Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Divê Pêşmerge hêzeke niştimanî be

2025-02-04T11:27:00.000000Z
Gotar Nûçe

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro sêşemê piştî nîvro 04.02.2025ê li bajarê Hewlêrê, di merasima destbikarkirina Firqeyên 3 û 4 yên bejayî yên ser bi Wezareta Pêşmerge ve ku, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê hatibû lidarxistin, gotarek pêşkêş kir.
Di vê merasimê da her yek ji birêzan; Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê General Kevin Leahy, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa, Wezîrê Karûbarên Pêşmerge, Wezîrê Navxwe, Serok Erkanê Pêşmerge û hejmarek ji berpirsên bilind û nûnerên welatên biyanî amade bûn.

Serok Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe da behsa girîngiya vê pêngava di proseya yekgirtina Pêşmerge da kir.

Naveroka gotara Serok Nêçîrvan Barzanî:

Birêz General Kevin Leahy,
Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê
Amadebûyên hêja,
Beyanî baş,

Hûn hemû gelek bixêrhatin bo merasima destbikarbûna Firqeya 3 û 4 yên bejayî yên ser bi Wezareta Karûbarên Pêşmerge ve. Piştî ku di Cotmeha bihurî da fermana herêmî ji bo damezrandina van her du firqeyan derket, em gelek keyfxweşin ku îro weke beşek ji pêngaveke din ya proseya çaksazî û yekxistina Pêşmerge di bin sêwana Wezareta Karûbarên Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi kar dikin.
Îro bi destbikarbûna van her du firqeyan em dibin şahidê pêngaveke nû û girîng di vê pêvajoya ku bi salan e didome. Ev destkeft ne tenê destkefteke rêxistinî û îdarî ye, belkî nîşana îradeya bihêz a me ye û berhema qurbanîdana mezine ku gelê Kurdistanê û Pêşmerge di salên derbasbûyî da dane.

Birêzan

Pêşmerge ne tenê hêzeke leşkerî ya asayî ye, belku hertim sembola qehremantî, qurbanîdan û parêzvanê asayîşa Kurdistanê û beşeke girîng a nasnameya me ya netewî bûye. Ji roja destpêkê ya damezrandina xwe ve bûye hêza şoreşa Kurdistanê û parêzvanê gelê Kurdistanê. Dema rêxistina terorîst a DAIŞ ê weke metirsiyeke cîhanî derket pêş, Pêşmerge di eniya herî pêş a hêzên ku rûbirûyê vê metirsiyê dibûn, bû.

Pêşmerge bi qehremanî şerekî giran li kêleka Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê kir û ji cîhanê ra îsbat kir ku ne tenê hêza parastina Kurdistanê ye û ji bo parastina pêkvejiyana aştiyane ya hemû pêkhateyên Kurdistanê, belkî ew mertalek e ku mirovahiyê ji vê xetera hevpar diparast. Ji ber wê jî şerefa parastina cîhanê wergirt û bi can û xwîn pêre şer kir û di dawiyê da bi serokayetiya Serok Mesûd Barzanî bi ser ket û efsaneya DAIŞê şikand.
Bi saya qehremanî û serkeftinên mezin, Pêşmerge li ser asta cîhanê bûye sembola mêrxasiyê û cihê şanaziya gelê Kurdistanê. Navê Pêşmerge di nav hemû gel û welatên cîhanê da wek şervanekî qehreman li ser navê parastina mirovahiyê derketiye pêş.

Birêzan

Ev destkefta îro bêyî piştevaniya hevkarên me di Hevpeymaniya Navdewletî da ne mimkûn bû, ku bi awayekî aktîf beşdarî hewl û pêngavên birêxistinkirina hêzên Pêşmerge bûn, çi bi riya rahênan, çi bi dabînkirina pêdiviyên leşkerî û çi jî bi alîkariya lojîstîkî.
Em li Herêma Kurdistanê spasiyên xwe û pêzanînên xwe yên kûr ji bo rola dostên me di Hevpeymaniya Navdewletî ya di bin serokatiya Amerîka da ji bo piştevanîkirina me li Iraq û Herêma Kurdistanê di demên herî dijwar da lîstin, nû dikin.
Herwiha, em spasiya wan dikin ku, di proseya çaksaziyê û yekgirtin û rêxistina Pêşmerge da alîkariya me kirin. Hevalên me yên di hevpeymaniya navdewletî da, bi taybetî Amerîka û piştra welatên din wek Brîtanya, Almanya, Holanda, Macaristan, Îtalya û Fransa, beşdarî danîna bingehên pêwîst ji bo yekxistina Pêşmerge di bin sêwana Wezareta Karûbarên Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku, ev jî hevahengî û karîgeriyê mîsoger dike û Pêşmerge amade dike ku bibe hêzeke pispor û şefaf. Hêzeke ku bi dilsozî xizmeta gelê Kurdistanê di hemû pêkhateyan ve bike û bibe beşeke çalak û bi bandor a sîstema berevaniya Iraqê.

