2026-11-11T14:22:00.000000Z
Îro Çarşem, 11/11/2026, li çarçoveya karên Lûtkeya Avûhewayê li Antalyayê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel birêz Yaşar Guler, Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê civiya.
Di civînê de, rewşa ewlehî û leşkerî ya herêmê, hevkariya hevbeş a di navbera Tirkiye û Iraq û Herêma Kurdistanê de bo parastina ewlehî û seqamgîriyê, gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya hevahengiya ewlehiyê û parastina aramiyê kirin, bi awayekî ku di xizmeta aramiya her du aliyan de be.