Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî diçe Îmaratê

2026-04-29T10:22:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro Çarşemê 2026/4/29, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî ber bi Ebûzebî ya paytexta Îmaratê ve bi rê dikeve.

Di serdana xwe de, ew ê bi birêz Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan, Serokê Îmaratê re, peywendî û harîkariya hevbeş ya Îmaratê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re, tevî pêşhatên herî dawî yên navçeyê gotûbêj bikin.