2023-02-17T18:01:22.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, danê êvariya roja înê 17.02.2023 li bajarê Munich ê, digel Nikol Pashinyan Serokwezîrê Ermenistanê civiya.
Di hevdîtinê da, têkiliyên Ermenistanê digel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran da hatin behs kirin û her du aliyan, bi taybetî, tekez li ser zêdetir berfirekirina bizav û çalakiyên bazirganî kir ku di vî warî da zemîne û derfetên baştir hene.
Di mijareke dinê hevdîtinê da her du aliyan ronahî xiste ser rewşa diyasporaya Kurd li Ermenistanê û diyasporaya Ermenî li Herêma Kurdistanê û behsa peywendiyên dêrîn yên di navbera her du aliyan da kir, herwesa pirsgirêkên li pêşiya Herêma Kurdistanê, Ermenistan û navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.
Di derbarê rewşa ewlekarî û aramiya navçeyê da, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Ermenistanê tekez li ser wê yekê kirin ku hewl û xebateke berfireh ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi aştiyane û bi diyalog û têgihiştinê were kirin.