2021-02-21T21:21:45.000000Z
Îro yekşem 21.02.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya rêwresmek da kir ku ji bo bîranîna şehîdên Iraqê û (18) saliya şehîdbûna xwedê jêrazî Ayetulla Mihemed Baqir El Hekîm, bi amadebûna birêz Emar El Hekîm Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimaniya Iraqê li Hewlêr birêveçû.
Li rêwresmê da Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir ku eve naveroka wê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê minê xweşdivî Seyîd Emmar El Hekîm
Mîhvanên birêz...
Bi xêrhatina we ya Herêma Kurdistan û bajarê Hewlêrê dikim. Bi şanaziyê ve îro bîranîna şehîdên Iraqê û Kurdistan me li vir da pêkve komkiriye, li ser hemûyan ve jî bîranîna (18). saliya şehîdê Mîhrab, Ayetulla Elozma Mihemed Baqir El Hekîm.
Serê rêz û rûmetê ji bo hemû şehîdên Kurdistan û Iraq diçemînîn, silav ji bo malbatên serbilindên şehîdên Iraq û Kurdistanê re dişînîn. Şehîd û malbatên wan herdem cihê rêz û pêzanînê ne.
Birêzan...
Gelek asayiye îro helkefteke malbateke xebatgêr û olî El Hekîm li vir da me hemûyan pêkve kom bike, ji ber ku mezinên wê malbatê herdem hewl dane hemû mezheban li hev nêzîk bikin û hevbeşî û hevxebatî li navbera gelê Iraq û gelê Kurdistanê dirust bikin. Gelek jî girînge li vê rojê da dest bi bihêzkirina peywendiyên xwe bikîn, ji ber ku herdem ewe xwest û karê şehîdê Mîhrab bûye.
Îro jî Iraqî bi Şîe û Kurd û Sunne û hemû pêkhatên din ve, li hemû demekê zêdetir daxwaza hevbeşî û pêkvekar kirina li aliyên siyasiyan dikin bi navê pêkanîna aramî û avadaniya li Iraqê da, her ji bo wê yekê jî rêbaza şehîdê Mîhrab û serkirdeyên me yên dîrokî her wiha bûye.
Şehîdê Mîhrab û mucahîdê mezinê Iraqê Seyîd Mihemed Baqir El Hekîm yek ji damezrênerên Tevgera Muqawemeya Îslamî ya dijî rejîmên dîktatoriyên Iraqê bû. Yek zanayên Iraqê bû li warê şerîet û felsefe û siyaset û aboriyê da, li ber ewe jî nêrîneke gelek rûn û zelal ji bo çareserkirina kêşeyan û paşeroja Iraqê hebû.
Her ji ber eve jî bawerî bi hevdû nêzîkbûna mezheban hebû li Iraqê û bi kirdarî kar ji bo wê armancê dikir. Her wiha bawerî bi wê yekê hebû ku divê rêbaza rastiya bavê xwe bernede ku ew jî pêkhatibû ji xebatkirina ji bo nehiştina dîktatorî û hevxebatî li gel xelkê Kurdistanê da. Rola şehîd Ayetulla Elozma Mihemed Baqir El Hekîm li kongreya piştevanîkirina gelê Iraqê ya li sala 1986 li Tehranê, pêkhatibû li piştevanîkirineke rastîn li mafên gelê Kurdistanê.
Wê demê di derbarê bi biryarên kongreyê, li navbera xwedê jêrazî Îdrîs Barzanî û şehîdê Mîhrab da, hevdû têgihiştin û hemahengiyeke zêde hebû, ew hemahengî paşê jî her berdewam bû. Rastgoyî ya Ayetulla Elozma Mihemed Baqir El Hekîm ya li piştevanîkirina mafên gelê Kurdistanê li hemû rewşek da ji aliyê serkirdayetiya Kurdistan û gelê Kurdistanê ve gelek cihê rêz û hûrmetê bûye.
Her ewe jî bingeheke bihêz dirust kir ku Serok Mesûd Barzanî û Ayetulla Mihemed Baqir El Hekîm civîneke zêde û berdewam bikin ji bo danîna bingehên sîstema paşeroja Iraqê ya li ser bingeha hevbeşî û federaliyê. Ji bo wê yekê sala 2002 li Kongreya Londonê, li gor wan bingehên ji bo paşeroja Iraqê, biryar li ser sîstemek dan ku pêkhatibû li Iraqa demokrasî û federalî, Iraqêk hemû pêkhat hevbeş bin li birêvebirina wê da.
Her li vir da divê rola têkoşerê mezinê Iraqê xwedê jêrazî Seyîd Ebdulezîz El Hekîm bi bîr bînîn ku li hemû kongreyên opozîsyona Iraqî û i dema encumena hukim da û bi dirêjahiya jiyana xwe, piştevaneke bi wefayê mafên gelê Kurdistanê bû.
