
Di berdewamiya dîdar û civînên xwe da li Munchenê, îro danê sibê roja şemiyê 15.02.2025ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz David Lamy Wezîrê Derve yê Brîtanyayê re civiya.
Di civînê da, peywendiyên Brîtanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û çawaniya bihêztirkirina hevkariyên hevbeş di warê siyasî, ewlekarî û aborî da gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya berdewamiya piştevaniya Brîtanyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê rûbirûbûna terorîstan û pêşxistina saziyên ewlehiyê da kir û herwesa tekez li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya Brîtanyayê ji bona dabînkirina aramiya navçeyê kir.
Wezîr David Lamy, ji aliyê xwe ve, tekez li ser pêdagirbûna Brîtanyayê bi bihêzkirina têkiliyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kir û got ku Brîtanya dê berdewam be li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê û tekez li ser girîngiya hemahengiya hevbeş li ser pirsên herêmî û çareserkirina kêşeyên ewlehî û aborî da kir.
Her di vê civînê da hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, pêkanîna hikûmeta dahatû ya Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyeyê û pêşhatên niha yên li navçeyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş hatin gotûbêj kirin.
