2023-01-25T07:28:47.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 24.01.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya li xatûn Rosemary A. DiCarlo Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên siyasî û avakirina aştiyê û şandeya pê ra ku, ji xatûn Jeanine Plasschaert nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Iraqê û çend berpirsên din yên Neteweyên Yekgirtî pêkatibû kir.
Di civînê da, rewşa Kurdistanê û xebatên ji bona rêkeftina aliyên siyasî li ser pirsa hilbijartinan, Komisyona Hilbijartinan û dîtina pêkhateyan li ser awayê hilbijartinan, têkeliyên Hewlêr û Bexdayê, şerê dijî terorê, rewşa êzidiyan û devera şingalê hatin gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî, di civînê da, rola Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, çi di warê ji nêzîk ve karkirin digel aliyên peywendîdar çi li Herêma Kurdistanê be, çi jî li Iraqê be, wek hevkar û alîkareke ji bo rêxweşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina aramî û aştiyê bilind nirxand.
Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji bo civîna aliyên siyasî û bi taybetî civîna PDK û YNKê ji bo gotûbêjkirina çareserkirina pirsgirêkên hene û bi taybetê ku rêxweşker be ji bo pirsa çareserkirina hilbijartinan û desrnîşankirina roja dengdanê, zemîneyek minasin heye.
Serok Nêçîrvan Barzanî, herwesa, balkişand ser wê yekê ku têkeliyên Hewlê û Bexdayê û ew armosferê erênîyê ku vê dawiyê da ji bo diyaloga navbera her du aliyan ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da hatiya holê, bi taybetî derbarê yasaya budce û yasayên neft û gazê û daveşkirina dahatiyan, ji bo aramî û seqamgîriya welat alîkar dibe.
Her du alî li ser girîngiya cîbicîkirina rêkeftina pêkanîna Hikûmeta Federal a Iraqê û karnameya wê hevfikir bûn, herwesa, bi pêwîst zanî ku ya hevahengî û hevkariya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo berengarbûna Daîş bi taybetî li deverên maddeya 140ê berdewam be, tekîd li ser giringiya cîbicîkirina rêkeftina navbeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo normalîzekirina rewşa Şingalê hat kirin.
Têkeliyên Iraqê digel welatên cîran û herêmî û çend pirsên din yên aktuel di rojevê da hin mijarên din yên civînê bûn.