Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê re civiya

2025-02-15T19:13:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvariya roja şemiyê 15.02.2025ê li Munchenê, birêz Nêçîrvan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Hakan Fîdan Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê re civiya.

Di hevdîtinê da behsa peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re û çawaniya bihêztirkirina hevkariyên di warên siyasî, aborî û ewlekarî da hate kirin û ronahî xistin ser pêşhatên ewlekarî û siyasî yên li Iraq, Sûriyeyê û navçeyê.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pêşdebirina peywendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kir û herwesa amaje bi girîngiya hevkariyên hevbeş digel Tirkiyeyê di hemû waran da bi taybetî di warê ewlekarî û aramiya deverê da kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Hakan Fîdan xwesteka Tirkiyeyê ji bo zêdetir bihêztirkirina peywendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re nîşan da û tekez li ser girîngiya hemahengiya hevbeş ya ji bo rûbirûbûna kêşeyên ewlehiyê û karkirina ji bo dabînkirina aramî û geşkirina navçeyê kir.

Pêşhatên herêmî û rewşa Sûriyeyê û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş mijarên din yên hevdîtinê bûn.