Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Holandayê re civiya

2025-02-15T13:16:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro şemiyê 15.02.2025 li bajarê Munchen ya Almanyayê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Dijk Schove Serokwezîrê Holandayê re civiya.

Di hevdîtinê da, behsa peywendiyên Holandayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û çawaniya bihêztirkirina hevkariyên di warên curbicur da kirin û di derbarê pêşhatên siyasî û ewlekarî yên deverê bi taybetî rewşa Sûriyeyê da danustandina bîr û ramanan kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser hevkariyên hevbeş yên bi Holandayê re kir û rola Holanda di çarçoveya Hevpeymaniya Navnetewî ya şerê dijî terorîstan û piştgîriya berdewam ya ji bo perwerdekirina hêzên Pêşmerge û bihêztirkirina şiyanên wan de bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Dick Schove amadehiya Holandayê ji bo berdewamiya piştevaniya Herêma Kurdistanê dupat kir û xwesteke welatê xwe jî ji bo pêşxistina hevkariyên hevbeş bi taybetî di warên ewlehî û aborî da nîşan da.

Di civînê da çend mijarên din yên berjewendiyên hevbeş hatin gotûbêj kirin.