
Berî nîvro ya îro çarşem 16/4/2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê beşdariya Korbenda Zanîngeha Amerîkî li Iraq ـ Silêmaniyê da kir.
Li korbendê da ku rêzdar Mihemed Şiya El Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal û hejmareke ber bi çav ji berpirsên bilindên Iraq û Herêma Kurdistanê û akademî û lêkolîner û mîhvan ji Herêma Kurdistan û Iraq û welatên navçeyê û cîhanê ve beşdar bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:
Sipêde baş!
Rêzdar cenabê Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal!
Amadebûyên birêz!
Mîhvanên azîz ji her kûderê hatibin.
Sipêdeya we baş.
Hûn hemû bixêrhatin.
Gelek xweşhalim îro bi hevre li bajarê xweşdivî û kevnarê Silêmaniyê, beşdariyê li vê korbendê da dikîn. Silêmanî herdem çirayê ronakiyê bîr û kultûr û berfirehiya siyasî û qelayeke bilindê niştimanperweriyê bûye. Korbenda Silêmaniyê bûye qadeke girîng ya guftûgo û danustandina bîr û ramanên di derbarê pirsên herêmî û navdewletî.
Destxweşiyeke germ li birayê xwe yê birêz cenabê Dr. Berhem Salih û wan hemû amadekarên vê korbendê û Zanîngeha Amerîkî li Iraq ـ Silêmaniyê dikim. Her wiha spasiyeke taybetî birayê xwe yê xweşdivî kak Bîlal dikim ji bo vê vexwendinê û pîrozbahiyê lê dikim ku eve sala yekeme ev korbend tê kirin û cenabê Serokê vê zanîngehê ne, hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim. Ez piştrastim korbenda we li dewlemend kirina guftûgoya li ser pirsan û dariştina bîrokeyên dahênerane ya muamele kirina bi kêşeyan de encamên xwe yên baş dibe.
Amadebûyên rêzdar!
Îro ev korbend di demek daye komek gûhertinên mezinên jeopolîtîkî, cîhanî li xwe girtiye ku xwezaya peywendiyên navdewletî diguhere û dibe ku gûhertin li hinek hevsengiyên herêmî û cîhanî da çêbike. Şer û gengeşe li cihên wekî Ukrayna û Xezze û berfirehbûna kêbirkêyên aboriyên welatên zilhêz, hemû bandorê li ser navçeya me jî bikin.
Li heman demê da, niha cîhan rûbirûyê gengeşeyên hevbeş dibe bi taybetî li warê gûhertinên av û hewayê da ku metirsiyê li ser asayîşa xorek, koçberî, teror û çendîn metirsiyên dirust dike û gefê li niha û paşeroja cîhan û mirovayetiyê de dikin. Ev bandor li gelek cihên Iraqê bi zelalî pê ve xûyane û hezaran kes ji ber nemana avê, neçar bûn cihên nîştecîhbûna xwe biguherin.
Em li Herêma Kurdistanê me bawerî bi girîngiya alîkarî û karên hevbeş û hemahengiya navdewletî heye ji bo rûbirûbûna wan kêşeyan. Em bawerin civaka navdewletî divê berpirsiyariya hevbeşa xwe beramber bi pirsên cîhanî li stûyê xwe bigre ku ji bo hemû mirovayetiyê girîngin.
Li nav van hemû kêşeyan de, cihê xweşhaliyê ye ku li navçeyê da pêşketinên erênî jî dibînîn bi navê pêkanîna aştiyê da. Ewê di van deman de li Tirkiye ji bo aştiyê hatiye holê, prose û derfetek dîrokiye. Bi hemû awayekê pêşwazî û piştevaniya xwe ji bo serxistina wê dûpat dikîn. Eve derfeteke ji bo bihêz kirina ewlehiya li vê navçeyê û vekirina rûpeleke nû ya hevkariya bingehîn ku sûda xwe ji bo hemû navçeyê jî dibe.
Aştî hêze û aştîxwazî, rêbaza kesên xwedî bawer û bihêze. Li aştiyê da hîç kes û aliyek têk naşikê. Em hemû serdikevîn û welatên navçeyê jî geş dikin. Hêza aştî, li hêza hemû şeran mezintire.
