Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî beşdarî li Korbenda Antalyayê dike

2026-04-16T19:01:00.000000Z
Nûçe

Ji bo beşdarbûna Korbenda Salane ya Antalyayê li Tirkiyeyê, êvara îro pêncşemî 16.04.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi vexwendnameyeke fermî gihîşt Antalyayê.

Serok Nêçîrvan Barzanî dê di rojên civînê de, bi serkirde û berpirsên bilind ên welatan û beşdarên korbendê re, derbarê rewşa herêmê û çend mijarên din ên girîngiya hevpar de, çendîn hevdîtin û civînan pêk bîne.