Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê re civiya

2025-04-12T09:14:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Berî nîvro ya îro şemî 12.04.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li çarçêweya karnameya xwe ya li Korbenda Dîplomasiya Antalya de, bi birêz Yaşar Guler Wezîrê Berevaniya Tirkiyê re civiya.

Li civînê de peywendiyên Tirkiye bi Iraq û Herêma Kurdistanê û alîkariyên hevbeş yên ji bo parastina aramî û ewlehiya navçeyê guftûgo kirin. Her wiha di derbarê rewşa Iraq û pêşhatên navçeyê bi giştî, danustandina bîr û ramanan kirin.

Her du alî proseya aştiya li Tirkiye bi girîng û dîrokî dane zanîn û tekez li ser girîngiya kar kirina serxistina proseyê kirin. Her wiha li ser girîngiya pêşxistina bi karên pêkveyî û hemahengiya di navbera welatên navçeyê ya ji bo parastina aramî û ewlehiyê û dûrxistina navçeyê ji kêşeyan û aloziyên zêdetir de hevra bûn.

Li mijareke dinê civînê de, çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng bûn hatin behs kirin.