2023-06-16T10:23:33.000000Z
Êvariya roja pêncşemê 15.06.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li ser vexwendina birêz Mihemed Şiye Sudanî Serokwezîrê Iraqa Federal li Bexdayê beşdariyê di merasimeke şîvê da kir ku ji bo birêz Mîr Temîm bin Hemed al Sanî Emîrê Qeterê di çarçoveya bidawîhatina serdana wî ya îro ji bo Bexdayê hatibû saz kirin.
Di çarçoweya vê şîvê da ku birêz Mihemed Helbûsî Serokê Parlementoya Iraqê û hejmareke berpirsên Qeter û Iraqî tê da amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serokwezîrê Iraqê û Emîrê Qeterê û Serokê Parlamentoya Iraqê li ser çendîn mijarên xwedî berjewendiyên hevbeş û rewşa navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.