Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Em ê parêzerê mafên Êzdiyan bin

2026-10-21T10:44:00.000000Z
Nûçe Gotar

Sibêya îro Çarşemê 21/10/2026 li Hewlêrê rêwresmek ji bo ragihandina (Tora Rabûna Rizgarbûyên Êzdî) hate lidarxistin ku bi amadebûna hejmarek ji berpirs û mêvanan ji navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê ve, birêve çû. Tê de bi nûnertiya birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Dilşad Şîhab Yarîdederê Serokê Herêma Kurdistanê, peyama rêzdar pêşkêşî wan kir, ev jî naveroka wê ye:


Amadebûyên ezîz,

Xûşk û birayên rizgarbûyî,


Roja we baş, hûn hemû bi xêr hatin bo Hewlêrê..


Cihê kêfxweşiyê ye ku îro ev rêwresma cuda tê lidarxistin ku wek carên berê tenê ji bo zindîkirina bîranînek tijî êş û jenosîd û tawana terorîstên DAIŞê nîne hember welatiyên me yên Êzdî, lê belê ji bo wê yekê ye ku em bibin şahidê destpêşxerî û destpêkeke nû ya rizgarbûyan, bi îrade û bi israra xwe ji bo avakirina jiyaneke nû û paşerojeke baştir.


Êzdiyan, bi xweragirî û wêrekiya xwe, selmandin ku teror bi hemû tawan û hovîtiya xwe ve, nekarî îradeya wan bişkîne, an hêviya wan bi jiyanê ji nav bibe. Wan nîşan dan ku bi israr in li ser wê yekê ku careke din li ser pêyên xwe rawestin, mafên xwe vegerînin û paşerojeke baştir ji bo xwe û zarokên xwe ava bikin.


Ragihandina (Tora Rabûna Rizgarbûyan) îro, derbirîn e ji vê îradeyê û hengaveke girîng e ber bi qonaxeke nû ve ku tê de rizgarbûyî bixwe bibin xwediyê destpêşxeriyê, deng û roleke bi bandor di mijar û biryarên girêdayî maf û paşeroja wan de.


Pîrozbahiyê li vê pengava wan dikin û piştgiriya xwe ji bo hewldan û armancên wan dubare dikin. Di vê destpêşxeriyê de em derfeteke girîng dibînin ji bo xurtkirina hevkarî û hevxemiyê di navbera rizgarbûyên hemû pêkhateyên ku bûne qurbaniyê tawanên DAIŞê.


Amadebûyên ezîz,


Erka me bûye û her tim di rewşên dijwar û sext de me piştgiriya Êzdiyan kiriye. Di vê boneyê de jî dîsa dubare dikin ku li Kurdistanê, li Iraqê û li her kû dibe bila bibe, em ê berdewam piştevan û parêzerê mafên wan ên rewa û nasnameya wan bin. Her wiha heta revandiyek mabê, nivîsîngeha me di karê xwe de berdewam dibe ji bo azadkirin û vegerandina wan û eşkerekirina çarenivîsa wan.


Bicîhanîna dadperweriyê, misogerkirina mafên rizgarbûyan, eşkerekirina çarenivîsa windayan, cîbicîkirina Yasaya Rizgarbûyên Êzdî, rexistina rewşeke guncaw ji bo vegera koçberan û avadankirina Şingal û navçeyên din ên Êzdiyan, erka me ya sereke ye, ji bo vê armancê jî her çi di destê me de be, em ê tu kêmasiyê nekin.


Mafê rizgarbûyan e ku dadperwerî ji wan re bê, her wiha mafê wan e ku heta hetayê jiyana wan dîlê jenosîdê nebe, lê belê pêwîst e derfet ji wan re bê rexistin da ku bibin hevbeşê bi bandor di avakirina civakê û paşeroja xwe de.


Baweriya me wisa ye ku guhdarîkirina dengê rizgarbûyan û beşdarbûna wan di biryarên girêdayî jiyan û mafên wan de, beşeke sereke ye ji dadperwerî û rêzgirtina ji kerameta wan. Ji ber wê jî, serkeftina vê torê, serkeftina her hewldanekê dibe ji bo bidestxistina dadperwerî, kevandin, aştî û pêkvejiyanê.


Xûşk û birayên ezîz,


Pîrozbahiyê li wêrekî û xweragiriya rizgarbûyan û bi israrbûna wan dikim ji bo pêşveçûnê. Pîrozbahiyê li vê destpêşxeriyê dikim ji bo ragihandina (Tora Rabûna Rizgarbûyan), hêvîdar im bibe destpêka qonaxeke nû ya hêvî û kar û destkeftiyan.


Her wiha destxweşiyê li hewldanên Rêxistina Yezda dikim. Spasiya Hikûmeta Almanyayê, Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Almanî (GIZ) û hemû hevbeş û piştevanên vê destpêşxeriyê dikim.


Her tim serkeftî bin, gelek spas.


Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

21/10/2026