2022-11-07T13:27:54.000000Z
Roja çarşemê danê êvarê 02.11.2022ê, Serok Nêçîrvan Barzanî beşdarî panela dawî ya Dîdara Meri ya li Hewlêrê bû û hejmareke zêde ji berpirsên Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê, konsol û nûnerên welatên biyanî, mamostayên zanîngehê û rewşenbîrên Kurdistanê ji navxwe û derveyî Iraq û Herêma Kurdistanê amadebûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî, di destpêka panelê de, dîtin û fikrên xwe yên di derbarê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bi serokatiya birêz Mihemed Şiye Sûdanî û danûstandinên Herêma Kurdistanê li gel vê hikûmetê diyar kirin û got: “Piştî nêzîkî salekê dereng mayînê, em îro li Bexdayê dibînin ku hikûmeteke nû hatiye pêkanîn. Bi dîtina min her bi tenê pêkanîna hikûmetê gaveke girîng bû ji bo rewşa niha ya Iraqê. Helbet mesele ne tenê Herêma Kurdistanê ye, em behsa tevahiya Iraqê dikin û xema me ne tenê Herêma Kurdistanê ye, xema me xema hemû Iraqiyane. Niha li Iraqê rewşeka nû hatiye pêş û divê bi ciddî alîkar bîn da ku Serokwezîrê nû yê Iraqê û kabîneya wî serketî bin. Ji ber ku eger Iraq ya bi berqerar be Herêma Kurdistanê jî dê ya bi berqerar be, eger rewşa emnî ya Iraqê têk biçe, rewşa Herêma Kurdistanê jî dê xerabtir bibe û ev pirs hemû bi hev ra girêdayîne, nabe Bexda ji Herêma Kurdistanê bê cuda kirin û nabe Herêma Kurdistanê jî ji Bexdayê bê cûda kirin. Tiştê ku ez hêvî dikim ewe ku em her du alî me ders ji berê wergirtibin, wê pirsê ji xwe dest pê bikîn ku mijara sereke ya konferansa we (Iraq ji bo hemûyan) e, pirsa ciddî ev e: Gelo Iraqî hest bi wê yekê dikin ku Iraq ji bo hemûyane? Eger em ji vî derî têkevin hundir, bersiv pir hêsan e: Nexêr ew hest nîne! Divê ji nû ve bê avakirin. Bi dîtina min divê em ders ji hemû xeletiyên van çend salên borî werbigrin, me hemûyan xwe ceriband, Bexdayê xwe ceriband û Herêma Kurdistanê jî xwe ceriband, lê di encamê da em gehiştîn yek xalê ku ew jî eve divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê em hemû alîkariya hev bikin. Pirsgirêkên li Iraqê ne hêsanin, zehmet in. Daxwaza Herêma Kurdistanê ew e ku pirsgirêk li gorî destûra Iraqê bên çareserkirin. Ji sala 2003ê ve em li Herêma Kurdistanê beşeke sereke ya pêkanîna Iraqê bûn û Serokê nemir Mam Celal û birêz Mesûd Barzanî ji bo vê Iraqê çi ji destê wan dihat kirin, heta radeyekê ji bona ku li Bexdayê pirsgirêkên emnî çênebin hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê weke beşek ji sîstema berevaniya Iraqê şandin Bexdayê da ku arîşeyên emnî li Bexdayê çareser bikin. Pirsiyar îro li Herêma Kurdistanê, dema ez dibêjim Herêma Kurdistanê mebesta min ne tenê Kurd in, lê mebesta min hemû pêkhateyên Kurdistanê li Herêma Kurdistanê ye. Niha pirs ew e gelo sîstema Iraqê çi ye? Sîstema ku Iraqê birêve dibe çi ye? Ma ev sîstemek navendî ye? ew sîstemeke federal e? Tişta ku di destûra Iraqê de hatiye diyarkirin sîstema federalî ye. Pirsa me ji Bexdayê ew e ku gelo bi rastî Iraq xwedî sîstemeke federal e? Bersiv sade ye: Nexêr, mixabin heya niha zîhniyeteke navendî ya bihêz li vî welatî hikum kiriye. Beriya sala 2003ê rewşa me wek niha bû û nehatiye guhertin, me hikûmeta xwe hebû, Pêşmergeyên me hebû, polîs û hemû dezgehên me hebûn, Amerîka û welatên rojava ji me re digotin Iraqeke nû heye. Me jî bi hêviyek gelek mezin beşdarî di avakirina wê Iraqa nû da kir. Ev gotinên min ne gilî û gazindene ka çi hatiye kirin û çi nehatiye kirin, ez dibêjim divê em ji nû ve dest pê bikin û bi ya min ji