Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Li hilbijartinan xelk peyameke zelal ji desthilatdaran re şand

2021-10-28T13:59:36.000000Z
Raport
Êvariya îro sêşem 26.10.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, beşdarî li dîdara Enstîtûya Rojhilata Navîn ya Lêkolînan - Meri - da kir ku bi navê “îraqa aram bi navê Rojhilata Navîna aram da” li Hewlêrê birêve diçê û hejmarek balyoz û konsolê welatan li Iraq û Herêma Kurdistanê û akademîsyen û siyasiyên navxweyiyên Herêma Kurdistanê têda beşdarin.

Li panêleke dîdarê da Serok Nêçîrvan Barzanî beşdar bû, li bersîva pirsyarek da di derbarê nirxandina wan ya li hilbijartinên dawî yên Encumena Nûnerên Iraqê de, rêzdar got: “Babeta hilbijartina vê dawî yê ya Iraqê bi nêrîna min eger li gel hilbijartinên berê yên Iraqê berawird bikîn, dikarim bibêjim ev hilbijartin yek ji baştirîn hilbijartinane li rûyê teknîkî û nebûnî sextekariyan ve yek ji baştirînê wan bûye, bêguman gileyî heye, bêguman xelkek gileyiyê li proseyê û encamê wê heye, ez bawerim ewan jî mafê xwe heye nêrîna wan li ber çav bêgirtin, lê belê eger beramberiyek li navbera vê hilbijartinê û hilbijartinên dinê Iraqê da her li sala 2003 ve heta niha bikîn, ez bawerim qonaxeke gelek baş ber bi pêşve çûyîn. Ewê girînge ji bo hemû aliyên siyasiyên Iraqê bi awayeke giştî, eweye eger em temaşa rêjeya beşdarbûyan bikîn li hilbijartinan dikarim bibêjim li hemû Iraqê bi awayeke giştî rêje kêm bûye û ev kêmbûna rêjeyê jî dikarîn wekî zengeke agahdarkirinê wergirîn ku xelk ewê dixwaze gelek ji wê zêdetire ewe niha tê kirin, xelk hêjayî eweye wan jiyaneke baştir hebê û peyama xelkê rûne ku dixwazin awayê birêvebirinê baştir bêkirin, awayê xizmetguzariyê baştir bê kirin û hêvîdarim em hemû siyasiyên Iraqê eve wekî derfetek werbigrîn ji bo xweguncandin û baştirkirina edaya xwe li hemû rûyek ve. We balkişand li ser babeta demokrasiyê, demokrasî ewe nîne paketek bê yan bibêjî diyariyek bê ji derve bê, tû wê diyariyê pêşkêşî xelkê dikî û jêre dibêjî fermo eve me demokrasiyê ji bo we aniye. Demokrasî proseyeke berdewame, proseyeke ew welatên îro gihîştîne lutkeya demokrasiyê wiha destpêkirine. Bi raya min heta niha jî Iraq di dema raguzeriyê daye, ev dema raguzeriyê pêwîstî bi wê yekê heye baştir bê kirin û pirsa demokrasiyê jî ewê girînge xelk bibînê ku li ser rêyeke dirust diçe û eger xelk eve bibînê hêviyeke zêdetir ji bo wan peyda dibe. Babeta hilbijartinê û çûna ser sindoqa dengdanê jî yek ji pêverên demokrasiye, lê belê hemû tişt nîne û bi nêrîna min li vî warî de eger berawirdek bêkirin û temaşa rabûriya Iraqê bê kirin ji wê sîstema hukimraniya ku hebû û ewê niha heyet, ez bawerim divê zêdetir xweşbîn bîn li wê yekê ku Iraq li ser rêçkeyeke rast diçe”.

Her di derbarê bi peyama xelk û parastina hevsengiya li Iraqê da, Serok Nêçîrvan Barzanî eşkere kir “Peyama xelk û beşdarînekirina wan li hilbijartinê ku rêjeya dengdanê bi vî awayî bû, ewe peyameke zelal ya xelkê bû ji bo desthilatdaran ku li sîstema hukimraniyê razî nînin û ewe zelal bû, li heman demê de eger temaşa rewşa siyasiya Iraqê bikîn li sala 2003 ve heta niha, li demek dayîn wekî ku min behs kir demeke raguzere û nikarîn bibêjîn hemû tiştek bi şev û rojek li vî welatî dirust dibe. Xelkê Iraqê xelkeke hişyare û li daxwaziyên xwe de gelek ciddîne, ewê ku li Bexda rûda li xwepêşandanan beşeke serekî li ser ewe bû ku ji sîstemê nerazîne û dixwazîn guhertinan bikin, heta niha jî xelkê Iraqê li wê baweriyêdaye ku proseya siyasî û demokrasiya li Iraqê li rêya hilbijartinê ve dikarê wan guhertinan dirust bike, metirsî li wê yekê daye eger xelk gihîşte wê qonaxa ku eve hîç guhertinek dirust nake, wê demê perçekirdareke mezin li cem xelkê dirust dibe. Mixabin heta niha jî li Iraqê pirsa welatîbûnê wekî pêwîst nayê berçav girtin, pirs zêdetir sûda kesayetî û partiyane û hîç mafek bi welatîbûna vî welatî nayê dayîn, dev ji wê yekê berdin întîmaya siyasî çî ye, girîngtirîn tişt eweye ku welatiyê vî Iraqî ne û hêjayî jiyaneke baştirin, siyasiyên Iraqê bi me hemûyan ve û em xwe ji vê proseyê dernaxîn, divê wê baweriya li rêya sindoqa dengdanê ve me bi dest ve aniye li ber çav bigrîn, emaneteke ku xelk wê baweriyê bi me me daye, madem xelkê wê baweriyê bi me daye û ew emanet niha li ser milê meye, divê bi baştirîn awayî hewl bidîn ewan bi cîh bikîn, heta niha ewê dibînim gelek mixabin hîç me'qûl nîne xelkê Iraqê li kêmtirîn xizmetguzariyê kêşe heye, eve tişteke piştî 18 salan nifşek li Iraqê perwerde bûye, binêrîn ewê sala 2000 ji dayik bûye îro mafê wî yê dengdanê heye, ew nizanin li Iraqê berê çi rûdaye û sîstema hikumraniyê bi çi awayekê bûye, ew vî welatî li gel welatên din berawird dikin û dixwazin derfeta kar ji bo wan birexsê, dixwazin rewşa jiyana wan baştir bibê, dixwazin xizmetguzariyên baştir bibê û evane hemû ew daxwazîne û her hikûmetek bê êdî divê vê babetê gelek li ber çav bigre”.