Kurd û gelê Kurdistanê bi giştî, aştîxwazin. Her demek û li her kûderê çirûskek ji bo aştiyê hebe, gelê Kurdistanê herdem bi hêviyê ve, bi aliyê wê ve çûye. Divê hemû kes û rêxistineke siyasî ya Kurdistanê, bawerî bi wê rêbaz û daxwaza gelê Kurdistanê de hebe.
Cihê dilxweşiyê ye ku hemû part û aliyên Kurdistanî kokin li ser daxwaza aştiyaneya çareseriya kêşeya Kurd li Sûriye. Ji bo vê mebestê hengavên baş ji bo yekxistina daxwaziyên wan hatine avêtin. Hêvîdarîn bi Hikûmeta Sûriye re bikarîn Sûriyeyeke Demokrat û dabînkerê mafê hemû netewe û pêkhatan dabimezrênîn ku bibê çavkaniya aramiya navçeyê. Pêwîste Hikûmeta Sûriye rengvedana wan hemû pêkhatên welatê xwe bê bibê cûdahî û hevbeşî û mafên hemûyan li Sûriyê de parastî bin.
Rêzdaran!
Herêma Kurdistanê herdem nîşan daye ku fakterê aramî û ewlehiyê ye û dikarê roleke erênî û girîng li bihêz kirina asayîş û aştiya navçeyê da bibîne. Ji vir ve û li vê korbendê da pêdagiriya Herêma Kurdistanê bi berdewamiya vê rolê, li rêya bihêz kirina peywendiyên xwe bi welatên cîran û civaka navdewletî re li ser bingeha rêz li hevdû girtin û berjewendiyên hevbeş de, dûpat dikîn.
Me baweriyeke tevahî bi hevdû temam kirina Herêma Kurdistan û Iraq û welatên navçeyê bi hevre heye ji bo aramî û pêşxistina berdewam ya li hemû waran da. Hevkarî û pêkve kar kirina Herêma Kurdistan û Iraqê û her du jî bi welatên cîran û navçeyê da ji bo çareser kirina kêşeyan, ji bo pêkanîna aştiyê berdewam dibe. Li rêya dîplomasî û guftûgoyê, derfetên mezin li ber gelan û welatên navçeyê da ji bo niha û paşerojeke baştir vedike. Geşkirina Herêma Kurdistanê wekî beşeke Iraqê pêwîste bi aramiya Iraqê ve, pêşketina Herêma Kurdistanê jî hêzeke mezine ji bo Iraqê, eve ji hevdû nayên cûda kirin.
Zêdetir li sed salên derbasbûyî de gelek bi zelalî selmand ku piştgûh xistin û înkar kirina mafên Kurd û gelê Kurdistanê, ji bilî şer û alozî, li malwêranî û nehametî û paşketinê ji bo navçeyê û gelên navçeyê, hîç encameke din nebûye û nabe.
Pêşeroj û rabirdû, wane û pendeke dîrokî bi nirxeke giran pêşkêşî me kirin, ew jî ewe ye: Hewla bêhûdeya jêbirina mîlleteke dehan milyonî li Rojhilata Navîn ku li niştiman û li ser axa xwe ya resen dijî, tu demekê aramî û ewlehiyê ji bo navçeyê nayne, belkû bi berevajî wê, herdem navçeyê li ber çarenivîs û çendîn egerên metirsîdar da dihêle.
Ji bo wê yekê piştî wan hemû pêşeroj û rabirdûyên tehl, em bawerin êdî dema ewe ye bi awayeke ciddî li vê pirsê binêrîn. Em hemû li vê navçeyê bi giyanê pêkveyî, tebayî, hevdû qebûl kirin, alîkariyên hevbeş û pêkvejiyana aştiyane û dilxwazane, destê dostayetiyê bixîn destê hevdû û aştiyeke herdemî li navçeyê de pêkbînîn. Aştiyek, paşerojeke ronak ji bo nifşên niha û paşeroja hemû mîlletên navçeyê mîsoger bike. Paşerojek têda ev navçe bibê navendeke girîngê cîhan û mirovayetiyê.
