Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serokomar Erdogan civiya

2023-01-26T16:48:36.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pênşemê 26.01.2023ê bi serdake fermî gihîşte Enqereyê û digel birêz Recep Tayîp Erdogan Serokomarê Tirkiyê civiya.

Di civînê da, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Tirkiyê, rewşa siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî piştî destbikarbûna kabîneya nû ya Hikûmeta Feferal ya Iraqê, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê û diyaloga ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da û derfetên alîkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê digel Tirkiyê di warê enerjîyê da hatin gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekez li ser xwesteka du alî ya ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di hemû waran da, bi taybetî di warê bazirganî û aborî da û sûdwergirtina ji wan derfetan yên ji bo berfirehkirina hevkariyên hevbeş di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê digel Tirkiyê di warê enerjiyê da hatine holê ku dikare rolek aktîv di tijîkirina wê valahî û pêdivîtiya îro ya li cîhanê, bi taybetî li Ewrûpayê di warê enerjî û gaza xwezayî da peyda bûye bilîze.

Girîngiya xurtkirina hevkariyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê digel Tirkiyê ji bo parastina ewlehiya sînoran, pêşhatên dawî yên şerê li dijî terorîstan û metirsiya DAIŞê li Iraq û Sûriyê, rewşa navçeyê bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn.