Êvara îro duşemê 25.05.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Nicolo Fontana, Balyozê Îtalyayê li Iraqê kir.
Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Îtalyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Her wiha, behsa serdana dawî ya Serok Nêçîrvan Barzanî bo Îtalyayê û hevdîtin û civînên wî yên li Romayê kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî, tevî nîşandana rûmeta ji bo piştgiriya berdewam a Îtalyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, tekez kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze peywendî û hevkariya hevbeş a ligel Îtalyayê zêdetir pêş bixe.
Ji aliyê xwe ve, birêz Balyozê Îtalyayê peywendiyên welatê xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê bi girîng wesif kirin, her wiha tekez li ser berdewamiya pabendbûna Îtalyayê bo piştgiriya aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Gotûbêjkirina geşedanên dawî yên rewşa herêmê û çend mijarên cihê balkêşiya hevbeş, mijareke din a civînê bû ku birêz Tommaso Sansone, Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê tê de amade bû.