Bêguman îro jî her ewe ji birayê me yê xweşdivî Seyîd Emmar El Hekîm û hemû birayên xwe yên li malbata Alî El Hekîm û Beytî Şîî(Mala Şîî) çaverê dikîn. Ji ber ku hevbeşî û hevxebatiya me, bingeheke xwe ya dîrokiya bi hêz heye. Peywendiya di navbera malbata Barzan û şoreşa Kurdistanê, li gel malbata El Hekîm û Beytî Şîî û tevgera wê ya siyasî da, peywendiyeke li ser baweriya bi daxwazên rewayên her du aliyan hatiye damezrandin.
Li encama peywendiya xwedê jêrazî Mela Mistefa Barzanî li gel Ayetulla Îmam Seyîd Muhsîn El Hekîm da, xweşdiviyeke zêde li navbera gelê Kurdistan û alîgiran û şûnketiyê Ehlî Beyt da dirustbû. Ewe bû li encama nameyên berdewamên Barzaniyê Nemir û rûnkirina rewşa gelê Kurdistanê û rewayî ya şoreşa Kurdistanê ya ji bo birêz, Îmam Seyid Muhsîn El Hekîm sala 1965 di dema şoreşa Eylûlê da fetwayê derxist bi heramkirina şerê Pêşmerge û Kurd.
Her wiha şehîdê mezinê Iraqê Ayetulla Mihemmed Baqir El Sedir, sala 1974 heman fetwaya heramkirina şerê Kurd dûbare kir. Bi heman awayî Ayetulla Elozma Seyid Elî Sîstanî di dema nivîsîna destûrê da bi tu awayekê dijayetiya federaliyê nekir, belku piştevaniyê li wê dariştinê kir ku di derbarê mafên gelê Kurdistanê li destûra Iraqê da hatibû nivîsîn.
Ew helwesta dîrokî, bawerî û xweşdiviyeke mezin li hemû warên li navbera Kurd û Şîe da dirust kir. Her wiha hevxebatiyekî rastîn li navbera her du aliyan de dirust kir ku encama wê rûxandina rejîma dîktatorî bû li Iraqê, eve jî mezintirîn destkeft bû ji bo gelê Iraq û ji bo Kurdistanê. Ew hevxebatî careke din li şerê Da'îş da dûbare bu û encama wê pêkve kar kirina me her du aliyan û hemû aliyek li Iraqê têkşikandina Da'îşê bû.
Lê belê piştî şerê Da'îş rewşeke nexwestî dirust buye, rastiya peywendiyên di navbera me bi dilê me nîne, gumana me nîne ku bi dilê gelek li birayên me li aliyên Şîe jî nîne, bi taybetî ewên berê dijwariya hevxebatî da li dijî rejîma berê jiyane, an jî ewên agahdarî wan rojane. Xwîna me li şerê dîktatoriyet û Da'îşê de bi navê yek armancê da, tevlî hev bû.
Îro jî li bîranîna rêzgirtina li şehîdên me da, divê bi bihêzkirina hevdû têgihiştin û pêkve kar kirina di navbera me, wefadariyê nîşan bidîn ji bo dîroka birayetî û hevxebatiya di navbera me û hevbeşiya xwe dirust bikîn.
Em amadene, li wê baweriyêda me dilsoziya Seyîd Emmar El Hekîm ya ji bo peywendiya dîrokiya û hevxebatiya me, her wiha dilsoziya serkirdeyên dinê Şîe ya ji bo wê pêşerojê, bingeheke gelek başe ji bo bihêzkirina wan peywendiyan. Bêguman divê ew hevbeşî bi beşdariya birayên me yên Sunne jî bê, ji ber ku hemû hevbeşiyekî di navbera me bibê beşdariya Erebê Sunne, netemam dibê.
Amadebûyên birêz...
Em divê careke din eşkere pêkve rûnîn û guftûgo bikîn. Bingehên guftûgoyên me jî divê ewe bê ku kêşeya hîç netewe û pêkhatekî Iraqê, nabê cihê serkeftinê ji bo pêkhatekî dinê li Iraqê da, belku encamên wê yên xerap dibê ji bo hemû pêkhatên vî welatî. Bi heman awayî pêşketina her navçe û parêzgeheke Iraqê, dibê cihê xêr û pêşketinê ji bo hemû Iraqiyan.
Kêşeya serekiya Iraqê li destpêka dirustbûnê ve, nebûna şeraket û hevbeşî buye li navbera hemû pêkhatên Iraqê li birêvebirina welat da, ji ber ewe jî Iraq li destpêka damezrandinê ve bibê kêşe nebuye. Her du pêkhatên Erebê Iraqê jî li Sunne û Şîe, dizanîn hîç yek ji wan bi tenê û her du jî bibê Kurd nikarin hevsengiyê dirust bikin. Ji ber ewe jî hevbeşiya hemû pêkhatan li birêvebirina Iraqê da take rêye ji bo birêvebirina serkeftiya vî welatî. Her ewe jî take rêye ji bo hukmeke medenî xizmetguzar ku welatiyên Iraqê dilxweş bike.
