Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Bi Serdaneke Fermî Digihêje Romayê

2026-05-17T14:13:00.000000Z
Nûçe

Êvara îro Yekşemê 17.05.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî ya du rojan ber bi Romayê, paytexta Îtalyayê ve bi rê ket.

Di çarçoveya serdanê de, Serok Nêçîrvan Barzanî dê bi Papayê Pîrozê Vatîkanê, birêz Serokkomarê Îtalyayê û hejmarek ji berpirsên bilind ên Hikûmeta Îtalî û Dewleta Vatîkanê re bicive.

Di civînan de, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Îtalya û Vatîkanê, rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraq û navçeyê, ligel çendîn pirsên girîng ên hevbeş, dê werin gotûbêjkirin.