bo destêkirinê nedereng e. Seqamgîriya siyasî ya Iraqê girêdayî aramiya Herêma Kurdistanê ye û eger Herêma Kurdistanê di warê siyasî de aram be, ev destkefteke ji bo Bexdayê ye, ev jî serkeftineke bo Bexdayê ye. Eger em bi ciddî ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal kar bikîn, Iraq bi tevayî dê xwe di rewşeke baştir da bibîne. Derbarê hikûmeta niha jî, cenabê Serokwezîr ku heta niha çend caran me bi telefonê axaftiye û ew berî bibe Serokwezîr serdana Hewlêrê kir bû, ew hêjayê wê yekê ye ku piştevaniya wî bê kirin, hêjayî hindê ye ku derfet jê ra bê dan da ku bikaribe hindek ji wan pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike. Eger em pabendî destûra Iraqê bin û alîkariya hev bikin, bi baweriya min dê pirsgirêk bêne çareserkirin. Pirsgirêkên li ser bingehekî bihêz e û kî lawaz e çareser nabin, divê em vê yekê wek Iraqî binirxînin û çareseriyekê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bibînin û formulek bibînîn ka çawa bi hev re li erdnîgariyek bi navê Iraqê da bijîn, eve dê girîngtirîn destkeft be ji bo Iraqiyan. Ji aliyê din ve xema me xema Iraqiyan e, piştî van salan Iraqî ji xwe dipirsin û xwe digel welatên din hember dikin, li Iraqê nifşek nû derketiye holê bê ku sefer bike bi rêya internetê dizane li welatên derve çi heye û rewşa xwe digel welatên derve hember dike. Bi dîtina me, Iraqî hêjayî jiyaneke gelek baştir ji ya niha heye û derfet jî hene. Spas ji Xwedê re, Iraq welatekî dewlemend e û gelek derfet û îmkanên wê hene û Iraq dikare bibe serkêşa hemû navçeyê. Ev xwenîşandanên ku me berê li Iraqê didîtin, û bi awayekî giştî di van demên dawî da dibînîn, hemû daxwazên pir nolmal in, daxwazên wan ji bo pêşketina welat, ji bo kar û jiyana xortan e. Bi dîtina min Iraqî hêjayî jiyaneka baştirin."
Derbarê sîstema siyasî li Iraqê û berdewamiya nerazîbûn û qebûl nekirina encamê hilbijartinan û berdewamiya rewşa aloz û çawaniya çareserkirina rewşê, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Demokrasî ne diyariyeka ji welatekî ra bê dan û jê ra bê gotin were cîbicîh bike. Ev kultûr e. Bi dîtina min li Iraqê eger di navbera salên 2003-2004 û heta niha were beramber kirin em dibînin ku me gelek pêşkeftin bi dest xistine, lê di rastiyê de em negihîştine wê qonaxê ku we Brîtanya wekî mînak nîşan da. Destpêkê ku hilbijartin çêbûn hevpeymaniyeka sê alî hate avakirin, bi wê hêviyê bû ku sîstem demokrasiye û aw aliyên di hilbjatinê da biserketine dikarin hikûmetê pêkbînin, lê me dît ku pirsa Iraqê gelek ji wê aloztir e, mesele ne tenê Iraq bi xwe ye, gelek faktorên din jî hene ku destê wan di meselê da hene ku ev yek bi hêsanî sernakeve. Ji ber hindê divê em furmolekê vebînîn ka çawa bi hev ra di vê qonaxê da welat îdare bikîn. Heger beramberiyê di navbera Serokwezîrê niha û yê berê de bikîn, em dibînin ku Serokwezîrê berê ti piştgiriyek wisa ji aliyên din ve nebû, lê ev Serokwezîr eger sibê biryarekê bide aliyên din bi taybetî Şîe nikarin bibêjin ev Serokwezîr bê piştevanî bû. Vî Serokwezîrî piştevaniya hemû aliyên Şîe heye, piştevaniyia Kurdan heye, piştgiriya Sunneyan heye, ev hikûmet ji hikûmeta berê pir cuda ye, lewra hêviyên me ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê ji vî Serokwezîrî cuda ye ji Serokwezîrên din, lewra berpirsiyariya ser milên wî pir zêde û mezin e. Ez di wê baweriyê de me ku Iraq di qonaxeke veguhêz de ye û hîn dem maye ku em bibin xwedî rikeber û xwedî desthilatdarî. Birastî rastiya Iraqê ji bo wê qonaxê maye."
