Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serokê Estonyayê civiya

2024-01-18T06:49:16.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja çarşemê 17.01.2024ê li nivîsîngeha xwe ya li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Alar Karîs Serokomarê Estonyayê û şandeya pê ra kir.

Di civînê da ku, birêzan her du Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Pêşmerge jî tê da amade bûn, her du aliyan xwesteka xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên Estonyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê dupat kir, bi taybetî di warê bazirganî û sektora taybet û di wan waran da ku Herêma Kurdistanê dikare sûd ji ezmûn û tecrûbe û pîsporiya Estonyayê werbigre, weke warê IT û hikûmeta elektronî û avakirina saziyan da nîşan dan.

Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya piştgirî û rola Estonyayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da û erkê tîma şêwirmendiya serbazî û hevkarîkirina digel hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kir û hêvî xwest ku di warên din yên serbazî da alîkariya Pêşmerge bikin.

Serok Karis, ji aliyê xwe ve, kêfxweşiya xwe bi yekem serdana xwe ya bo Iraq û Herêma Kurdistanê û serdana tîma leşkerî ya welatê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir ku, welatê wî amade ye di hemû waran da zêdetir peywendî û hevkariyên hevbeş digel Iraq û Herêma Kurdistanê pêşda bibe.

Di civînê da, herwesa, rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, êrîşa li ser Hewlêrê, şerê Gazzeyê û aloziyên Rojhilata Navîn, şerê Ukraynayê û encamên wê jî hatin gotûbêj kirin.

Paşê her du serokan civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin û behsa naveroka civîn û gotûbêjên xwe kirin.

Di destpêkê de Serok Nêçîrvan Barzanî got:

Bi xêr bên
Ez gelek kêfxweş im ku îro li Hewlêrê pêşwaziya birêz Serok Karîs dikim. Bi germî bixêrhatina wî ya Herêma Kurdistan û Iraqê dikim, cihê kêfxweşî û spasiyê ye ku, di yekem serdana xwe ya bo Iraqê da serdana Herêma Kurdistanê jî dike, piştî ku, havîna borî Wezîrê Berevaniya Estonyayê hatibû Hewlêrê.

Me îro bi cenabê Serok ra hevdîtineke baş hebû. Me li ser pêşxistina peywendiyên Estonyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, derfetên hevkariyên hevbeş û girîngiya parastina aştî û aramiya navçeyê gotûbêj kir. Herwesa me li ser êrîşên li ser Hewlêrê, pêşhateyên herêmî, rewşa mirovî ya Gazzeyê û şerê li Ûkraynayê jî nêrînên xwe li hev guhertin.

Me spasiya gel û Hikûmeta Estonyayê kir ku, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Niha jî hêzeke leşkerê wan li Herêma Kurdistanê li ser erkê xwe ne û şîret û alîkariyan pêşkêşî Pêşmerge dikin, em spasiya wan dikin.

Ji bilî hevkariyên me yên hevbeş di şerê li dijî terorê û rûbirûbûna hizrên tundrewiyê da, em li Herêma Kurdistanê dixwazin di çend waran da ji pîsporî û ezmûna serkeftî ya Estonyayê sûd werbigrin. Wekî di warê IT û e-hikûmet (hikûmeta elektronî) ku, ew di van waran da pêşengin.

Ji bo vê mebestê, berê çendîn car şandeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Estonyayê kiriye û herwesa di warê şeffafî û avakirina saziyan da û di her warekî din da ku, em bikarin ji ezmûna wan sûd werbigrin.

Em careke din gelek spasiya cenabê Serok dikin ji bo serdana wî. Hatina wan nîşana girîngîdan û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê ye û ji bo me girîng e. Hêvîdarim ku em bikarin peywendî û hevkariyên xwe yên paşerojê di hemû astan û di hemû waran de pêş bixin.

Dîsa bi xêr hatî birêz Serok.

Gelek spas.

Paşê Serok Alar Karis di axaftina xwe de got:
Birêz Serok, spas ji bo pêşwaziya germ û mêvanperweriya we, spas ji bo gotûbêja me ya berfireh û zelal. Şanaziyeke mezin e ku ez bibim yekemîn Serokê Estonyayê ku bi fermî serdana Herêma Kurdistana Iraqê dike.

Kêfxweşim ku derfeta dîtina guhertinên erênî yên mezin ku gelê Kurdistanê di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de pêk aniye, bibînim. Hin ji dînamîkên pir erênî ne, wek pêşveçûna pirrengiyê di jiyana siyasî da.

Di têkiliyên du alî jî da, ez kêfxweşim ku di warê dîjîtalîzekirinê da hevkariyek me ya baş heye. Hêvîdarim di paşerojê da em karibin vê hevkariyê di warên din jî da berfireh bikin.
Em, herwesa, di mijarên ewlehiyê da jî hevkariyê dikin. Di nava çend salan da, Estonya bi awayekî aktîf beşdarî tedbîrên navneteweyî yên cihêreng kiriye ji bona ku beşdariyê di parastina ewlehî û aramiyê li Iraq û Rojhilata Navîn bike.

Leşkerên me yên li vir li Hewlêrê ne û pesnê mêvanperwerî û dilovaniya gelê herêmê didin. Spas cenabê Serok ji bo mazûvaniya wan. Em li vir in ku alîkarî û piştgiriya we bikin da ku Herêma Kurdistanê zêdetir avadan, aramtir û geştir bibe.

Sedemeke din ya girîng ya hatina me ew e ku, em dixwazin aştî li cîhanê hebe, herwesa, demokrasî û azadî ji bo me pir girîng in, ev ew nirxin ku em hewl didin bi dest bixin û biparêzin.

Estonya her awayê terorê bi tundî şermezar dike ji ber ke metirsiyeke ciddî li ser ewlekarî û aştiya navdewletî heye. Di şerê li dijî terorê da jî bi hemû hevalbendên xwe ra em bi hev re ne.

Ez bi tundî êrîşên berdewam yên li ser hêzên Hevpeyman li Iraqê şermezar dikim û hevxemiya xwe pêşkêşî gelê herêmê dikim ku di êrîşa duh ya li ser Hewlêrê da ezîzên xwe ji dest dan.

Îro me pirsgirêkên çawaniya rûbirûbûna rewşa aloza ewlehiyê, cih li Ewropayê yan li Rojhilata Navîn hene, nirxandin. Rewşa Gazzeyê ji bo me cihê dilgiraniyek gelek mezine û em piştgiriya hemû hewlên ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ji vê nakokiyê ra dikin.

Me behsa destdirêjiyên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê jî kir. Estonya di wê baweriyê da ye ku, ger em rê bidin êrîşkar / destdirêjkar bigihêje armancên xwe, ew dê hemû dewletên din yên êrîşkar / destdirêjkar teşwîq bike ku ji bo bidestxistina armancên xwe yên emperyalîst bixebitin.

Em nikarin rê bidin ev yek bibe, em nikarin rê bidin tu dewletekî ku prensîbên sîstema navneteweyî têk bide. Ji ber vê yekê divê hemû welatên demokrat û azadîxwaz bi hev ra kar bikin ji bo parastina cîhaneke ku, em hemû tê da bikarin serfiraz bin û bi aramî bijîn.

Birêz Serok, carek din spas ji bo guftûgoya zelal û ji bo mêvanperweriya germ ku ji min û ji şandeya bi min re hat kirin. Ji we ra aştî û bextewariyê dixwazim!