Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel şandeke bilind a Amerîkayê civiya

2023-06-22T06:52:45.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja çarşemê 21.06.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya şandeke bilind a Amerîkayê bi serokatiya xatûn Dana Stroll Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ya ji bo karûbarên Rojhilata Naverast kir ku, ji birêz General McFarlane Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û hejmareka diplomatkaran û berpirsên Wezareta Berevaniyê û Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê û konsolxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê pêkhatibûn.

Di hevdîtinê da peywendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjkirina çareserkirina pirsgirêkên wan, pêşhatên dawî yên şerê li dijî DAIŞê, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û pêngavên rêkxistin û yekxistina Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.

Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku DAIŞ hîn metirsî ye li Iraq û Sûriyê û tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevkariyên hevbeş ji bo rûbirûbûna metirsiya DAIŞê ji bona parastina wan destkeftiyên emnî yên bi dest ve hatine kirin. Di vê derbarê da, şanda Amerîkî tekez li ser berdewamiya hevkarî û piştgîriya welatê xwe ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Her du alî tekez li ser pêwîstî û berdewamiya kar û hewlên zêdetir ji bo serxistina proseya çaksaziyê û rêkxistin û yekxistina Pêşmerge kirin. Şanda Amerîkayê spasiya hewldan û rola aktîv ya Serok Nêçîrvan Barzanî di vê proseyê da kir û tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Amerîka ji bo proseyê kir û silavên birêz Wezîrê Bervaniyê yê Amerîkayê bi birêz Serokê Herêma Kurdistanê gihandin.

Di civînê de birêz Serok Erkanê Pêşmerge û hejmarek berpirsên din ên Herêma Kurdistanê amade bûn.