Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîr El-Sûdanî re civiya

2026-05-04T13:29:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Piştînîvroya îro Duşemê 2026/5/4, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, bi birêz Mihemed Şîya El-Sûdanî, Serokwezîrê Iraqa Federe re civiya.

Di civînê de, pêvajoya siyasî ya welat û gavên bên yên avakirina hikûmeta nû ya federe hatin gotûbêjkirin. Tekez li ser girîngiya berdewamiya pêvajoya siyasî li ser bingeha hevbeşiya di navbera pêkhateyan de hate kirin, bi awayekî ku hikûmeta bêt temamkera hewlên parastina aramiyê û pêşvebirina hevfêmkirina navbera aliyan be.

Herdu aliyan behsa kar û çalakiyên hikûmeta Iraqê ya federe di qonaxa borî de kirin û Serok Nêçîrvan Barzanî destxweşî li hewlên birêz El-Sûdanî kir. Her wiha tekez li ser girîngiya avakirina li ser wan lhevfêmkirinan hate kirin yên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina kêşeyan çêbûne.

Beşek din a civînê, tekezkirin bû li ser parastina aramiyê û dûrxistina Iraqê ji aloziyan û encamên şerê li navçeyê, bi awayekî ku serweriya welat û berjewendiya giştî parastî bin.