Piştî nîvroya îro duşemê 25.05.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li palewanê navdewletî û xortê jêhatî yê kurd Namo Fazil kir ku vê dawiyê serkeftineke mezin di lîstika "Hunerên Cengî yên Têkel" (MMA) de li Amerîkayê bi dest xistibû.
Di hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî ji nêz ve destxweşî û pîrozbahiyeke germ li Namo Fazil kir ji bo wî destkeftê navdewletî yê bilind û piştevaniya xwe ji bo ciwan û werzişvanên Kurdistanê dûpat kir, her weha hêviya berdewamî û serkeftinên zêdetir di karwana wî ya werzişî de ji bo wî xwest.
Ji aliyê xwe ve, palewanê navdewletî Namo Fazil, kêfxweşiya xwe bi pêşwazî û hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî anî ziman û spasî û pêzanînên xwe û werzişvanan ji bo wê piştevanî û handana berdewam a birêz Serok dûpat kir.