Derbarê kêşeyên Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal û çaresernekirina wan, hêlawestî hêlana wan û dîtina çareseriya dawî, Serok Nêçîrvan Barzanî got: Ji sala 2004 ê were her hikûmeteka li Iraqê hatiye avakirin me peymaneka nivîskî pê ra nebû, ev yekem care me weke du hêzên sereke li Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê ligel aliyên ku hikûmet pêktînin ra rêkeftinek heye û hatiye îmzekirin û hemû kêşeyên ku em behsa wan dikin li ser pirsa neft, bûdce, Şingalê û yên din jî di wê rêkeftinê da hatine diyar kirin û budce jî bo danaye, anku cudahiya vê carê digel carên din ewe ku vê carê me li ser kaxizê peymanek îmzakirî heye, ya ji vê girîngtir ew e ku Bexda heta kengê divê wisa hizir bike ku ev pirsgirêke her hêlawestî û bêçareserî nebînin? Pirsiyara cewherî ewe ; gelo Bexda dixwaze di warê siyasî da Iraqeke bi berqerar hebe, di warê aborî da Iraqeke bi berqerar hebe, ji bo berqerariya Iraqê şertê yekem ew e ku divê pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê çareser bike, ku ji bo her kesê ku li Bexdayê were ser desthilatê şertekî sereke ye. Herêma Kurdistanê dixwaze kêşe bêne çareserkirin, Herêma Kurdistanê eger bi qebareyê xwe biçûk be jî, lê di warê navdewletî û herêmî de dengekî mezin e, ji ber wê jî di berjewendiya Bexdayê de ye ku bêje kêşe ber bi çareseriyê ve diçin. Nizanim feydeya wê çiye ku em herin her welatekî û bêjin Iraq tiştekî nake û pirsgirêkan çareser nake?! Ev yek ji bo Iraqê gelekî xerab e û çênabe Bexda Herêma Kurdistanê biçûk binirxîne. Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî û herêmî de xwediyê pêgeheke taybet e û baştire Bexda van pirsgirêkan bi rêya siyasî ligel Herêma Kurdistanê çareser bike. Tişta ku Herêma Kurdistanê daxwaz dike ne tiştekî mezin e, ew yek li gor destûrê çareser dibe. Ez ji we re mînakekê bidim, mixabin her dema ku li Bexdayê behsa neftê tê kirin, hemûyê bi serweriya Iraqê ve girêdidin. Em naxwazin serweriya Iraqê binpê bikin û ne jî niyeta me heye. Nêrîna me ya li ser petrol û gazê ji nêrîna Bexdayê ya li ser vê mijarê gelek cuda ye. Em petrolê wek mifayek bazirganî dibînin û em dixwazin ev mifayê bazirganî di berjewendiya hemwelatiyên Iraqê de be û xizmetguzariyê ji hemû gelê Iraqê re bike. Lê ew vê pirsê yekser bi mijara serwerî û yekîtiya Iraqê ve girê didin. Cihê erdnîgariya Herêma Kurdistanê wisa ye ku eger petrola wê jî hebe, petrol nikare serxwebûna Kurdistanê bi dest bixe, erdnîgariya Herêma Kurdistanê gelek aloze, dibe ku bextewariyê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê peyda bike, lê nabe sedema serxwebûnê. Divê Bexda fikra xwe li ser Herêma Kurdistanê biguhere, Herêma Kurdistanê şirîkê sereke yê Bexdayê ye, û divê ev bê qebûlkirin. Em barê vî Serokwezîran pir giran dikin. Lê mafê me ye, ji ber ku em wek derfeteke dawî ya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de dibînin."
