Îro Pêncşem 12/11/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li çarçoveya karên Lûtkeya Avûhewayê li bajarê Antalyaya Tirkiyeyê, ligel birêz Mesûd Pizîşkiyan, Serokê Komara Îslamî ya Îranê civiya.
Di civînê de, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Komara Îslamî ya Îranê, çawaniya xurtkirina wan û berfirehkirina asoyên hevkarî û hevrêziya hevbeş di warên cuda de li ser bingeha berjewendiya hevbeş, hatin gotûbêjkirin.
Rewşa herêmê û dawîn pêşhatên wê, mijareke din a civînê bû. Tê de herdu aliyan tekez kirin ku şer û nakokî xizmeta berjewendiya tu aliyekî nakin û diyalog, lihevkirina hevbeş û çareseriyên dîplomatîk baştirîn rê ne ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyan.
Herdu aliyan tekez li ser girîngiya yekxistina hewldanên welatên herêmê û bihêzkirina hevkarî û hevrêziya di navbera wan de kirin, bi awayekî ku bibe sedema çespandina ewlehî û aramiyê û bidestxistina aştiyeke berdewam û di xizmeta berjewendiya hemû gelên herêmê de be.
Çend mijarên din ên girîng û hevbeş, mijareke din a civînê bûn.