Nabê hîç pêkhateyekî Iraqê çaverêya ji navçûna pêkhateyeke din bike, ji ber ku ewe çaverêyiyeke bêhûdeye. Ji berê de ew çaverêyî pêknehatiye, li paşerojê de jî pêknayê. Ew nakokiya niha dirust buye, bi tu awayekê li çaverêyiya damezrênerên mezinên tevgera azadî û siyasiya me da nebuye. Niha jî bi tu awayekê li berjewendiya gelê Iraqê da nîne.
Aramî û pêşketin û avadaniya Herêma Kurdistanê, divê cihê dilxweşiyê bê ji bo hemû aliyên siyasiyên Iraqê, ji ber ku em beşekin ji Iraqê. Ew pêşketina Herêma Kurdistanê, pêşketina beşeke Iraqe û ji bo hemû Iraqiyane. Her wekî çawa pêşketin û avadaniya Necef û Kerbela û Basra û Enbar û Tikrît û Mûsil, pêşketine ji bo Herêma Kurdistanê.
Xelkê Kurdistanê hêviya wan eweye hemû Iraq aram û pêşketî bê, ji ber ewe dibê cihê xweşguzeraniya me hemûyan. Dibê sedema zêdebûna hela kar û pêşketina aborî û pêşketina zanistiya li hemû Iraqê da.
Xwedayê mezin samaneke zêdeyê ser zevî û jêr zevî bi Iraqê bexşiye, şiyanên xelkê Iraqê li hemû cîhanê da şahidiya wê didin, lê belê mixabin herdem nakokiyên siyasî û ber çav negirtina hevbeşiyeke wekhev ya ji bo hemû pêkhatên vî welatî li biryar û birêvebirina dewletê da, wiha kiriye gelê Iraqê li nexweşî û kêm xizmetguzariyê da bijî.
Piştî wê hemû dîroka dirêj ya li kêşeyên Iraqê, piştî nerazîbûnên xelkê, pêwîste îro berî sibê dest bi guftûgoyekî ciddî bikîn, ji bo birêvebirineke jîraneya Iraqê bi beşdariya hemû pêkhatan. Nabê çaverêya gengeşe û helmetên hilbijartinê bikîn, ji ber ku gelê Iraqê gelekî hişyare û hîç yarî û helmeteke hilbijartinê nikarê wiha lê bike ku çavê rastiya Iraqê nebîne.
Ewê rojek zûtir dest bi çêkirina rêrewa siyasî hukim û biryara siyasî û îdariya Iraqê bike, gelê Iraqê bi piştrastiyê ve piştevaniyê lê dike. Ewê rojek zûtir hengav bavêje ji bo rastkirina proseya siyasî û birêvebirina Iraqê, gelê Iraqê bi piştrastiyê ve zêdetir piştevaniyê lê dike.
Em îro amadene ji bo wê yekê dest bi guftûgoyekî ciddî ya eşkere bikîn ji bo rastkirina proseya siyasî û birêvebirina Iraqê, li vir jî li vê bîranîna pîroz da wê bangewaziyê pêşkêşî hemû Iraqiyan dikîn ku destpêbikîn. Serkeftina me bi hevbeşî û pêkve dibê, bi danîna aliyek û îhmalkirinên berê Iraqê wêran kirin, bêguman eger ewe bê rêbaz paşeroja me de jî Iraq nikarê aram bê.
Êrîşa Da'îş û bihêzbûn û dagîrkirin û wêrankirina beşekê Iraqê ji aliyê Da'îş ve, ji ber nemana hevbeşî û tewafuq bû li Iraqê. Serok Mesûd Barzanî çendîn car hawar kir û hişdarî da ku takrewî û têkdana tewafuqê, Iraq ber bi wêranbûnê ve dibe! Li encamê da niha dibînîn beşeke Iraqê ji ber êrîşên Da'îşê wêran bû, Pêşmerge û artêşa Iraqê û Heşda Şe'bî, hezaran şehîd ji bo ragirtin û têkşikandina Da'îşê de dan.
Niha jî ji bo ku bingeha tundrewiyê li Iraqê da nemîne, bo ku Iraq tûşî dagîrkeriya wekî Da'îş nebê, bo ku bikarîn bersîva daxwazên xelkê bidîn, divê vegerîn ser destûra Iraqê û divê hemû navçeyan mafê birêvebirina xwe hebê, divê tewafuq û hevbeşî li birêvebirina Iraqê da dirust bikîn.
Bi hêviya Iraqeke pêşketî, bi hêviya Iraqek ku bikarê pêşketinê bi dest bîne û xizmetguzariyê ji bo gelê xwe dabîn bike, dûbare silavan ji bo giyanê pakê şehîdê Mîhrab Ayetulla Elozma Mihemed Baqir El Hekîm û hemû şehîdên Iraq û Kurdistanê re dişînîn û hemû aliyek bi xêr bên.