Di destpêka hevdîtinên roja duyem a serdana xwe ya Bexdayê de, sibeha îro sêşemê 05.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi parlementerên pêkhateya Krîstiyan yên di Civata Nûneran a Iraqê de civiya.
Di civînê de, rewşa Krîstiyanan û nûnertiya siyasî ya pêkhateyan hate gotûbêjkirin. Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Krîstiyan pêkhateyeke resen a Iraqê û Herêma Kurdistanê ne û rola wan a dîrokî û şaristanî bi bilindî hate nirxandin.
Her wiha dubare kir ku pêwîst e di kabîneya bêt a hikûmeta federal a Iraqê de bi postek wezaretê beşdar bin û xebata ji bo pêşvebirina çanda bihevrejiyanê, lêborîn û hevduqebûlkirinê bibe bingeha sereke ya aramiyê li welat.
Herdu alî hevbawer bûn ku divê hewlên ji bo bicîhkirina hevparî û wekheviyê berdewam bin, bi awayekî ku hemû pêkhate bigihîjin mafên xwe yên destûrî. Di vê derbarê de, Serok Nêçîrvan Barzanî piştevaniya tam a Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên Krîstiyanan dubare kir û tekezî li ser misogerkirina jiyaneke hêjayî wan kir.
Ji aliyê xwe ve, parlementerên Krîstiyan pêzanînên xwe ji bo helwestên berdewam ên Serok Nêçîrvan Barzanî yên li mafên parastina pêkhateyan û piralîtî û tebayiya li Herêma Kurdistanê û Iraqê anî ziman.