Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî ligel serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê civiya

2026-05-04T10:55:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Berînîvroya îro Duşemê 2026/5/4, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, bi lîderên Çarçoveya Hevahengiyê re civiya.

Di civînê de, pêvajoya siyasî ya Iraqê û hewlên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê ya federe hatin gotûbêjkirin. Di vî warî de tekez li ser avakirina hikûmetekê hat kirin ku bersivdêra astengî û aloziyên qonaxê û bendewarî û daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê be.

Herdu aliyan tekez li ser girîngiya hevkariya navbera aliyên siyasî û karê hevbeş kirin ji bo çareserkirina problemên welat, bi taybetî jî yên Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê, her wiha tekez li ser parastina aramî, tenahî û serweriya Iraqê hate kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî dîsa diyar kir ku Herêma Kurdistanê piştevaniya pêvaoja siyasî ya Iraqê dike û dê hemû hevkariyeke pêwîst ji bo serxistina gavên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê ya federe pêşkêş bike.

Ji aliyê xwe ve, lîderên Çarçoveya Hevahengiyê, tevî nîşandana kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê, pesna helwest û siyasetên Serok Nêçîrvan Barzanî û dîtin û nêrînên wî yên ji bo çareserkirina probleman û girîngiya hevkariya hevbeş kirin.

Bandor û encamên şer û rewşa navçeyê li ser Iraqê, aêiyek din ê civînê bû ku tê de tekez li ser dûrxistina welat ji metirsiyên pevçûn û aloziya hat kirin.