Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Yarîdedera Wezîrê Derve yê Amerîkayê civiya

2023-05-03T15:25:44.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Îro piştî nîvro 03.05.2023ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xatûn Barbara Leaf Yarîdedera Wezîrê Derve yê Amerîka yê ji bo karûbarên Rojhilata Nêzîk kir.

Di hevdîtinê da ku, Balyozê Amerîkayê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bûn, têkiliyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, warên hevkariyên hevbeş, rewşa siyasî û aborî ya Iraqê û navxweya Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê nirxandin.

Her du aliyan tekez li ser pêdagirîbûna xwe bi nexşerê û bernameya lihevtêgihiştina hevbeş ya navbera Wezareta Pêşmerge û Pentagonê ya derbarê proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge û birêkxistin û yekkirina Pêşmerge da kirin. Her wisa li ser girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hevhizir bûn û hemahengî û hevkariya niha ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê da erênî nirxandin.

Berfirehkirina hevkariyên hevpar yên Amerîka digel Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê aborî da mijareke din ya civînê bû ku, têda behsa derfetên bihêzkirina aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê û hebûna jîngeheke guncaw ji bo sektora taybet û sermayeguzariyên Amerîkayê kirin.

Pêşhatên dawî yên şerê li dijî DAIŞê, rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din yên civînê bûn.