Êvara îro sêşemê 19.05.2026, li Romayê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de ligel birêz Antonio Tajani, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve û Hevkariya Navdewletî ya Îtalyayê, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Îtalyayê re di warên cuda de gotûbêj kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasî û rûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo hevkarî û piştgiriya berdewam a Îtalyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û parastina aramiya navçeyê de dûpat kir.
Ji aliyê xwe ve, birêz Antonio Tajani tekez li ser berdewamiya piştgiriya Îtalyayê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û ragihand ku welatê wan bi girîngî ve li pêgeha Herêma Kurdistanê wek faktoreke aramiyê li navçeyê dinêre, her wiha amadehiya Îtalyayê bo berfirehkirina hevkariya hevbeş bi Iraq û Herêma Kurdistanê re nîşan da.
Di mijareke din a civînê de, behsa pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û bandorên wan kirin û tekez li ser girîngiya kêmkirina aloziyan û parastina aştî û aramiyê kirin.