Paşê di derbarê peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê û komkirina aliyên Kurdistaniyan û yekrêziya wan li Bexda û rola Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya li vî derbarî de, birêz Serokê Herêma Kurdistanê ragihand “Li rûyê yasayîye ve Serokayetiya Herêmê divê wê rolê bibînê û çetrek bê ji bo komkirina hemû hêzên siyasiyên Kurdistanê li Bexda, ewê bi me bêkirin li Serokayetiya Herêmê hem ez bi xwe û hem hevalên min ku li gel min kar dikin û birêzên Cîgir jî hewl didin ew sêwan bin ji bo komkirina aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê heta ku yek dengê me hebê li Parlemena Iraqê da û daxwaziya Herêmê jî gelek rûne, em dixwazîn destûr li Iraqê bê bi cîhkirin. Eger bêne temaşa Iraqê bikîn sala 2003 me beşdariyê li proseya azadkirina Iraqê da kir û ewê ji destê me hat ji bo ku Iraq aram û xweşguzeran bê, Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya siyasiya Herêma Kurdistanê hîç kêmasiyek nekirine, tenê ji bo mîsogerkirina asayîşa Bexdayê me Pêşmerge şand heta li wir aramiyê biparêzin. Îro Herêma Kurdistanê yek pirsiyarê li xwe dike û dibêje piştî 18 sal ev destûra ku sedî heştihê xelkê Iraqê deng pêda û em jî bi komek hêvî û umêdên mezin ve çûyîn Bexda, gelo ev destûre hatiye bi cîhkirin? Bersîva wê nexêr zêdetirê bendên destûrî li Iraqê da nehatiye bi cîhkirin, eqliyeta navendî li Bexda heta niha hakime, bi kurtî Herêma Kurdistanê dixwaze destûrê bi cîh bike, li destûrê da Herêma Kurdistanê hem erkên xwe dizanê û hem dizanê mafên wî çiye. Bi raya min ewê girînge ji bo aramiya Iraqê, eger temaşe bikîn girîngtirîn benda aramiya Iraqê eweye ku ew kêşeyên li navbera Hewlêr û Bexdayê da hene bêne çareser kirin. Dikarîn bi çend peyvek wesfa Iraqê bikîn, berdewam sunneyên Iraqê tirsa wan ji paşerojê heye, şîeyên Iraq berdewam behsa berê dikin û tirsa wan ji berê heye, Kurd li Iraqê da tirsa wê ji berê û niha û paşerojê jî heye, heta ev dilgiranî bimîne nemumkîne aramiya siyasî ji bo welat vegerê ku bi raya min vegerandina baweriyê û aramiya siyasî li Iraqê da merceke serekiye ji bo Iraqê piştî van çend salan. Divê piştî van çend salan her hikûmetek li Iraqê dirust bibê û her aliyek hikûmet pêkbîne û her kesek Serok Wezîr bibê, divê ewlewiyeta siyasî bidin wê yekê ku çawa kêşeyan li gel Herêma Kurdistanê çareser bikin”.

Li bersîva pirsiyareke din da ku gelo Kurd çi bike heta mafên wê yên destûrî bêne bi cîhkirin, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Yekem tişta ku pêwîste Kurd bike, ku dibêjim Kurd mebesta min Kurdistaniyên Herêma Kurdistanê ne bi Kurd û Turkmen û Mesîhî û Aşûrî û Kildan û hemû pêkhatên wê ve, divê yek dengê me hebê li Bexda, eve carê merca yekemê serkeftinê eweye ku divê Kurd bi yekgirtî biçe Bexda û kêşeyên xwe li navxwe da çareser bike û wêneyekî zelal hebê û tiştan ji hevdû cûda bike û me li mala xwe kêşe heye û nêrînên cûda me heye û gelek tişt heye, lê belê divê bi pêkve biçîn Bexda û li wir bi pêkve dakokiyê li mafên Kurdistanê bi hemû pêkhatên wê ve bikîn. Babet ewe nîne ku me postek heye Serok Komare yan postek heye Wezîre, ji xwe kêşeya Kurd pirsa post nebûye, pirsa komek daxwaziyan bûye ku li destûrê da me deng pêdaye û em dixwazîn evane bêne bicîhkirin, şerê me ji bo post nîne ku Kurd çi postek heye û çi postekê ber dikevê, ewê girînge pêwîste em hemû hewl bidîn ew mafên destûrî bêne bi cîhkirin ku gelê Iraqê deng ji bo wê daye û Herêma Kurdistanê jî li vê çarçêweyê da xwe dibîne, eve pêwîstî bi guherîna eqliyet û fikir û awayê bîrkirinêye, pirsiyar eweye gelo li Bexda gihîştîne wê baweriyê ku divê destûr bê bicîhkirin? Ez mînakek tînim, gelek car behsa budçeyê tê kirin, ew awayê ku Bexda muamele li gel Herêma Kurdistanê dike, wekî Kurd dibêje li dûkana hîç etarêk da nîne, bi hemû wateyek nikarî jêre bibêjî federaliye, sîstema federalî eve nîne, welatê te û sîstema te federaliye, awayê muameleya Bexda li gel Herêmê ewqas navendiye ku tesewir nakî, eve mînakeke gelek biçûke li budce û eve pêwîstî li hevdû têgihiştin û çareseriyê heye, heta kengê her divê çaverê bîn ku gelo mûçe û budce hat? Divê evane bêne yek alîkirin, eger Bexda Herêma Kurdistanê bi welatiyên Iraqê dizanê û dizanê ku mafê wî heye li gor destûr, divê van tiştan çareser bike, pêwîste ev awayê hizirkirin û bîrkirinê û fikra desthilatdaran bi awayeke giştî bê guhertin, divê avahiya Iraqê li ser şeraket û tewafiqê bê û ew prensîp ji bo me gelek girîngtirin, Herêm ber çav û stratîjiya wî zelale û amadeye hengavan ber bi pêşve bavêje, beşdariya me li hilbijartinên Iraqê da, ji bo yarmetîdana hemû Iraqê bûye, me beşdariyê li hilbijartinên Parlemena Iraqê da kiriye bi hêviya wê yekê ku diruste mafên Herêma Kurdistanê li van hilbijartinan de bêne desteber kirin, l belê li heman demê de jî ji bo yarmetîdana hemû Iraqê buye”.

