Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî gihîşte Ebûzebî

2026-04-29T15:33:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvariya îro Çarşemê 2026/4/29, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî gihîşte Ebûzebî ya paytexta Îmaratê.

Di çarçoveya serdana xwe de, Serok Nêçîrvan Barzanî dê bi birêz Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan, Serokê Dewleta Îmaratê re bicive û peywendiyên Îmaratê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re, rewşa navçeyê û hin mijarên din ên ji herdu aliyan re girîng, gotûbêj bikin.