Berî nîvroya îro Çarşemê 25.03.2026, piştî beşdarbûna di merasîma sersaxiyê ya şehîdên Pêşmergeyên ku di êrîşa mûşekî ya sibeha duh a hêzên Îranê de şehîd bûbûn, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek da rojnamevanan.
Di destpêkê de rêzdar got: "Pêşî dixwazim sersaxiya xwe pêşkêşî malbatên şehîdan bikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim. Bi rastî bûyerek pir ne xweş bû. Tişta ku ez dikarim bibêjim ew e ku me piştî wê rûdanê bi Komara Îslamî ya Îranê re peywendiyê danî. Ew îtîraf dikin ku xeletiyek çêbûye û soza lêkolîna li ser vê mijarê dane. Sersaxî û peyama hevxemiyê ji bo Herêma Kurdistanê şandine. Niha em li benda bersiva Komara Îslamî ya Îranê ya ji bo Herêma Kurdistanê ne."
Bêguman, me berê ev êrîşa li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kiriye, ji ber ku siyaseta Herêma Kurdistanê zelal e, em faktora aramî û ewlehiya li herêmê ne. Her dem me dubare kiriye ku em ne çavkaniya gefan ji bo yek ji welatên cîran in, û Komara Îslamî ya Îranê bi taybetî di nav cîranên me de ne. Me her ev siyaseta xwe ji destpêka şer ve jî pejirandiye. Em nebûne beşek ji wî şerî û nabin beşek ji şer. Ya ku niha em hêvî dikin ew e ku Komara Îslamî ya Îranê lêkolîna xwe bi temamî bike û Herêma Kurdistanê jî agahdar bike ku çi qewimiye."
Paşê di bersiva pirseke derbarê berpirsiyariya hikûmeta Iraqê li hember wan êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Pêwîste hikûmeta Iraqê desthilatên xwe yên wekî welatekî xwedî serwerî bikar bîne. Pêşî divê ew êrîşên ku ji aliyê kesên ji yasayê derketî ve li ser Herêma Kurdistanê têne kirin, bên rawestandin. Ev erkekî hikûmeta federal a Iraqê ye ku divê wê pêk bîne."
Di bersiva pirseke din de, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir: "Em nebûne beşek ji şer û nabin beşek ji şer û em hêvî dikin tiştekî din rû nede." Herwiha got: "Li navxweya Iraqê jî li hêzên ewlehiyê yên Iraqê tê xistin, ne tenê li Herêma Kurdistanê tê xistin, lê bêguman divê sînorek ji bo wan kesên ku ji yasayê derketine, bê danîn."