Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî gihîşt Antalya

2025-04-10T22:25:00.000000Z
Nûçe

Nîvro ya îro, îna 11.04.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi vexwendineke fermî ji bo beşdarî kirina li çaremîn korbenda Antalya yê, bi serdanek gihîşte Tirkiye.

Her di dema serdana xwe da, êvariya îro Serok Nêçîrvan Barzanî bi birêz Receb Tayib Erdogan Serok Komarê Tirkiyê re dicive. Her wiha li çarçoveya vê korbendê da bi hejmarek ji berpirsên bilindên welatan re, çendîn hevdîtin û civînan encam dide.

Hejmarek ji serkirde û berpirsên bilindên welatan li korbendê da beşdarin ku heta 13 ê vê mehê berdewam dibe. Têda di derbarê pirsên rojeva cîhanê, kêşe û aloziyan û çawayiya çareser kirina wan guftûgo dikin û danustandina bîr û ramanan dikin.