Sibehiya îro Yekşemê 01.11.2026, li Zanîngeha Dihokê rêwresmek ji bo bîranîna 10 saliya damezrandina (Peymangeha Çareseriya Derûnî û Trawmayê) li zanîngehê li dar xist, ku hejmareke berçav a Êzdiyan û mêvanên navxweyî û biyanî amade bûn.
Di rêwresmê de gotara rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê hate pêşkêşkirin ku ji aliyê birêz Dilşad Şehab, Yarîdederê Serokê Herêma Kurdistanê ve hate xwendin, ev e jî naveroka wê ye:
Amadebûyên hêja,
Roj baş..
Destxweşî û spas û rûmetan pêşkêşî (Peymangeha Çareseriya Derûnî û Trawma) li Zanîngeha Dihokê û hevbeşên wê dikim ji bo encamdana vê çalakiyê, herwisa ji bo karê wê yê girîng ê alîkarîkirin û kêmkirina êş û meynetiya wan kesên ku ji encama şer, teror û tundûtîjiyê dinalin.
Berî deh salan damezrandina vê peymangehê pengaveke girîng û pêwîst bû da ku bikaribe xizmeta qurbaniyan bike. Ev karê Zanîngeha Dihokê, karekî giranbiha û hêja ye ku ligel erkê xwe yê zanistî û akademîk, girîngiyê daye warekî bi bandor ê nav civakê jî. Hêvîdar in ev mînak zêdetir bibin û berfirehtir girîngî pê bê dayîn.
Gelê Kurdistanê û Iraqê salên dirêj ên şer û nehametiyê derbas kirin. Gelek welatiyên me, kesûkar û malên xwe ji dest dan, xelkekî din jî neçar bû deverên xwe bihêlin û dûrî war û cihên xwe bijîn. Jenosîda ku DAÎŞê bi ser Êzdiyan anî, yek ji hovanetirînê wan karesatan bû.
Bandorên vê meynetiyê bi tenê bi dawîhatina şeran, an vegerîna xelkê bo ser mal û cihên xwe; bi dawî nayên. Hinek birîn hene di derûn û kûrahiya mirovan de dimînin. Pêdivî bi dem û çavdêriyan e da ku çareser bibin. Erkê li ser milê me ye ew kesên ku tûşî van karesatan bûne, bi tenê nehêlin. Divê em alîkariya wan bikin da ku jiyan, bawerî û hêviya wan bi paşerojeke baştir vegere.
Amadebûyên hêja..
Ew xizmetguzariyên çareseriya derûnî yên ku ev peymangeh li Dihokê û Şingalê pêşkêş dike, herwisa hewlên wê ji bo amadekirina pisporan, hêjayî hemû destxweşî û pêzanînan e. Karê vê peymangehê bi tenê ne alîkariya zirardîtiyan e ji bo nehêlana êşên wan, belku pêgihandina kadirên jêhatî jî karekî girîng e da ku bikaribin di paşerojê de berdewamiyê bidin vî erkê girîng û bikaribin xizmeta civakê bikin.
Lewma dîsa dixwazim spasî û destxweşiyê li Zanîngeha Dihokê, serperiştiyarên peymangehê û hemû karmendên wê bikim ji bo bizavên wan ên dilsozane.
Herwisa spas û rûmet ji bo hikûmet û zanîngeh û navendên Almanyayê ku piştevaniya vê projeya mirovahiyê dikin. Almanya di demên giran de piştevaniya gelê Kurdistanê kiriye. Em gelek bi rêz û rûmetê li piştevanî û alîkariya wan a berdewam dinêrin, bi taybetî alîkariya wan ji bo rizgarbûyên destê tawanên DAÎŞê.
Amadebûyên hêja,
Ew kes û qurbaniyên ku ji ber bandorên şer û trawmayên derûnî dinalin, pêdivî bi wê yekê ne ku hest bikin ku ne bi tenê ne. Pêdivî ye bibînin ku hinek hene xizmet û çavdêrî û alîkariya wan dikin. Ya girîng e hemû ew kesên ku pêdivî bi alîkariya derûnî heye; bizanin ku daxwazkirina çareseriyê karekî asayî ye û nabe kes li ser vê yekê, hest bi şermê an nearamiyê bike.
Ji ber vê yekê jî, tekez li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya hikûmî û navdewletî dikin bo van bizavan, herwisa tekez li ser berfirehkirina xizmetguzariyên çareseriya derûnî dikin da ku bigihin hemû kesên ku pêdivî pê heye, bi taybetî li wan deverên ku ji teror û derbederiyê dinalin.
Divê hemû qurbanî û gelê me ji kartêkirin û bandorên wê qonaxê sax bibin û rizgarbûyî û ziyanpêketî bikaribin bi tenahî, keramet û hêviyeke mezin berdewamiyê bidin jiyana xwe.
Her di vê helkeftê de tekez dikin ku her dem em ê bimînin alîkar û piştevanên hemû mafên welatiyên me yên Êzdî û her kar û planek ji bo çareserkirina kêşeyên wan li Şingalê û li her derê, divê li gor daxwaz û berjewendiyên wan bin.
Di dawiyê de, spas û pêzanînan ji bo hemû wan kesan dûbare dikin yên ku ji xema vê armanca mirovahî ya pîroz kar dikin. Hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo (Peymangeha Çareseriya Derûnî û Trawma) li Zanîngeha Dihokê dixwazim.
Gelek spas.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
1/11/2026