Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bîranîna avakirina YNKê pîroz dike

2026-06-01T07:02:00.000000Z
Nûçe Peyamên pîrozkirinê

Birêz Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Silav û rêz..

Di salvegera avakirina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK)ê de, germtirîn pîrozbahiyan li we yên rêzdar, serokatî, endam û tevahiya cemawerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim. Di vê bîranînê de, em pêgeha dîrokî, xebat û tekoşîna xwedê jê razî Serok Mam Celal bilind dinirxînin û bi rêzdarî bi bîr tînin.

Yekîtî ku dîrokeke wê ya dirêj a xebatê ji bo mafên gelê Kurdistanê heye û di vê riyê de bi hezaran şehîd dane, hertim xwedî pêgeheke giring û bibandor a pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê bûye. Di vê bîranînê de, em dubare dikin ku ji her demê zêdetir berpirsiyariya hevbeş, tebayî û karkirina bihevre ya hemû hêz û aliyên siyasî pêwîst e, da ku em bikarin bi hev re qewareyê destûrî yê Herêma Kurdistanê û mafên gelê Kurdistanê biparêzin.

Hêvîdar im ev bîranîn bibe derfeteke nû ji bo xurtkirina yekrêziya nîştimanî û serdestkirina zimanê diyalog û hevfêmkirinê, ji bo çareserkirina probleman, aramî, tenahî, pêşvebirin û paşerojeke baştir û hêjayî gelê Kurdistanê.


Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.06.2026