2024-05-06T17:45:18.000000Z
Di berdewamiya serdana xwe ya fermî ya Komara Îslamî ya Îranê, êvariya roja duşemê 06.05.2025, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şandeya pê ra li Tehranê digel birêz Elî Ekber Ehmediyan Emîndarê Encumena Bilind ya Asayîşa Niştimanî ya Îranê civiya.
Di civînê da rewşa ewlekarî, hevkarî û hemahengiya di navbera Komara Îslamî ya Îranê, Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina aştî û aramiyê, metirsiyên ewlekarî li navçeyê û bandor û encamên wan hatin gotûbêjkirin
Her du aliyan tekezî li ser alîkariyên hevbeş û hevahengiya aliyên peywendîdar yên her du welatan ji bona parastina seqamgîrî û aramiyê kirin û li ser girîngiya rêgirtina li zêdebûna aloziyan û nehiştina aloziyên zêdetir li navçeyê hevfikir bûn.
Di civînê da, birêz Ehmediyan berdewamiya piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da û Serok Nêçîrvan Barzanî jî tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê weke hertim dê faktora aştî û aramiya navçeyê bimîne û li ser tu aliyekî li navçeyê metirsî nabe.