Ji bo vê mebestê, li hemû ew welatên Kurd û neteweyên din bi hevre dijîn ku peywendiyeke dîrokî û kevnar ya hezaran sale bi hev re heye, derfeteke başe û rewşeke guncayî ye bo ku li her welatek li gor rewş û xweza û taybetmendiyên wî welatî, li çarçêweya tixûbên wan welatan da, bi diyalog û hevdû têgihiştin û aştiyane, kêşe bêne çareser kirin û bextewerî û aramiya herdem bê pêkanîn, heta kû em hemû bi hevre rû li paşerojeke piştrast û bê tirs da bikin.
Kurd yek ji neteweyê resen û mezinê navçeyê ye. Bi aştî, rola Kurd li pêşketina navçeyê da gelek bihêz dibe, her wiha welatên navçeyê dibin xwediyê hêzeke zêdetir.
Amadebûyên birêz!..
Li vir li Herêma Kurdistanê, di derbarê peywendiyên me bi Hikûmeta Federaliya li Bexda, em pêdagiriya xwe bi destûra Iraqê re dûpat dikin wekî çarçêweyek ku van peywendiyan rêk dixe. Em wiha bawerin destûr bi prensîpên federalî û firehî û hevbeşî, mîsogerkirina rastîne bi bê cûdahî ji bo mafên hemû pêkhatên Iraqê.
Bi spas û rûmetê ve hewlên Serokwezîr birêz Mihemed Şiya Sûdanî, dema derbasbûyî pêşketinên ber bi çav li çareser kirina pirsên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate dîtin. Bi nêrîna birêz Sûdanî li bihêz kirina hevbeşiyan û kêm kirina nakokiyan, nêrîneke raste ji bo çareser kirina kêşeyên Iraqê. Li vir da tekez li ser bi lez bi cîhkirina yasaya vegerana mulkdarî û çalaktir kirina lîjneya bi cîhkirina maddeya 140 ya destûra Iraqê dikim.
Em li guftûgoyên bingehîn de bi Hikûmeta Federal re berdewam dibîn ji bo gihîştina çareseriyeke herdemî ya ji bo hemû kêşeyan bi awayek ku xizmetê bi berjewendiya Iraqê bi hemû pêkhatên wê ve bike û maf û şayesteyên destûriyên wan hemûyan desteber û mîsoger bike.
Kurdistaniyên xweşdivî!
Amadebûyên rêzdar!..
Li rewş û pirgirêkên niha yên navçeyê da, pêwîste Parlemena Kurdistanê çalak bibe. Ji bo ewe jî erkê herî pêşîne ya Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û aliyên serketiyên hilbijartina Parlemena Kurdistanê ye ku lezê bikin û her çi zûtire kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkbînin. Hikûmetek bersîvderê çaverêyiyên welatiyan bê û bikare wekî pêwîst muameleyê bi pêşhat û kêşeyan da bike.
Her li vê helkeftê de dixwazim careke din, bi germî pîrozbahiyê li xelkê xweşdiviyê bajarê Helebçe bikim ji bo bi parêzgehbûna bajarê wan û destxweşiyê li cenabê Serokwezîr dikim ku bi hemû awayekê hewl da Helebçe bibê parêzgeh. Ez wan piştrast dikim ku em hemû ji bo ewe kar dikin ku bikîn derfeteke dinê zêdetir xizmet kirina Helebçe û xelkê navçeyê.
Bêguman li dawiya axaftina xwe ya Silêmaniyê da, dixwazim bi navê hemû beşdarbûyan ve, pîrozbahiyê li Iraqê, pîrozbahiyê li Dihokê bikim ku li fûtbolê de serketin û Kupaya Yaneyên Kendavê bi dest ve anîn. Li vir bi navê we hemûyan ve pîrozbahiyeke germ li wan dikîn, destxweşiyê li wan dikîn û ji wan re dibêjîn; hûn şanazî bûn ji bo Iraqê, şanazî bûn ji bo Herêma Kurdistanê.
Gelek spas, bixêrhatin...






