedekarî, rûmet û serbilindî, azadî û aştî, nûbûn û avadanî, hêvî û têkoşîna hevpar ya gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan ve dibînin.
Ala Kurdistanê li ser destên dilsoz li hember hemû zehmetî û astengiyan xweragir bûye, ji ber wê jî gel û welatê me bi hêvî û bawerî ber bi paşerojeke geş ve pêngavan diavêje.

Kurdistaniyên hêja!

Em îsal di rewşek hestiyar û nazik ya herêmî da ala Kurdistanê bi bîr tînin. Bandor û encamên nakokî û bûyeran li ser aştî û aramiyê bûye cihê dilgiraniyek mezin. Lewma erk û berpirsyariya me hemûyane ku ji bo parastina aştî û aramiyê bixebitin ku ji bo herêmê pêdiviya serekî ye.

Em li Herêma Kurdistanê pêdagirin bi berdewamî digel hemû aliyên pêwendîdar yên Iraq, navçeyê û welatên cîhanê ra kar bikin ji bo kêmkirina aloziyan. Em dê bi hev ra ji bo xurtkirina diyalogê û lêgerîna çareseriyeke aştiyane ku, mafên hemûyan biparêze û paşerojeke aram û stebîl ji gelên navçeyê ra misoger bike, bixebitin. Ezmûna Kurdistanê ya di warê pêkvejiyana aştiyane dikare bibe mînakek ji bo derbaskirina qeyranan û bidestxistina aştiyê.

Îro dema ala Kurdistanê li ser me dadikeve, yekîtiya me nîşan dide. Hevgirtina hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê bi taybetî di rewşa niha ya navçeyê da hêz û kilîta aramiya Herêma Kurdistanê ye. Lewma divê em hemû bi hev ra tevbigerin û berjewendiyên bilind yên gelê xwe di ser her tiştî ra deynin.

Bi vê minasebetê em tekezî li ser girîngî û pêwîstiya bilezkirina pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û têgihîştinek di navbera aliyên siyasî da heye ku divê di zûtirîn dem da vê erkê bi cih bînin. Li Iraqê em amade ne bi hikûmeta federal ra hevkariyê bikin da ku pirsgirêkan bi diyalog û jihevtêgihiştinê çareser bikin.

Gelê Kurdistanê yê hêja!

Ala Kurdistanê nirxên me yên hevpar yên ku, nêrîn û siyaseta me ji bo avakirina civakek sivîl a bihêz û yekgirtî nîşan dide, pêktîne.
Ji ber vê yekê, di vê helkefta pîroz da, em welatiyên hêja yên Kurdistanê û pêkhateyên Herêma Kurdistanê dilniya dikin ku, em dê berdewam bin li ser bihêzkirina pêkvejiyana aştiyane, ji ber ku bi baweriya me diyalog û rêzgirtin li pêkhateyên civakê bingeha aramiya welatin.

Em li ser parastina çanda jiyana hevbeş, pir olî û pirneteweyî pabend in. Ev jî çavkaniya hêz, bedewî û serbilindiya gelê Kurdistanê ye. Weke her car em dê piştevaniya parastina nasnameya hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê bikin.

Em dê ji bo parastina azadî, mafên mirovan, wekhevî û edaletê ku, prensîbên bingehîn yên avakirina her civakek pêşketî ne, bixebitin. Her wiha xurtkirina saziyan û mîsogerkirina tevlîbûna bi bandor ya pêkhateyan di hemû qadên jiyanê da armanca me ye.

Em dest jê bernadin û em dê berdewam bin li ser xebatên xwe yên ji bona çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê, ji ber ku ev rêya me ya yekane ye ji bo jinavbirina nakokiyan û bihêzkirina hevgirtin û pêkvejiyanê digel bihêzkirina hevkariyên navçeyî û navdewletî ji bo nîşandana Kurdistanê mînaka aştî, pêşketin, bihevrejiyan û aramiyê.

Welatiyên hêja yên Kurdistanê!

Tevî hemû pirsgirêk û aloziyên li herêmê hene, em di wê baweriyê da ne ku bi îrade û hêza xwe ya yekgirtî ji bo derbaskirina nakokiyan, em dikarin bibin beşek ji çareseriyê, ne beşek ji pirsgirêkan. Werin em bi hev ra kar bikin ji bo parastina aştiyê û bibin mînakek ji bo avakirina aramî û hevkariya hevbeş.

Werin em ala Kurdistanê bilind bikin û peymana xwe nû bikin ku em dê rêya xwe ber bi pêşerojek geştir berdewam bikin. Pêşerojek ku Herêma Kurdistanê têdê bibe hêvî di navçeyê da.

Her bilind bê ala Kurdistanê.

Silav li ser giyanê şehîdan be. Em bejna xwe li ber wan ditewînin û bîranîna wan her dem bi xêr e.

Ez ji we tevan ra rojeke xweş dixwazim, careke din vê roja pîroz, roja Ala Kurdistanê, li hemû Kurdistaniyan pîroz dikim.

Gelek spas..