2024-02-07T11:11:58.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro çarşemê 07.02.2024 ê li avahiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Yaşar Guler Wezîrê Berevaniya Tirkiyê û birêz Metin Gurek Serok Erkanê Tirkiyê kir.
Di hevdîtinê da ku, birêz Balyozê Tirkiyê li Iraqê jî tê de amade bû, pêwendiyên Tirkiyê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkariyên hevbeşên di navbera wan da, rewşa ewlekariya Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên şer û pevçûnên Rojhilata Navîn û derencamên wan hatin gotûbêjkirin û li ser wan mijaran danustandina bîr û ramanan kirin.
Her du alî tekez li ser girîngiya hevkariyên hevbeş yên Tirkiyê digel Iraq û Herêma Kurdistanê yên ji bo parastina aştî û aramiya navçeyê û parastina ewlehiya sînoran kirin û li ser pêwîstiya hewlên pir alî ji bo nehiştina berfirehbûna aloziyên Rojhilata Navîn hevdeng bûn.
Tekez li ser pêşxistina peywendiyên Tirkiyê digel Iraq û Herêma Kurdistanê ya li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û cîrantiya baş kirin û pêşhatên herî dawî yen şerê li dijî terorê û gef û metirsiyên DAÎŞ li navçeyê û çend pirsên din yên xwedî girîngiya hevbeşbûn, çend mijarên din yên hevdîtinê bûn.