2022-03-09T18:29:25.000000Z
Nîvroya îro çarşem 09.03.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Amerîkî ya bi Serokayetiya birêz Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê kir ku ji birêzan John Brennan Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye, Jennifer Gavito Yarîdedera Wezîrê Derve yê Karubarê Iraq û Îranê, Ethan Goldrich Yarîdederê Wezîrê Derve yê Karubarê welatên Sûriye, Lubnan û Urdinê, Matt Pearl Nûnerê Taybetî yê Amerîka yê Karubarê Sûriye û hejmarek ji berpirsên siyasî û dîplomasî û Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê pêkhatibû.
Li civînê de pêşhatên dawî ya proseya siyasî, rewşa emnî ya Iraqê, metirsiyên serhildana Da'îş li Iraq û Sûriye, peywendiyên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, biryara Dadgeha Bilinda Federaliya Iraqê ya di derbarê kerta neft û gaz li Herêma Kurdistanê, reform û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û rewşa navxweya Herêma Kurdistanê hate guftûgo kirin.
Aliyên Amerîkî pêgiriya welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û karê hevbeşa di navbera wan dûpat kir û alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ji bo rûbirûbûna Da'îş bi pêwîst û girîng da zanîn. Her wiha her du alî hevra bûn ku tebayî û yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexda, pêgeha Herêma Kurdistanê bihêz dike û berjewendiyên wê baştir diparêze.
Ji aliyê xwe Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku cûreyek ji xetimandineke siyasî li Iraqê heye û heta niha ew li hev têgihiştina siyasî tûne ku proseyê pêşve bibe, lê belê bi girîng zanî ku hemû aliyên Iraqî yekdeng bin li ser wê yekê ku derfetek hatiye pêş ku ew proseya siyasî bikeve ser rêyeke rast. Her wiha spasî piştgîrî û hevkariyên Amerîka yê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo çaresekirina kêşeyên li gel Bexda bi guftûgo û li ser bingeha destûrê de dûpat kir.
Pirsa azadiyan û mafên mirov û rewşa jinan li Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî ya rewşa Sûriye û navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê civînê bûn.