Di derbarê wê yekê ku Herêma Kurdistanê li rûyê bankdariyê ve çawa dikare yarmetiya Iraqê bide dûrî li kêşeyên neft û budceyê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir “Her kêşeyek li navbera Bexda û Hewlêrê heye, Herêma Kurdistanê ew amadeyî heye hemû kêşe li çarçêweya destûra Iraqê da çareser bike, bila neçim ser wê yekê ku pirsa neft bi mafê xwe yê destûrî dizanîn û ku encam jî bixwazîn ji bo ewe nebuye ku kêşeyek ji bo Iraqê dirust bikîn, li gor destûr em bawerin ewê me kiriye mafê me buye, lê belê em dixwazîn wan kêşeyan li gel Bexdayê yekalî bikîn û çareser bikin. Pirsa bankdariyê ya aboriyê her welateke cîhanê girîngtirîn tişta pêşxistina kerta bankiye, li bîra min tê ku konferanseke Kuweytê hate kirin, gelek behsa ewe dihate kirin ku pere ji bo Iraqê bê komkirin bi mebesta dirustkirina jêrxanê, wê demê min bi Serok Wezîr re jî got tenê daxwaza yek tişt bikin, eger welatên derve birastî dixwazin yarmetiya Iraqê bidin û eger Iraqî jî dixwaze birastî yarmetiya wê bêkirin, girîngtirîn tişt eweye divê kerta bankî li Iraqê bê çareserkirin, îro me tiştek nîne li Iraqê bi navê kerta bankî, ewê niha dibînî guherîna dirav û borseye ji wê zêdetir me nîne, wate aboriya me li Iraqê nîne, aboriya Iraqê pêkhatiye ji wan mehên neft difroşê û pereyê neftê vedigerê û ew pere tê dabeş kirin û temam, tiştek nîne jêre bibêjî aboriya me heye, tiştek nîne jêre bibêjî ekonomiyeke bihêz heye li Iraqê, Herêma Kurdistanê li pirsa bank da li rûyê desthilatê ve peyrewa wê siyasetê ye ku li Bexda tê dariştin û me hewla xwe bi ciddî daye, tenê li gel welatên Rojava û li gel Amerîkiyan me gotiye birastî eger hûn bixwazin yarmetiya Iraqê bidin, yekem kar eweye ku çareseriyê ji bo kerta bankî peydabikin, yarmetiya Iraqê bidin ku ev kerte geşbibe, bê geşbûna kerta bankî li Iraqê, ne Iraq pêşdikevê û ne hîç veberhênerek jî amadeye pereyê xwe li Iraqê veber bîne, li her konferansek da beşdar dibîn behsa ewe tê kirin ku veberhêner bên û Iraq welatekî wihaye û wihaye, Kake nayên, carê wergirtina vîzeya Iraqê belayeke, têne ser yasaya veberhênanê bi cûreyek hatiye dariştin ku hîç veberhênerek nayê Iraqê, ewê Kurdistan baştire. Li wê xeraptir Iraq hîç sîstema bankî nîne, eger li Iraqê çaksazî li jêrxanê de neyê kirin û neyê baş kirin, hemû salek ew konferansên bêne encamdan û hîç pêşketin jî dirust nabin”.

Di derbarê serdanên birêz yên ji bo welatên cûda cûdayên navçeyê û cîhanê, rêzdar eşkere kir: “Li gor yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêm Nûnerayetiya Herêmê li derve dike, ewe bi zelalî li yasayê da hatiye, lê belê ewê girîngtire eweye ku em li gel welatên cîranên Iraqê, li gel wan welatên ku peywendiya wan heye li gel Iraqê li navçeyê li cîhanê sefereke gelek baş me encam daye û me tekez li ser peyama dostayetî, peyama pêkve karkirinê kiriye, peyama me ewe buye ku em beşekîn ji çareseriya li Iraqê da û em naxwazîn beşek bîn ji kêşeyan û em dixwazîn Iraq ber bi aqareke aramtir ve biçe li hemû rûyek ve, ez bawerim ewan hemûyan vê yekê ji me qebûl kirine û li cem hîç aliyekê li dijî aliyeke din negirtiye, me hewl daye li navçeya têdayîn bibîn fakterek ji bo aramiya siyasî û aboriya li gel hemû aliyek.

Di derbarê dirustbûna kêbirkêya zilhêzan li navçeyê de û derfet û metirsiyên guhertin û rewşa li ser Herêma Kurdistanê Serok Nêçîrvan Barzanî got: Iraq li pirsa keşuhewayê de li rêza pêncemê wan welatane ku bandorê lê dike, wate eve pirseke gelek girînge ku Iraq bi Herêma Kurdistanê ve jî divê gelek bi ciddî helwest li ser bikin. Ez bawerim heman demê de divê pêgiriyê li wê pêvera navdewletî bî ku li vî warî de hene. Raste pêşîne guherîne, lê belê em bawerin heta niha jî Iraq ewe nîne ku di derbarê Amerîkayê de pêşîne nebê. Em bawerin Iraq gelek cûdaye li gel Efxanîstanê, du tiştên gelek ji hevdû cûda ne û nikarîn berawirdiyê bikîn. Eve jî nayê wê wateyê ku Amerîka tahe hetayê li vir dimîne. Îro top li qada Iraqê û Iraqiyan daye, ewê pêwîst bûye, Amerîka heta niha bi cîh kiriye, êdî divê Iraqî bi xwe zêdetir xema xwe bixwin. Xema paşeroja welatê xwe, xema ewe bixwin çawa damezraweyên Hikûmetê rêkupêk bikin. Kêşeya mezin li Iraqê eweye ku me sazî damezrawe nîne. Desthilat li derveyê hikûmete, desthilat li ciheke dine, kes ji wan jî li wan desthilatan de ne amadene hevdû qebulbikin. Wekî mînak gelek car li Bexda min ji wan re digotin: Başe ji bo çi ev desthilata we wihaye? Tu temaşa partiyan dikî, kesê yekem û duyemê partiyan hemû li derveyê desthilatin. Li şûna wê yekê ku kesên din dişînin nava hikûmetê, wate heta niha li Iraqê da pirsa hukimraniyê bi ciddî nehatiye wergirtin. Ew divê bên, hemû bi pêkve li nava hikûmetê de beşdar bibin û yarmetiyê bidin, ji ber ku birastî ewê ku Serok Wezîr wekî kes pê tê kirin û ewê ku lê tê çaverê kirin ku bike, tişteke gelek biçûke.

Li bersîva pirsiyareke din ya di derbarê ezmûna desthilata Kurdistanê û qonaxên li gel aliyan erênî û neyîniyan, Serok Nêçîrvan Barzanî got: Qonaxên desthilata Kurdî, beş beşe. Sala 1991 piştî raperînê heta sala 2003 yan bila mînakeke dirusttir bînim, salên 1991 û 1992 ku îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li vir dirûst bû û sîstem bi awayek bû ku divê kêşe li rêya hilbijartin û sindoqên dengdanê bihatan yekalî kirin. Eve qonaxa destpêkê bû. Iraq wê demê hemû baweriya wê li ser ewe bû ku Herêma Kurdistanê bi hîç awayekê nikarin xwe birêve bibin û neçar dibin vegerin Bexdayê û destê me jî maç bikin û ji me re bibêjin kerem bikin werin vê sîstemê birêve bibin. Ev qonax heta sala 2003 qonaxa xweparastinê bû. Tiştek nebû tu bibêjî me karibe bingeheke aborî ji bo Herêma Kurdistanê dirûst bikîn. Em li sala 1991 heta 2003 tenê spasguzar bûyîn ku bikarîn mûçe dabîn bikîn ji wê zêdetir hîç çaverêyiyeke din me nebu. Her wiha tiştek jî me bi navê kerta taybet nebu, yan yekcar gelek kêm bu. Qonaxa avadaniya Herêma Kurdistanê piştî sala 2004 destpêkir. Eger piştî 2003 jî berawirdek bikîn, dibînîn jiyan li Herêma Kurdistanê li hemû ruyek ve guheriye. Eger pirsiyar eweye ku geleo hemû tiştekê me temame û hîç kêmasî nîne û hemû tişt diruste? wiha nîne. Em niha jî ji berpirsiyariyê xwe nadin aliyekê, lê belê li heman demê de jî ewê girînge eweye ku em bibêjin desthilata Herêma Kurdistanê, desthilatek nîne xwe sepandibê, belkû desthilateke li rêya sindoqa dengdanê ve hatiye hilbijartin. Wate mîllet vê baweriyê bi vê desthilatê daye. Mîllet deng daye me û pişt bi me bestiye û gotiye berdewam bin û çaverêyiya wan jî heye. Jiyan wihaye, ewe nîne tu bibêjî ku hemû tiştek li astek da radiwestê. Eger salên 2004 û 2005 û 2006 rapirsiyek li Herêma Kurdistanê bihata kirin, xelk wê bigota pêşîneya me asayîşe, lê belê paşê pêşîneyî û tiştên girîng guherîn ku asayîş hebû, gotin tiştên din em dixwazin, eve jî tişteke gelek gelek asayî û xwezayiye, jiyan wihaye. Asta daxwaziyan bilind dibe û gelê Kurdistanê, mîletê me hêjayî eweye ku xizmeteke zêdetir bikîn. Wate ew baweriya ku xelkê bi me daye, desthilata îro ya Herêma Kurdistanê, desthilateke berhemê wê baweriyê ye û li mîllet wergirtiye û hîç desthilatek nîne ku xwe sepandibê. Me azadiyan berteng nekiriye, lê belê bibêjim hîç xeletiyek rûnedaye, belê rûdaye, şaşî jî rûdane, lê belê em li Herêma Kurdistanê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê, li yek xalê gelek piştrastin. Em dizanîn ku li ser rêyeke rast ber bi paşerojê hengavan diavêjîn, li gel eve da jî ew kêmasiyên ku li ser rêya me ne, divê hewl bidîn hemûyan nehêlîn û çareseriyê ji bo wan peydabikîn. Ji ber ku ew xelkê vê baweriya bi me daye, dikarin her li rêya sindoqa dengdanê wê baweriyê ji me werbigrin. Me xwe bi vê sîstemê damezrandiye, destpêşxeriyeke ji serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê bûye. Eger temaşa dîrokê bikîn, cenabê Serok Barzanî piştî raperînê li Koyê yekem kes bû ragihand ku divê li rêya dengdanê û hilbijartinê tiştan yekalî bikîn, ewe em bûn. Nêrîn û dîtina me ji bo paşerojê rewşene. Em dixwazin sazî û damezraweyên Herêma Kurdistanê bêne rêkupêk kirin, pişt bi kesan nebestîn, ew kese îro li vire û sibê li vir nîne. Em divê ber bi dirustkirina damezraweyan hengavan bavêjîn, damezrawe jî bi şev û rojek nayên dirust kirin, eve proseyeke berdewame li jiyanê da. Hêvîdarim dema em rûdinin, berawirdek li navbera rewşa niha û berê bikîn, wê demê dibînîn ku destpêka wan hemû kêmasiyan ku em bi xwe hest pê dikîn û dizanîn û hewl jî didîn wan çareser bikîn, dibînîn li gelek waran de jî pêşketinên baş me bi dest ve aniye.

Li bersîva pirsiyareke din ya di derbarê wan zext û fişar û gefên bi Dronan têne kirin li ser Hewlêr û tê gotin Îran li pişt wane, Serok Nêçîrvan Barzanî got: Eger biçîn nava wan behsan, ew tiştên hene, gelekin jî. Wate bi wê wateyê nayê ku ew kêşe li navçeyê nebin, lê belê nêrîneke din jî heye eweye ku me li gel wan welatan tixûbeke dûr û dirêj heye, peywendiya aborî û civakî li navbera me û wan welatan da gelek gelek bihêze. Her wekî mînak li rûyê bazirganiyê ve li gel Îranê nêzîkî yanzdeh milyar dolar danustandinên bazirganî heye û nêzîkî sedî 70 ê wan tiştên ji wan welatan ve ji bo Iraqê diçin, her li rêya Herêma Kurdistanê ve tên. Em ewan dibînîn, li gel eve da jî ji bo çareseriya wan tiştan. Me rûyê axaftinê zêdetir li Bexdaye, me rûyê axaftinê li Tehranê nîne, belkû li Bexdaye. Ewê daxwaz dikîn eweye ku hêzên çekdarên Iraqê hemû li bin kontrola Serok Wezîr da bin, ji ber ku li gor yasa, ew fermandeyê giştî yê hêzên çekdarane. Gelek mixabin, em li Iraqê dibînîn hinek ji hêzên li derveyê çarçêweyê yasa da van hewlan didin û van karan dikin. Dilgiraniya Herêma Kurdistanê li vê pirsê da, dilgiraniyeke ciddî ye, lê belê rûyê axaftina me li Bexdaye, divê Bexda kontrola ewan bike, divê ew hemû li bin destê fermandeyê giştî yê hêzên çekdaran da bêne kontrol kirin, êdî her kesek Serok Wezîr bê, Wate mebesta min kesekê diyarkirî nîne. Mebesta min eweye ku li gor yasa, ew li bin kontrola fermandeyê giştî yê hêzên çekdaran dane. Fermandeyê Giştî yê hêzên çekdaran jî Serok Wezîre. Mixabin, ev tiştên ku dijî Hewlêrê dikin, yan hewl didin Dronan û roketan bişînin heta li Hewlêrê bidin, ji nearamiyê zêdetir tişteke din ji bo vî welatî jê şîn nabê. Siyaseta me zelale, em beşekin ji wan biryarên ku li Bexdayê ji bo her babetek têne dayîn. Em beşek nînîn ji wê yekê ku kêşe dirust bikîn.

Di derbarê bi operasyon û karên serbaziyên Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê de rêzdar got: Eger bê û em bi awayeke rastî temaşa babetê bikîn, berî wê yekê ku bibêjîn Tirkiye wiha dike, divê bipirsîn: Tirkiye ji bo çi wiha dike? Eve gelek gelek girînge. Gelo diruste Iraq bi Herêma Kurdistanê ve jî bibê çavkaniya gefan ji bo Tirkiye yan ji bo her cîraneke din? Wekî prensîp, raya me û siyaseta me ya li navçeyê eweye ku nabê Herêma Kurdistan û Iraq bibin çavkaniyên gefê ji bo welatên cîran. Ewê ku kêşeyê kûr kiriye, PKK ye. PKK kêşeyeke mezine ji bo Herêma Kurdistanê. PKK îro nikarê li nav Tirkiye hîç çalakiyeke serbazî bike, lê belê tê û wan aloziyan tîne nava Herêma Kurdistanê û li nav Herêma Kurdistanê da kêşe dirust dike. Wate sedema serekî eweye ku PKK wan kêşeyan dirust dike. Wate eger PKK wan kêşeyan dirust neke, wê demê gelek hêsantir dibê ku bi dengeke bilind ji Tirkiyê yan bi her welateke din bibêjîn heqê we nîne eve dikin, lê belê PKK ku ne rêzê li sazî û damezraweyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê digrê, ne rêzê li biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê digrê, ne pêgirê hîç biryareke Parlemena Herêma Kurdistanê dibe û li roja yekem ve jî gelek bi eşkere dijayetiya Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye. Ji bo wê yekê me çi çaverêyiyek ji Tirkiye nînê? Wate bi raya min, li vê pirsê da ewê gelek girînge eweye ku PKK pêdaçûnê bi siyasetên xwe da bike, divê Herêma Kurdistanê çavkaniya gefan nebê ne ji bo Tirkiye û ne ji bo Îranê jî. Nabê Herêma Kurdistanê bihûşta aramiyê bê bo ku ew biçin li welatên din çalakiyên serbazî bikin û vegerin Herêma Kurdistanê. Li vê navberê de divê rêz li serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê bê girtin. Her li vê çarçêweyê da, dîsa ez rûyê gileyiyê li Iraqê dikim. Birastî ewê îro li Şingalê tê dîtin, babeta PKK ye. Me rêkeftinek li vî derbarî de heye, Hikûmeta Herêmê rêkeftineke gelek baş li vî warî de li gel Iraqê îmza kiriye, ji bo çi ew rêkeftin li Şingalê nayê bi cîhkirin? sedem çi ye? Hikûmeta Iraqê li Bexda baş dizanê ku yek ji wan sedemên wiha kiriye rêkeftin neyê bi cîhkirin, hebûna PKK ye, li Şingalê û gelek mixabin ku li Bexda ve hevkarî û pere bi wan tê dayîn. Eve kêşeyeke divê gelek bi ciddî hewl bêdayîn çareserî ji bo wê bê peydakirin.

