Hatina Cejna Qiyametê ya Hezretê Mesîh, pir bi germî li hemû hevwelatiyan û xuşk û birayên me yên krîstiyan li Herêma Kurdistanê, Iraqê û tevahiya cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im ev cejn ji hemûyan re bibe mifa, xêr, xweşî û aramî.
Di vê bîranînê de, em dîsa tekez dikin ku Herêma Kurdistanê wek hertim dê derguşa pêkvejiyan, tibayî û hevduqebûlkirina hemû pêkhateyên olî û neteweyî bimîne. Hevwelatiyên me yên krîstiyan beşeke resen û neveqetiyayî ya civaka Kurdistanê ne û tevî gelê Kurdistanê xwedî dîrokeke tije tekoşîn û hevbeşiyê ne.
Cejna we hemûyan pîroz be, hêviya cejneke şad û bêhnvedaneke aram ji hemûyan re dixwazim.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05.04.2026