Derbarê pirsa nemana bandora Kurdistanê li Bexdayê weka caran û dabeşbûna aliyan, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Dema ku min behsa Bexda û kêşeyan kir, mebesta min ne ew bû ku ez bi tenê Bexdayê sûcdar bikim. Helbet, weke min gotî, divê em her du alî jî ji xeletiyên berê dersan bistînin. Bi dîtina mi niha derfetek heye ji bo rastkirina xeletiyan, mebest ew nîne ku hemû şaşiyan bixim ser Bexdayê û mejî tu şaşî nînin, nexêr! pêdivî nake em vê têkoşînê bikîn, divê em bicivin û bêjin me destûrek heye û li gor wê destûrê erkên me evin û mafên me jî evin, em dixwazin erkên xwe cîbicîh bikin û mafên xwe jî werbigirîn, ne ji vê zêdetir û nejî kêmtir. Lê belê ev parçebûna me li Herêma Kurdistanê heye, ne tenê ziyaneke mezin daye Kurdan, di hemû waran da jî karîgeriyeke gelek gelek xerab heye, eger bi yekgirtî em li Bexdayê bin hem bihêzîn hem jî senga me zêdetire. Bêguman ya ku vê carê ji bo me girînge ew rêkeftina me ya digel Çarçoveya Hevahengî ye, bi taybet me her du aliyên serke yên Herêma Kurdistanê bi hev ra Imza kiriye. Demekê me hindek arîşe hebûn, ev ber bi wî alî da çu yên din ber bi aliyê din ve çu, lê di warê stratejîk da ku em bi hev re mafên xwe bixwazin, em yek deng bûn û me bi hev re jî îmze kir."
Derbarê bêdengiya Iraqê li ser wan êrîşên ji welatên herêmî dikin ser Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî got: "Li gorî min divê em vê pirsê ji dostên xwe yên li Bexdayê bikîn. Ev ne binpêkirina serweriyê ye ku Herêma Kurdistanê neft derxistiye û şandiye derve. Li Herêma Kurdistanê her ji destpêkê ve yek prensîp me hebû ku em naxwazin Herêma Kurdistanê bibe cihê çêkirina pirsgirêkan ji bo cîranên me. Nabe Herêma Kurdistanê weke navçeyeka emnî lê bê nêrîn û ji Herêma Kurdistanê arîşe ji bo cîranên me dirust bikin. Em bi vê prensîpê ra ne û me gelek hewl da û gelek kar jê ra kir ku divê ev prensîp bê parastin, lê ya ku cîranên me dikin ew e ku divê Iraq bi ciddî werbigre û heta niha Bexdayê bi ciddî ev pirs wernegirtiye. Pêşniyara me ji bo Bexdayê ew bû ku di navbera me her du aliyan da ji bo gotubêjkirina vê pirsê komîteyeka hevbeş bê avakirin. Du aliyên vê yekê hene, yek girêdayî serweriya Iraqê ye û ya din jî girêdayî ewlehiya Herêma Kurdistanê ye. Asayîşa Herêma Kurdistanê bi asayîşa Bexdayê ve girêdayî ye û me daxwaz ji Iraqê kiriye ku komîteyeke hevbeş ji bo gotûbêjkirina vê mijarê ava bikin. Ev pirse berpirsiyariya hikûmeta Federal e ku divê gelek bi ciddî li ser vê mijarê raweste, lê belê heta niha tişteke nekiriye”
Derbarê pirsgirêkên navbera YNK û PDKê de, behskirina du îdareyî yê (Devera kesik û Devera zer) li Herêma Kurdistanê û hewlên bêrêzî ji bo çareserkirina wan arîşeyan, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Bi baweriya min nabe devera kesk û devera zer hebe, divê devera Herêma Kurdistanê hebe. Ez bixwe gelek dijî bikaranîna vê gotinê me ku, ev devera kesk e û ev devera zer e, bikaranîna vê îdyomê ne raste û bikaranîna wê dê bibe egerê zêdetir bêhêzkirina statuya Herêma Kurdistanê û ji vê zetir tu tiştek din bi dest me nakeve. YNK şirîkê sereke yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye di prosesa siyasî de her ji sala 2003ê were heta niha, berî vê demê jî tevî hebûna arîşeyên di navbera YNK û PDKê da, YNK hevbeşa serekî ya PDKê bû. Ez dixwazim niha jî gelek bi zelalî bêjim ku PDK tevî ew pirsgirêkên hene jî, YNK weke hevbeşa serekî bo PDKê dê bimîne. Lê ez nikarim înkar bikim ku arîşe nînin. Pirsgirêk hene divê bêne çareser kirin. Ya ku di îmkanên min da bû ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan heta niha min erkê xwe eda kiriye. Ez nikarim bêjim me çareseriyên esasî jê ra dîtine, lê di gelek qonaxan da me çareserkirine da ku pirsgirêk mezintir nebin. Ez ne ewqasî reşbîn im ku ev pirsgirêk çareser nebin, ez dibêjim erê, ya girîng ew e ku em çawa li hev dinêrin. Di derbarê me de, em YNKê wek hevkarê xwe yê sereke dibînin û ez piştrast im ku YNK jî bi heman awayî li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dinêre. Madem ji aliyê stratejîk ve bi wî awayî ye em her du alî divê ka çawa li Bexdayê em behsa xwe dikin, divê bi heman awayî em bi hev ra tevbigerin, bi hev ra bicivin û bizanîn xeletiyên me çine, YNK şaşiyên xwe qebûl bike û PDK jî şaşiyên xwe qebûl bike û em her du bigehin li hev têgehiştinek hevbeş ji bo birêvebirina vî welatî. Baş û xerab, ne YNK bedîlê PDKê ye û nejî PDK bedîlê YNKê ye, weke du hêzên serekî di vî welatî da em temamkerên hevin, ev nayê wê wateyê ku aliyên din di vê pêvajoyê de rola xwe nalîzin, berevajî vê yekê ew jî hene. Hindek caran divê ew birader barê me hilgirin û hindek caran jî divê em barê wan hilgirin, lê di encam da em her du alî ji bo vedîtina çareseriyan bo pirsgirêkan divê ciddî bîn, ev jî ne ji bo pesndanê û mucamelê ye. Ez dikarim gelek bi dil rehetî bêjim ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em ê çareyan bibînin û em ê nehêlin hûn careke din vê pirsê ji me bikin."