Li bersîva pirsiyareke din ya di derbarê wê yekê ku gelo Amerîka heman senaryoya Efxanîstanê li Iraqê dûbare dike, her wiha di derbarê peywendiyên Amerîka û Iraqê ve, Serok Nêçîrvan Barzanî got: Babeta hebûna hêzên Amerîka li Iraqê da li nêrîna Herêma Kurdistanê ve eweye ku heta niha Iraq pêwîstî bi yarmetiya civaka navdewletî heye. Herin pirsiyar ji her efsereke Iraqî bikin û jêre bibêjin rewşa we û amadehiya we ji bo rûbirûbûna Da'îş bi çi awayekêye? Eger bersîva rast dixwazî, ji tere dibêjin: Bi bê hevkariya navdewletî, me gelek maye heta bikarîn amade bîn ji bo rûbirûbûna teror û Da'îş li Iraqê. Wate nêrîna me taybet nîne bi Herêma Kurdistanê ve, em bawerin hebûna hêzên Amerîka û Hevpeymanan ji bo yarmetîdana Iraqê, girîng û pêwîste. Em babetê li wê çarçêweyê da dibînîn, lê belê eger sibê li Bexda biryarek bi berevajiya vê nêrînê derket, wê demê bi bê hîç gumanek, Herêma Kurdistanê pêgirê wan biryarên Bexda dibe, êdî her biryarek bê. Amerîka dikare li Iraqê çi bike? Amerîka sala 2003 ku hat, yekem tişt rejîma dîktatoriyê nehişt. Duyem tişt, hat bingeha sîstemeke demokrasiyê li Iraqê damezrand, êdî xerape, yan em jê razî nînin, kêmasî heye, eve hemû raste, lê belê bingeha wê darişt. Heman demê de li nav Iraqê da gelek veberhênanê kir, veberhênana mirovî, veberhênana serbazî, yek ji pîşandana fakterên wê veberhênane ku Da'îş êrîş kir ser Iraqê Amerîka pêgiriya xwe bi cîh kir. Rêk wihaye, îro top li qada Iraqe. Gelo Iraq çawa temaşa vê peywendiyê dike? Ewê ku li ser Amerîka bû temam, ew bi cîh kir, êdî divê Iraqî bi xwe bizanin çi cûre peywendiyek li gel Amerîka dikin. Me çarçêweyeke stratejiyê ji bo peywendiyan heye. Bi raya me, gelek derfet heye Iraq dikarê sûd ji wan werbigre. Niha her hemû behsa aliyên serbazî dikin, rastiya babetê serbazî nîne, rêkeftina stratejî ya di navbera Iraq û Amerîka gelek berfirehe. Başe Iraq bi ciddî bîr li wê yekê nake eve wekî derfetek werbigrê? Ji ber ku li nav vê çarçêweya stratejiyê da babeta xwendinê heye, babeta aborî heye, babeta çandinê heye, babeta uze û enerjiyê heye, evane hemû ew warin ku Iraq dikare gelek bi başî sûd ji wan werbigre. Mixabin bi raya min heta niha pirsa peywendiya stratejiya di navbera Iraq û Amerîka li Bexda bi ciddî nehatiye wergirtin ku werbigrin jî tenê yek beşê dibînin, babet ewe ku ewqas hejmara serbazan biçin û ewqas serbaz bimînin. Eve tişteke gelek gelek biçûke, li vê çarçêweya mezina ku îro ji bo peywendiya di navbera Iraq û Amerîkayê de heye.

Li dawiyê de di derbarê çend babeteke cûda, Serok Nêçîrvan Barzanî bi vî awayî bersîva pirsiyarên amadebûyan da:

Destûr:

Di derbarê destûr û mafên destûriyên Herêma Kurdistanê, em li ser asta Kurdistanê bi hemû hêz û partiyên siyasî ve ji bilî cûdahiyên me, lê belê hemû aliyek hevrayîn û kokîn li ser dakokiya li mafên xwe yên destûrî li Bexda eger awayê dakokîyên me jî cûda bê. Peywendiya di navbera aliyên siyasi yên Kurdistanê pêşketineke baş bi xwe ve dîtiye, wekî mînak eger temaşa peywendiyên YNK û PDK, îro peywendiyên van du aliyan û aliyên din jî gihîştiye astek ku ji bilî çendîn cûdahiyan û nakokiyan, lê belê hîç aliyek bîra ewe nake dest ji bo çek bibe, her eve bi xwe pêşketineke gelek başe ku li Herêma Kurdistanê bi desthatiye. Guftûgoyên ciddî û hewlên ciddî berdewam li holê dane bo ku çareseriya kêşeyan bike û hewla ewe jî tê dayîn ku li hemû wêstgehan de pêwîste pêkve biryar li berjewendiya Herêma Kurdistanê bidîn, ji bilî hemû nakokiyan, bi yekgirtî biryar didîn mînak jî gelekin. Gelek car her çende nakokiyên kûr jî hebûn, lê belê ku kar gihîştiye ser berjewendiya Herêmê, zêdetir, eger hemû jî nebin, li berjewendiya Kurdistanê de biryarê dane.

Mîsogerî li Iraqê:

Di derbarê mîsogeriya li Iraqê da, li rastiyê da mîsogeriyeke sedî sed li holê da tûne, mîsogerî her eweye ku me sîstemeke federalî û destûrî heye, gelê Kurdistanê ji bo pêkanîna aramiya li Iraqê da daxwaz dike wê destûrê bi cîh bike ku gelê Iraqê deng ji bo wê daye. Bi bêyî bi cîhkirina destûr û bi piştgûhxistina destûr wekî niha rû dide, ne mumkîne Iraq bigihe aramiyê. Dîroka piştguhxistina doza Kurd û encamên wê û ew kêşeyên li Iraqê da lê ketine, dîrokeke kevin nîne. Sala 1970 Seddam Hisên ku hest bi lawaziyê kir, rêkeftina yanzdehê adarê li gel serkirdayetiya şoreşa Kurd bi Serokayetiya cenabê Barzanî îmza kir, lê belê ji ber ku bawerî bi rêkeftinê nebû, her ku hest kir ku bihêze, şer li dijî şoreşa Kurd destpêkir heta şoreşa Kurd têkbişkînê, ku nekarî, sazîş û tenezulê ji bo Şahê Îranê kir û nîvê kendava Şetulerebê dayê, paşê jî ji bo wergirtina wê nîva li Şetulereb, heşt sal şerê Îranê kir. Her bi wê sedemê jî tûşî deyn û qerzan bûn û neçar bûn çûn Kuweytê dagîrkirin. Derdeserî û êşên Iraqê ji doh ve ye, eger li yekem rojê ve bîr û hizra wê yekê bikira ku divê kêşeyên Iraqê li nav Iraqê bi xwe da çareser bikin, rûdanên piştî wê hîç nediqewimîn. Eve divê waneyek bê ji bo niha ya Iraqê, waneyek bê ji bo wê yekê têbigihin me li Iraqê û li niha da pêwîstiya me bi hevdû têgihiştinê heye, divê piştrast bîn ji wê yekê ku nifşa piştî me bi xweşî û aramî li vî welatî da bijî. Heta niha ew piştrastî ji bo pêkhatên Kurdistanê li holê da nîne. Kêşe ji vir ve destpêdike. Li vî awayî hizr û bîrkirinê destpêdike. Em ji 2005 ve heta niha behsa bi cîhkirina destûrê dikîn. Erê ew destûr kengê tê bi cîhkirin? Ji xwe em wekî Kurd li vê bicîhkirina destûrê zêdetir daxwaza tişteke din nekiriye.

Tefsîra destûrê:

Meseleya tefsîra destûrê jî ku her kes ji bo xwe û bi keyfa xwe tefsîr bike, axaftineke gelek raste û eve jî rastiyê de kêşeyeke dine. Lê belê li vê babetê da aliyên navdewletî û welatên din hene ku dikarîn daxwaz ji wan bikîn û yarmetiya me bidin li tefsîra destûrê da. Di derbarê bi destûra Herêma Kurdistanê ku babeteke gelek girînge, me dest bi proseyê kiriye, li gel Serokayetiya Parlemen û Serokayetiya Hikûmet li hemahengiyê dayîn û me lîjne daniye û mijulin hengavên kirdarî diavêjin bo ku Herêma Kurdistanê bibê xwedî destûr, lê belê divê destûrek bê hemû pêkhatên Kurdistanî li ser rêkbikevin, me destûrê ji bo ewe nîne ku cûdahiyên di navbera me zêdetir bike, divê destûrek bê hemû hêzên siyasî û hêzên din li ser rêkbikevin û ji niha da em mijulî ewene. Niyeta me jî eweye û em dixwazîn temambûna destûrê bikevê berî hilbijartinên paşerojê Herêma Kurdistanê û bixîn dengdanê. Bêguman destûra Herêma Kurdistanê wan mafan ber çav digre ku li destûra Iraqê da hatine û em dixwazîn hevsengiyek li navbera destûra Herêmê û ew destûra li Bexdayê de heye, dirust bê û em naxwazîn cûdahî dirust bibê.

Pirsa Kurd li Tirkiye:

Di derbarê çareseriya aştiyaneya kêşeya Kurd li Tirkiye, gelo dikarê bê kirin, belê tê kirin û me berê jî hewleke zêde li vî derbarî de da. Bila zelaltir bibêjim: Doza Kurd dozeke zîndiye li van welatan de, divê kêşeya Kurd bi awayeke aştiyane li çarçêweya wan welatan da bê çareser kirin ku Kurd têda dijîn. Bi piştguhxistin û bi înkarkirinê çareser nabê. Divê gelek bi ciddî helwest li ser bêkirin û Herêma Kurdistanê jî ew amadehiya xwe heye ku rola xwe hebê li çareseriya kêşeya Kurd li her welatek ku daxwaz ji me bike ji bo çareserkirina wê.

Kerkûk:

Di derbarê bi Kerkûkê min li gotara xwe ya li bangeşeya hilbijartinê de got, mebesta me li meseleya Kerkûk neft nîne, em naxwazîn şerê neteweyî li nav Kerkûkê rûbide. Axaftina me gelek sade û zelale: Li destûra Iraqê da maddeyek hatiye danîn û nexşerêya çawayiya çareserkirina kêşeyan destnîşan kiriye, em li wê yekê têdigihin ku eger bibêjîn Kerkûk beşeke li Kurdistanê û kesê din mafê wî nîne, şaşe, lê belê ewê ku têgotin ku Kurd jî û pêkhatên din jî li Kerkûkê hîç mafê wan nîne, ew jî rastiye. Eger sadetir bibêjîn îro eger Iraq hizr û bîra ewe kiriba ku me yasaya dabeşkirina dahata neftî hebûya, bi awayeke otomatîkî kêşeya Kerkûk û Neft û ev babet çareser dibûn. Wekî mînak: Eger em li Herêma Kurdistanê piştrast bûyan ku beşa Herêma Kurdistanê bi tevahî digihe Herêma Kurdistanê, pêwîstiya me bi wê yekê nedibû êdî tişteke din bikîn, lê belê me îro ewe nîne, bi berdewamî li Bexda meseleya budce û cûdakirina budce li mûçe ku xaleke girînge, herdem wekî karteke zext û fişarê li ser welatiyên Herêma Kurdistanê tê bikaranîn ku gelek cihê mixabiniyê ye. Eger em welatiyên Iraqîne, divê van du tiştan ji hevdû cûda bikîn. Em li ser budce rêknakevîn, lê belê me'qûl nîne mûçeya welatiyên Herêma Kurdistanê ku beşekin ji welatiyên Iraqê, bikevê nav wê bigre û berdayê. Di derbarê Kerkûkê em dixwazîn çareseriya aştiyane ji bo Kerkûk hebê. Peyama me peyama pêkvejiyane, peyama Herêma Kurdistanê peyama aştiye ji bo hemû pêkhatan bi Ereb û Turkmen û Mesîhî û hemû pêkhatên Iraqê ve, peyama Herêma Kurdistanê peyama aştiye û xweşbextane dibînîn li wî warî de pêşketinên baş li holê daye.

