Bi fermaneke herêmî ku, roja çarşemê 30.10.2024ê derketiye, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê biryara avakirina sê nahiyeyan: Şarya, Misêrîk û Tenahî li parêzgeha Dihokê ragihand.
Ev ferman li gor yasaya Serokayetiyê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye dayîn û li ser ronahiya nameya Serokatiya Encumena Wezîran, li gorî yasaya parêzgehên Herêma Kurdistanê dê ji roja ku ferman derketiye were cîbicîkirin.
Avakirina van her sê nahiyeyên nû li parêzgeha Dihokê dê xizmetguzariyên giştî zêdetir berfirehtir bike û îmkanên îdarî yên zêdetir ji welatiyên van her sê deveran re peyda bike.
Serok Nêçîrvan Barzanî fermana avakirina sê nahiyeyan dide
2024-10-31T07:40:00.000000Z