Derbarê daxuyaniyên birêz Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê li ser rewşa Herêma Kurdistanê û amaje bi rewşa aloz ya herêmê û hewlên wî di vî warî de, Serok Nêçîrvan Barzanî got: Min hemû hevpeyvîna kak Şêx Cefer nexwendiye lê min hindek jê dîtiye. Bêguman ez dê wisa wergirim ku wî ji dilsozî ew axaftin kiribe, ne ji bo xweşkirina agirê di navbera her du aliyan zêdetir be. ji bo kesekî wek birêz Şêx Cefer di wê postê de wek Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê be û kesekî ku di hemû jiyana xwe de wek Pêşmerge xizmet kiriye, dê bi dilsozî wergirim. Her çiqas wî dikarî bi taybetî digel min me ew mijar bikirana pêdivî nedikir bi wî awayî bi rêya ragihandinê wan mijaran behs bike. Lê tevî vê jî ez têdigihim ka gihiştiye çi qonaxekê. peyam û gotinên wî nîşana wê yekê ye ku pirs ciddî ye divê çareserî jê ra bê dîtin û dê çareserî jê ra bê dîtin."
Di bersiva pirsyareke din de derbarê destûra Herêma Kurdistanê û derbasnekirina wê di Parlamentoya Kurdistanê de û mayîna li ser vê pirsê û îmze nekirina dirêjkirina dema parlamentoya Kurdistanê de, Serokê Herêma Kurdistanê got: Di civînan da ku di piraniya wan civîna da kak Qubad da jî amade bû, min digel hemû aliyan gelek hewl da ku hilbijartin di dema xwe da bêne kirin, Weke Serokê Herêma Kurdistanê jî hemû ew erkên li ser milê min bûn min bi cîh kirin û min nivîsarek ji bo Parlamentoyê şand û roja encamdana hibijartina diyar kir, lê gelek mixabin rêkxistinên Herêma Kurdistanê li ser hidek tiştên bêmana negihiştin rêkeftinê, ez hez dikim hûn bizanin ew tişt hind bêmana bûn, bawer bikin ez nikarim behsa wan bikim, ji ber ku ne hewce bû, kî kursiyek kêm yan zêde bibe, di encamê de karê parlementoyê di nav parlementoyê de bi hev re kar karkirine, divê lobî dirustkirin be di nav parlementoyê da, divê bi hev re qanûnên baş ji bo vî welatî derbixin. Em weke PDK di dema ku me 30 kursî hebûn û niha zêdetirî çil kursiyên me hene, lê wê demê em ji niha bi hêztir bûn, ji ber ku me lobiyeke bihêz di parlamentoyê de hebû û bi hev re kar dikir, niha mixabin ez di wê baweriyê de me ku ne seroka parlamentoyê û ne jî cîgirê wê nedixwest temenê parlamentoyê salekê dirêj bikin, Lê hat kirin. Pirsa destûrê jî ya li ser min bû weke Serokê Herêma Kurdistanê, min cîbicîh kir. Ez hevîdar im ku Herêma Kurdistanê destûra xwe hebe û hebûna destûrê li Herêma Kurdistanê ne nakokiye bi destûra Iraqê re, ji ber ku ne nakok li gel wan mafên destûra Iraqê bi Herêma Kurdistanê daye. Ez di wê baweriyê de me ku eger Herêma Kurdistanê bi vî rengî berdewam bike, wê Dadgeha Federalî biryarekê bide û bêje çima we destûr nîne? Niha destûr li parlamentoyê ye û top li qada parlamentoyê ye û min ji wan re got ku ez ê hemû îmkanan ji we re çêbikim û helbet di dema belavbûna vîrusa Koronayê de pirsa destûrê hate paşxistin, lê niha wan proses ji nû ve dest pê kiriye. Hêvîdar im di nava wê dam Parlametoyê jiyê xwe dirêj kiriye bikaribin heta hilbijartinek din me destûrek hebe ku bikaribe pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê hene çareser bike.