Bangeşeya hilbijartinê:

Li hilbijartinên pêştir da, eger partiyên siyasî yên Iraqê bixwestan deng kom bikin, dest bi êrîşa ser Herêma Kurdistanê dikirin, vê carê gelê Iraqê wê yekê têgihişt, mîlletê Iraqê bersîva wan da. Li van hilbijartinan da ew dergeh hate girtin. Dixwestin hemû carê bibêjin: Me ku xizmetguzarî li cihên dinê Iraqê nîne, xetayê Herêma Kurdistanê ye. Gelê Iraqê vê carê bi dengdana xwe bersîva wan hemû kesan da û li vî derbarî de em spasî hemû gelê Iraqê dikîn ji bo têgihiştina wan ya ji vê meseleyê. Herêma Kurdistanê çawa hez dike Hewlêr û Silêmanî û Dihok û Zaxo avadan bin, wiha jî hez dike Bexda û Necef û Kerbela û Enbar û Musil jî bêne avadan kirin. Me eve ji bo hemû gelê Iraqê divê. Em wê xweşguzeraniya ji bo Herêma Kurdistanê daxwaz dikîn û dixwazîn, heman xweşguzeraniyê ji bo hemû pêkhatan û hemû bajarên Iraqê jî dixwazîn.

Serok Wezîrê Iraqê:

Di derbarê babeta Serok Wezîrê Iraqê, heta niha yek alî nebûye, ji ber ku heta niha encamên hilbijartinê jî bi tevahî yek alî nebûne. Hilbijartin hatiye kirin û bi her sedemek bê, hinek ji aliyan xwe bi mexdûr dizanin. Bi raya min yekem tişt eweye ku divê hesab ji bo raya wan jî bê kirin û bêzanîn li ser çi bingehek ew bi xwe bi mexdûr dibînin. Çi kêşeyek rûdaye û li kû kêşe hebûye, bi raya min komîsyona bilinda hilbijartinê divê vê babetê gelek bi ciddî werbigrê û dilgiraniya wan aliyan nehêle. Her wiha niha li nav birayên me yên Şîe bi xwe de guftûgoyeke germ û çir heye li ser vê babetê, eve jî divê yek alî bibê. Dadgeha Federalî jî divê cara dawî encaman bipejirîne. Ev qonax hemû mane û wiha bi hêsanî temam nabin. Ev qonax hemû temam bibin wê demê bêguman Herêma Kurdistanê jî hewl dide bi kom dengiyeke tevahî û bi berçavrûniyê ve li Bexda beşdar bê û em dixwazin hemû hêz û hêzên serketiyên Herêma Kurdistanê beşdar bin li wan guftûgoyan de.

Mûsil:

Di derbarê babeta Mûsilê, yekem tişt Mûsil mafê cîrantiyê li ser me heye, dema Da'îş êrîşî Mûsil û Enbar û cihên din kir, me dergehên xwe ji bo wan hemûyan vekir ku pêwîstiya wan bi Herêma Kurdistanê hebû. Me nêzîkî du milyon koçber û penaber li Herêma Kurdistanê hewandin. Rêjeya nîştecihên Herêma Kurdistanê bi wê sedemê sedî bîst û neh zêde kir, lê belê em gelek şanaziyê bi wê yekê dikîn û ew dergeha ku me ji bo birayên xwe yên li cihên dinê Iraqê vekir, cihê şanaziya meye. Her wiha spasî mîlletê xwe jî dikîn her ji Zaxo ve heta digihe Xaneqînê ku gelek bi dileke berfireh ve pêşwaziya li Ereb û Kurd û Êzîdî û Mesîhî û hemû ewên din kir û bi wê jî selmandin ku mîlletê me li rûyê hişyariya siyasî û civakî ve li asteke bilind dane. Bi dirêjahiya wê demê û niha jî me nebihîst yek kêşe bi vê sedemê dirust bûbê. Eve jî cihê şanaziyê ye ji bo me. Bi piştrastiyê ve eve ji bo Mûsil jî her wiha ye. Mûsil cîranê me ye, berdewam jî li gel Bexda li ser xetîn ku daxwaz jî dikîn rêkeftina Şingalê bê bi cîhkirin, mebesta me eweye aramiya siyasî li wê tixûbê dirust bibê. Em dixwazin avadankirina Mûsilê û vegerana xelkê ser cihên wan bibê ewlewiyet ji bo hemû aliyek, ji ber ku xelk venagerin û amade nînin wiha bi hêsanî vegerin heta rewşa emnî neyê çareser kirin û heta xizmetguzarî neyên dabîn kirin.

Budce:

Di derbarê wê yekê ku eger kêşeya budce li navbera Hewlêr û Bexdayê da çareser nebû, bi baweriya min wiha başe hêvîdar bîn ku ew kêşe çareser dibin û hemû daxwaz û hewlên me yên ji bo peydakirina çareseriyê ji bo kêşeyan. Bexda û Iraq stratejiya kûr ya Herêma Kurdistanê ne û Herêm bi her rêyek de biçe, Bexda her wekî kûrahiya stratejiya Herêmê dimîne, ji bo wê yekê jî Herêma Kurdistanê xwazyarê eweye kêşeyên li gel Bexda çareser bibin, ew çareserî jî ji bo xizmeta hemû Iraqiyane. Ew peywendiya ku îro li navbera Kurd û Ereb da heye cihê şanaziyê ye. Hatina wan hemû xûşk û birayên me yên ji cihên dinê Iraqê ku îro li vê hevdîtinê de beşdarin û hatina herdemiya xûşk û birayên me li cihên dinê Iraqê ve bo Kurdistanê û bi serbirina demeke xweş li Kurdistanê, peywendiya wan ji bo me cihê şanaziye û divê em vê çand û kultûrê roj bi roj zêdetir li nav mîlletê xwe da pêş bixîn. Divê ew mîhvandostî û ew himbêzkirina ji bo gelên din wekî çawa berê hebû, herdem berdewam bê û divê bi wê hêviyê jî îş bikîn ku van axaftinên ku îro me li vir kir û ew gileyiyên ku dikîn li ser Bexda yan li ser her pêkhateyek, armanca me jê şikandina kes nîne û armanca me çareseriya kêşeyane.