Her di berdewamiya karnameya xwe ya li Bexdayê de, êvara îro duşemê 04.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de bi birêz Musenna El-Samerraî; Serokê Hevpeymaniya El-Ezm re, pêvajoya siyasî ya Iraqê û gavên avakirina hikûmeta nû gotûbêj kirin.
Di civînê de, tekezî li ser giringiya pêgîriya bi demên destûrî ve hate kirin ji bo avakirina hikûmetê piştî erkdarkirina birêz Serokwezîrê destnîşankirî. Herdu alî hevbawer bûn li ser pêwîstiya bihêzkirina hevahengî û hevfêmkirina navbera Bexda û Hewlêrê, her wiha tekezî li ser rola bi bandor a Herêma Kurdistanê li Bexdayê hate kirin wek bingeha çareserkirina problemên hilawistî.
Di beşek din a civînê de, peywendiya hevseng a navbera aliyên siyasî hate baskirin. Tê de tekezî li ser harîkariya navbera wan hate kirin ji bo parastina aramî û berjewendiyên bilind ên welat.