Derbarê pirsa yekxistina hêzên Pêşmerge û hêzên asayîşê û hewlên wî yên di vê derbarê de Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Hêzên hevpeyman li Herêma Kurdistanê alîkariya wê prosesê dikin ku ev prosese ji bo çareserkirinê ketiye ser rê. Eger em bêjin tu kar nehatiye kirin neraste. Ji ber ku gelek karê baş di vî warî da hatiye kirin û ev prosesa gelek ber bi pêş ve çuye. Lê eger em bêjin her tişt bi dawî bûye? Nexêr hemû tişt temam nebûye, lê ew pêngavên heta niha hatine temam kirin nabe em biçûk bibînin û divê em wan gavan bi ciddî bibînin. Ew fişara hevpeymanan dikin bi dîtina min ji dilsoziya wane ji bo Herêma Kurdistanê û ew dixwazin hêzên Pêşmerge bibin yek û pirsgirêk nemînin. Me proses destpêkiriye û proses hêdî hêdî diçe, lê dest pê kiriye û ev nayê wê wateyê ku her tişt qediya û pirsgirêk tune ne, ji ber ku li Herêma Kurdistanê divê bi realîteya heye li pirsgirêkan bê nêrîn û em dibînin ku ev prosese zû temam nabe. Tïştê hatiye kirin bi pêngavên baş ber bi pêşve çûye. Di du minasibetan da, li Silêmanî û li Zaxoyê min bi awayekî gelek vekirî behsa Pêşmerge û yekkirina Pêşmerge kiriye û min hemû tişt behs kiriye wek berpirsiyariya xwe.
Derbarê rola Serokê Herêma Kurdistanê di alîkarîkirina xuşk û birayên Êzdî û azadkirina wan, pirsa Şingalê û daxwazên Êzdiyan de jî got: Ya ku me heta niha di vê çarçoveyê da kir ne ji bo wê ye ku spasiya me bikin û ji bo me çepikan lê bidin, ew miletê me ye ya me kirî erk bû û me encam da û eger bi temamî nehatibe kirin û kêmasî jî hebin, daxwaza lêborînê ji miletê xwe dikim. Em li ser wan nakin minet û spasiya wan dikim ku ev mijar behs kiriye. Ya me kirî li hember êş û azar û wêraniya bi ser Êzdiyan da hatiye gelek gelek kême. Hem Êzdiyan û hem jî Krîstiyanan gelek êş û azar dîtine, lê Êzdiyan ji hemû pêkhateyên din zêdetir êş û azar dîtine. Ji ber nasnameya xwe ya olî li vî welatî û li ser navê olî ew ferman hatine kirin. Her wekî wan jî amaje pê kirî di dîrokê da çendîn ferman bi ser wan da hatine û gelek mixabin, heta niha weke pêwîst piştî sala 2014 ê û vir ve ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, guh nedane wan, bextreşiya wan pir mezin e, birînên wan pir û pir kûr in, divê em hemû alî yek tiştî bikin ku ew jî nabe pirsa Êzdiyan bikîn karteke siyasî û mifa jê bibînîn. Nabe tu partiyeke siyasî vê yekê bike û ev pêngava yekeme. Ev gele bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dibe, ber bi windabûnê ve diçe û nasnameya xwe ya olî û netewî ji bîr dike. Çûna derve ji bo Êzdiyan neçareser e, wan bi xwe jî di panelê da behs kir ku ew beriya hemû miletan li vir jiyane û pêşiya hemû nexweşiyan girtiye û her tiştê hatiye serê wan li berxwedane. Ew dixwazin bi aştî û aramî digel hemû pêkhateyên din, misilman û krîstiyan û hemû aliyan bijîn. Pirsgirêka herî mezin ew e ku ev pirse bûye kartek