Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi lîderên Civata Siyasî ya Nîştimanî re civiya

2026-05-04T18:07:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Êvara îro duşemê 04.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, bi lîderên Civata Siyasî ya Nîştimanî re civiya.

Di civînê de, rewşa siyasî ya welat û pêwîstiya biyekkirina hewlan ji bo bicîhkirina aramiyê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekezî li ser giringiya diyaloga nîştimanî û hevfêmkirina navbera hemû pêkhate û hêzên siyasî kirin wek kilîta çareseriyê ji hemû probleman re, bi awayekî ku maf û daxwazên her alî parastî bin.

Herdu alî hevbawer bûn ku pêwîst e hikûmeta bêt li ser bingeha hevpariya rastîn û hevsengiya navbera pêkhateyan be û xizmet û avadanî ji karên wê yên pêşîn be. Di vê derbarê de, lîderên Civata Siyasî ya Nîştimanî pêzanînên xwe ji bo rola hevseng û nîştimanî ya Serok Nêçîrvan Barzanî ya jihevnêzkirina aliyan û tekeziya wî ya li ser mafên destûrî yên hemû pêkhateyên Iraqê anî ziman.

Rewşa navçeyê û giringiya parastina aramî û dûrxistina welat ji aloziyan, beşek din a civînê bû, ku tê de tekezî li ser parastina berjewendiyên bilind ên Iraqê û serweriya nîştimanî hate kirin.