Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Tom Barrack û Mazlûm Ebdî civîya

2026-06-16T13:53:00.000000Z
Nûçe

Piştî nîvroya îro Sêşemê 16.06.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, civîneke hevbeş ligel birêzan Tom Barrack, nûnerê taybet ê birêz Donald Trump Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Iraq û Sûriyeyê û Mazlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêk anî.

Di civînê de, pêşhatên dawî yê siyasî û ewlehî yên navçeyê, rewşa Sûriyeyê û hevkariya Kurd û Şamê hatin gotûbêjkirin. Birêz nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê tekez li ser berdewamiya piştgiriya welatê xwe ji bo parastina aramî û ewlehiyê û dîtina çareseriyên guncaw ji bo kêşeyên li Sûriyeyê kir.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku guftûgo û hevtêgihiştina navbera aliyan û parastina mafên Kurdan û pêkhateyan li Sûriyeyê, riya çareserkirina kêşeyan e. Her di vê derbarê de, wî hemû hevkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyan û parastina asayîş û ewlehiyê nîşan da.

Pêşxistina hevkarî û hevahengiya hevbeş bi mebesta rûbirûbûna metirsiyên terorê û dabînkirina asayîş û aramiyeke mayînde li herêmê, mijareke din a civînê bû.