siyasî. Parêzgarê Mûsilê li vir behsa rêkeftina Şingalê kir. Dixwazim spasiya parêzgarê Mûsilê bikim û me rêz û hurmetê jê re heye, ji ber ku herdu birayên me yên Êzdî û Mesîhî gelek bi bilindî behsa rola wî kirin û ez jî bi navê Herêma Kurdistanê spasiya wî dikim. Rêkeftina Şingalê di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê da hatiye kirin û cenabê parêzgarê Mûsilê behsa pirsgirêkan kir. Lê belê kêşeya mezin ewe ku heta niha li Bexdayê îradeyeka bihêz nîne ji bo cîbicîh kirina wê rêkeftinê û kevirê bingehîn yê diruskirina baweriyê li wê deverê ewe ku divê ew rêkeftin weke ku hatiye îmza kirin bê cîbicîh kirin. Em amade ne tişta li ser Herêma Kurdistanê heye bikin. Ev jî yek ji wan xalane ku di rêkeftina YNKê û PDKê digel aliyên Iraqê yên din da dema avakirina hikûmetê da ku dibêje, divê rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin û hêzên ku ti têkiliya wan bi wê herêmê re nîne derkevin. Hêzên li wir ji bilî pirsgirêk û êş û azaran ji bo gelê Êzdî tiştek nekirin. Niha pirsgirêka Şingalê rehendeke herêmî wergirtiye, heta ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê ev gel di kampan de bimîne û roj bi roj pirsgirêka Êzdiyan zêdetir bibe. Derbarê Krîstiyanan jî, hêvîdarim yên ku li derveyî welatin vegerin bo ser deverên xwe û hêvîdarim ew hêzên derveyî yasayê û çek di destê wan daye pirsgirêkan ji bo wê deverê dirust nekin û divê sînorek ji wan hêzan ra bê danan. Eve ew xalin ku em ji hikûmeta nû çaverê dikin.
Dawiyê de amadebûyên panelê çend pirsiyar ji Serokê Herêma Kurdistanê kirin derbarê vekişîna Tevgera Sadir ji prosesa siyasî ya Iraqê, pirsa deverên maddeya 140ê, dadgeha li ser hinartina nefta Herêma Kurdistanê di navbera Enqere û Bexdayê da û temamkirina destûrê Herêma Kurdistanê di nava wê dema dirêjkirina temenê Parlamentoya Kurdistanê da, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Hurmeteke me ya mezin ji bo birêz Seyîd Muqteda Sadir heye û baweriya ew bû ku beşdariya Tevgera Sadir di proseya siyasî ya Iraqê de pêwîst e û me wê demê jî bawer dikir û niha jî bi wê yekê bawer dikin. Li bajarê Necef ê di civîna digel birêz Sadir da min jê re got: "Hûn dikarin hêzeke mezin bidin reformên siyasî li Iraqê û divê rêya siyasî ya Iraqê bi wêrekiya we were rastkirin." Niha em di wê baweriyê de ne ku Tevgera Sadirî û hebûna wê di proseya siyasî de pêwîst e. Hikûmeta niha divê bi her awayî lêbixebite ku Tevgera Sadir razî bike alîkarên hikûmetê bin û di hikûmetê da beşdar bin. Derbarê vekişîna wan de jî, biryara wan a siyasî bû û ez nikarim li ser wê mijarê biaxivim, lê rola Tevgera Sadir û Seyîd Muqteda di proseya siyasî ya Iraqê de roleke sereke ye û hêvîdarim ew di vê prosesa heyî da beşdar be û ji bo serxistina vê hikûmeta niha li Bexdayê hatiye pêkanîn alîkar be. Bi baweriya min erkê me hemûyan e piştgiriya hikûmeta niha ya Bexdayê bikin.”
