Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê re civîya

2026-05-18T14:24:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Piştînîvroya îro duşemê 18.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Romayê bi birêz Guido Crosetto, Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê re civîya.
 
Di civînê de, pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên bi Îtalyayê re di warê leşkerî û ewlehiyê de û harîkariya hevbeş ji bo pêşîgirtina li metrsiyên terorê hatin gotûbêjkirin.
 
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo rola giring a Îtalyayê ya di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de dubare kir, bi taybetî ji bo pêşkêşkirina şêwir, meşq û rahênanan ji hêzên Pêşmergeyan re.
 
Ji aliyê xwe ve, birêz Crosetto tekezî li ser berdewamiya pêgîrî û piştgiriya welatê xwe ya ji bo aramî û tenahiya Iraqê û Herêma Kurdistanê kir. Di vê derbarê de ragihand ku Îtalya dê pêşkêşkirina harîkariyên leşkerî û ewlehiyê ji bo wan bidomîne.
 
Di beşeke din a civînê de, pêşhatên dawîn yên ewlehiyê li navçeyê û bandora girjiyan hatin gotûbêjkirin. Tê de herdu alî hevnerîn bûn li ser giringiya parastina aramî û tenahiyê û rêgirtina li derketineke din a terorê.