Nîvroya îro duşemê 18.05.2026, di çarçoveya seredana xwe ya fermî ya ji bo Vatîkanê de, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Kardînal Pîêtro Parolîn, Serokwezîrê Vatîkanê re civîya.
Di civînê de, pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên bi Vatîkanê re, rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê û rewşa pêkhateyên olî û neteweyî hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya diyalogê û kûrkirina bihayên bihevrejiyanê û lêborînê li navçeyê kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo piştgiriya berdewam a Vatîkanê ya ji pêşvebirina aştî û aramiya welat re dubare kir. Ji aliyê xwe ve, birêz Serokwezîrê Vatîkanê pesnê pêgeha Herêma Kurdistanê kir wekî nimûneyeke zindî û serkeftî ya bihevrejiyana aştiyane ya ol û pêkhateyên cuda yên li navçeyê.
Di beşeke din a civînê de, pêşhatên dawîn yên rewşa giştî ya navçeyê û bandorên mirovî yên alozî û girjiyan hate gotûbêjkirin. Di vê derbarê de, herdu alî hevnerîn bûn li ser pêwîstiya parastina aştî, aramî tenahî li navçeyê.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Vatîkanê re civîya
2026-05-18T11:35:00.000000Z