"Dadgeha di navbera Enqere û Bexdayê de li ser kêşeya petrolê aloz e. Destpêkê tişta ku Tirkiyeyê kir ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê bû. Hîngê derfet da me ku em boriya petrolê ji Herêma Kurdistanê heta bendera Ceyhanê çêkin, me hizir kir ku ev alîkarkirina Iraqê û Herêma Kurdistanê ye. Bi dîtina me, birîna vê pirsê bo Dadgeha Navdewletî ti pirsgirêkek di navbera Iraq û Tirkiyê de çareser nake, eger Iraq bawer bike ku dê bi şandina vê pirsê ji dadgeheke navdewletî re çareser bibe, dê çareser nebe. Em cîranin û Iraq hevbeşeke serekî ya Tirkiyê ye û bi hev du ra qisekirin bi vî zimanî neraste û ev ne zimanê çareseriya pirgirêkane. Daxwazê ji Hikûmeta Bexdayê û Serokwezîrê niha bi awayekî realîst bi vê pirsê re mijûl bibin û di encamê de jî divê em karekî wesa bikin ku di xêra Kurdistanê û Iraqê de be û herwesa di xêra Tirkiyê jî da be. Bi dîtina min Iraq dê zirareke mezin bibîne. Eger Iraq bawer bike ku dê di vê darizandinê de bi ser bikeve, ne serkeftin e û dê bi ser nekeve, bi ser bikeve jî dê winda bike, divê ev pirsgirêk bi rêyên aştiyane û bi diyalogê di navbera Tirkiye û Iraqê de bê çareserkirin û em weke Herêma Kurdistanê amade alîkariya wan bikin. Bi awayekê din behs bikim; eger hikûmeta niha ya Iraqê pabendî rêkeftina ku me li gel Bexdayê ji bo pêkanîna hikûmetê îmza kiriye bibe, yasaya petrol û gazê amade bike, yasaya dabeşkirina dahatê hebe, eger me ew yasa hebin ka çawa van pirsan îdare bikîn, hîngê pêdivî bi mijara vê dadgehê nîne. Ya ku ji bo me Herêma Kurdistanê girîng e ew e ku em bizanibin erk û mafên me di vê mijarê de çi ne û çareser bikin."
Derbarê nêrîna wî li ser serkeftina Serokwezîrê nû yê Iraqê di erkê xwe de, ku ji partiyekê hatiye ku berê di rêvebirina welat da serkeftî nebû û rêkeftina di navbera aliyên siyasî de ji bo pêkanîna hikûmeta nû çima ji raya giştî re eşkere nakin. Serokê Herêma Kurdistanê got: Ev pirseke gelek cewherî ye, ew partî û aliyê piştevaniya Serokwezîrê niha dikin, her ewin ku berê jî di hikûmetê da bûn, gelo niha çi hatiye guhertin ku mirov bawer bike ev hikûmet dê serbikeve? Bi dîtina min gelek tişt hatîne guhertin. Bi dîtina min, di encama daxwazên gelên Iraqê yên berê û xortên ku ji tiştekî netirsiyan û li hemû bajarên Iraqê daketin kolanan û xwepêşandan kirin û daxwaza mafên xwe kirin, gelek tişt hatin guhertin! Bi baweriya min divê êdî van partiyan ev peyam ji gel û milet wergirtibe ku peyamên wan pir zelal in. Peyama xwepêşandanên ku li seranserê Iraqê hatin li darxistin yek peyam bû: Em ji we qebûl nakin! Yan dê ev rewş biguherin, yan jî em heta hetayê soz û peymanên we pesend nakin! Demekê li Iraqê modelek dirust bibû, eger bixwestana dengan kom bikin, Herêma Kurdistanê sûcdar dikir û digotin ev hemû sûcê Herêma Kurdistanê ye! Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsa nebûna xizmetguzariyan li Basra û bajarên din ên Iraqê ye! Xelkê Iraqê fêm kirin ku ev ne rast e û biryar dan ku ji partiyên xwe re bibêjin ku ew qebûl nakin ji ber ku ne rast e! Heger tê bîra we, di hilbijartinên berê de yek gotin jî li ser Herêma Kurdistanê derneket! Lê di hilbijartinên din de her kes dixwest bi dijayetîkirina Herêma Kurdistanê dengan kom bike. Her weke min behs kirî ku divê em ji xeletiyên xwe ders werbigrin û ez hêvî dikim ku ev hêzên siyasî yên Iraqê ders ji xeletiyên xwe wergirin û têbigihêjin ku gelê Iraqê û ciwanên Iraqî ku temenê wan di navbera hejdeh û nozdeh salî de bûn dema me televizyon temaşe dikir temenê wan ewqas bû. Peyama wan zelale û dibêje "ez jiyanek baştir dixwazim û derfetên kar ji min re peyda bikin". Ez bi hemû baweriya xwe dibêjim ku ew birêzê niha bûye Serokwezîr hêjayî wê yekê ye ku ew derfet jê ra bê dayîn ku divê hemû hêzên siyasî, Kurd, Sunne û Şîe jî di nav de, piştevaniya wî bikin da ku di karê xwe yê niha de serbikeve.