2022-12-17T18:57:23.000000Z
Roja 17.12.2022ê li balafirxaneya navdewletî ya Silêmaniyê bi amadebûna hêjmarek berbiçav ji berpirsên bilind yên hikumî, hizbî, serbazî, diplomatkar û nûnerên welatên biyanî, malbat û kesûkarên rehmetî, di merasimekê de pêşwaziya termê şehîd Akam Omer Fermandarê Hêzên Komando hate kirin ku berî du mehan li devera Germiyanê di erkekî emnî de li dijî Daîşê şehîd bû.
Di rêwresmê de Şêwirmendê Pilebilind yên Serokê Herêma Kurdistanê birêz Dilşad Şahab gotara Serok Nêçîrvan Barzanî xwend.
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî:
Malbat, Kesûkar, rêheval û hevçeperên şehîd Akam.
Amadebûyên hêja.
Silav li we bin.
Hemû alî bi xêr bên.
Îro em hemû bi hev re beşdarî vê merasîma xemgîn dibin da ku rêz û hurmetê ji têkoşîn û cangoriya fermandarekî ciwan re bigrîn û careka din ji malbat, kesûkar, rêheval û hevçeperên wî re sersaxiyê dixwazin. Ev fermandarê jêhatî di erka neteweyî ya parastina Kurdistanê de şehîd bû.
Şehîd Akam Omer Fermandeyê leheng û netirs yê hêzên komando, weke hevçeper û hevalên wî vedigêrin, wî hertim li eniyên pêş ên berevaniya Kurdistanê de cih girtiye û ti carî rê nedaye ku Pêşmerge û endamên din ên wê hêzê beriya wî bigihîjin çeperên rûbirûbûna digel dijminî.
Hertim bi ruhekî niştimanperwerî, exlaqê bilind û baweriyeke xurt bi gel û welatê xwe amade bû bo qurbanîdanê û dawiyê jî di erkê parastina Kurdistanê de li hember terorîstan şehîd bû. Em careke din ji malbat, kesûkar, hevçeper û hevalên wî re sersaxiyê dixwazin û xemgîniya xwe parve dikin. Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku ruhê şehîd Akam bi mîhrebanî û dilovaniya xwe şad bike û aramî û rehetiyê bide her kesî. Her wiha silav û rehmet li giyanê rêhevalê wî şehîd Mulazim Zuhêr bin.
Beşdarên hêja..
Dîroka gelê Kurd dîrokeke tijî serwerî ye ku bi cangorî û xwîna bi hezaran şehîdan, rondik û êşa bi hezaran dê û bavên dilşewitî yên vî welatî hatiye tomarkirin. Azadî û destkeftên îro yên gelê Kurdistanê, qewareyê siyasî û federalî ya Herêma Kurdistanê, encama êş, têkoşîn û qurbanîdana bêmînak a hemû pêkhateyên gelê me ye. Em hemû deyndarê xwîna şehîdan û êş û qurbanîdana malbatên wan in. Em bejna xwe li ber wan qehremanan ditewînin ku bi giyanê xwe yê pak gelê Kurdistanê û axa Kurdistanê parastine. Wefadariya herî baş ji bo şehîdan û malbatên serbilindên wan parastina destkeftiyên gelê Kurdistanê ye ku bi xwîna wan hatine bidestxistin.
Birêzan
Îro di demekê de ku dever bi giştî di rewşeka aloz û nearamî ra derbas dibe û Herêma Kurdistanê li pêşberî gef û metrisiyên ciddî daye, ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî, biratî, hevdu qebûlkirin û bi hev ra karkirina di navbera hemû hêz, alî û pêkhateyan bi giştî û yekdengî û yekrêziya PDK û YNKê bi taybetî heye. Mayîn, serkeftin û parastina destkeftên Herêma Kurdistanê tenê bi yekrêziya me dibe. Hêz, amadehî û giraniya me li Bexdayê û di nav hevalbend û dostên me yên li seranserê cîhanê de, dê yekdengî û yekrêziya me be.
Cudabûn, parçebûn, nakokî û nepejirandina hev, têkçûna me hemûyan û têkçûna Herêma Kurdistanê ye. Herêma Kurdistanê û hemû hêz, alî û pêkhate û bi taybetî YNK û PDK dê bi yekrêzî û yekdengiyê serbikevin. Şikestina yek ji me ne serkeftina yê din e. Serkeftin û şikestina me hemûyan bi hev re ye. Di yekîtî, yekdengî û yekdengiyê de em hemû û hemû gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve bi ser ketin. Di nakokî, cudabûn, dubendî, nakokî û redkirina hev de, em hemû şikestî û têkdiçin.
Lewma em îro di vê merasimê de careke din bang li hêz û aliyên siyasî dikin ku pirsgirêk û nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi diyalog û ji hevtêgihiştinê çareser bikin. Yekîtî û hevgirtinê biparêzin. