2024-03-01T20:40:20.000000Z
Di dema beşdarîkirina li Korbenda Dîplomasiya Antalya da, îşev în 01.03.2024 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Receb Teyîb Erdogan Serok Komarê Tirkiyê civiya.
Li civînê de di derbarê pêşxistina peywendiyan û alîkariya hevbeşa Tirkiye li gel Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê bazirganî û aboriyê da, her wiha di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her du alî behsa eger û karvedanên rewşa aloz ya navçeyê û pêşhatên şerê li Xezzeyê kirin, her wiha tekez li ser girîngiya hewl û alîkariya hemû aliyan ya ji bo çareserkirina aştiyaneya kêşeyan bi guftûgo û derfet û rêyên dîplomasiyan kirin.
Metirsiyên terorê û çend pirsekî dinê girîng û hevbeş, mijarên dinên civînê bûn.