Amadebûyên hêja!

Pêkanîna Firqeya 3 û 4 a Pêşmerge îro pêngaveke girîng û stratejîk e ji bo bidestveanîna armanca me ya mezin a avakirina hêzeke yekgirtî ya niştimanî. Hêzeke pispor û birêxistinkirî ku karîna parastina welat li hember her gef û metirsiyekê heye.
Ev hêz dê di bin sêwana Wezareta Karûbarên Pêşmerge da kar bikin û piştrast bikin ku hêzên me her dem di amadebaşiyê da ne ji bo rûbirûbûna her gefekê li ser asayişa Herêma Kurdistanê û parastina ewlehî û aramiyê.
Rast e piştgiriya dostên me pêwîst û girîng e, lê em baş dizanin ku serkeftina rast a vê pêvajoyê di dawiyê de bi îradeya me ya hundirîn ve girêdayî ye. Ji bo Yekkirina hêzên Pêşmerge pêwîste her kes wek yek tîm kar bike û her dubendî û nakokiyên ku dibe asteng li pêşiya vê projeya niştimanî ji holê rakin. Divê Pêşmerge hêzeke niştimanî be ji bo parastina Kurdistanê, dûrî destêwerdanên siyasî û hizbî, hêzeke ku tenê Kurdistanê biparêze.

Ji ber wê jî daxwazê ji Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dikim ku ji bo serxistina proseya çaksazî û yekxistina Pêşmerge, hevkarî û alîkariya herî zêde nîşan bidin. Serxistina vê proseyê erkekî niştimanî û neteweyî ye li ser milê me hemûyan û divê hemû astengî û kêşeyên li pêşiya proseyê bêne çareserkirin, da ku di dawiyê da hemû Pêşmerge wek hêzeke niştimanî ya Kurdistanê di bin sêwana Wezareta Karûbarên Pêşmerge da bicivin û di bin yek serokatî, yek fermandarî û yek navendek rêberiyê de bin.

Birêzan!

Her çende pêngavên çaksazî û yekxistina Pêşmerge li gor daxwaz û hêviyên me nameşin, lê xebat û hewlên me yên ji bo serxistina vê proseyê li vir namînin.
Ev projeya netewî sozek e ku me daye gelê Kurdistanê, xwîna şehîdan û nifşên paşerojê. Ji ber wê jî emê bi hemû hêz, şiyan, îsrar û îradeya xwe berdewam bin ji bo serkeftina pêvajoyê û hêzên Pêşmerge hertim sembola yekrêzî û hêz û mertal be ji bo parastina Kurdistanê ji hemû gef û metirsiyan.
Bi vê minasebetê em hevkarî û hevahengiya Pêşmerge digel hêzên artêşa Iraqê girîng û pir pêdivî dinirxînin, lê ez daxwaz ji Hikûmeta Federal a Iraqê dikim ku li gor destûr û yasa û wek beşek ji sîstema berevaniya Iraqê bi hêzên Pêşmerge re tevbigere û erkên xwe li hember Pêşmerge di hemû waran de cîbicî bike.
Qehremantî û qurbanîdana Pêşmerge û xwîna pak a şehîdên nemir yên Kurdistanê digel piştevaniya hevkarên me yên di Hevpeymaniya Navdewletî da û hevbendiya me ya hevbeş, dike ku em îro bi serbilindî û bi rûmet rêya xizmetkirin û pêşxistina Kurdistanê berdewam bikin û hewlên me yên ji bo yekxistina Pêşmerge qet ranawestin.

Ez di wê baweriyê da me ku, destbikarbûna firqeyên 3 û 4 û berdewamî û pêşkeftina prosesa yekgirtina Pêşmerge, tevî hemû astengî û pirsgirêkan, cihê dilxweşiya gelê Kurdistanê ye û dilxweşiya canê şehîdan e.

Di demekê de ku navçe di rewşeke aloz re derbas dibe û em rûbirûyê gelek kêşeyan dibin, xelkê Kurdistanê bi hesret û hêviyek mezin çaverêya nûçeya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

Ji ber vê yekê ez bang li aliyên serketî yên di hilbijartinan da dikim ku vê yekê bikin karê xwe yê yekem û gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan ve dilxweş bikin bi serkeftina danûstandinan û bigihin rêkeftina pêkanîna hikûmeta nû di zûtirîn dem da, hikûmetek ku, bersivê bide daxwaz û hêviyên welatiyên Herêma Kurdistanê.

Spas û rêz ji bo hemû kesên ku keda wan di vê serkeftina ku em îro ji bo pîrozbahiyê li hev civiyane.

Silav û hurmet ji bo giyanê pakê şehîdan,
Her tim serkeftî bin Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê.