Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Serok Macron re rewşa navçeyê guftûgo kir

2025-04-14T13:52:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Piştî nîvro ya îro dûşem 14.04.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li rêwresmeke fermî da li Koşka Élysée ya li Parîsê ji aliyê birêz Emmanuel Macron Serokê Fransa ve hate pêşwazî kirin.

Paşê li civîneke du alî da, her du serokan bihêz kirina peywendiyên Fransa bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û berfireh kirina alîkariyên hevbeş yên di navbera her du aliyan de guftûgo kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî spas û rûmetên xwe yên ji bo piştgîriya berdewamiya Fransa û Serok Macron li Iraq û Herêma Kurdistanê re dûpat kir.

Her du serokan tekez li ser xwesta du aliyane ya zêdetir pêşxistina peywendiyan li hemû waran da kirin. Her wiha her du alî li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiya Iraqê û dûr xistina welat li aloziyên navçeyê de hevra bûn.

Li mijareke dinê civînê de, di derbarê pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn, rewşa Sûriye û metirsiyên terorê û berdewamiya gef û êrîşên Da'îş de danustandina bîr û ramanan kirin. Her du serokan dakokiyê li ser girîngiya mîsoger kirina mafên Kurd û pêkhatan li Sûriye û guftûgo û hevdû têgihiştina ji bo çareser kirina aştiyaneya kêşeyên li navçeyê de kirin.

Çend pirs û babeteke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, mijarên dinên vê civînê bûn.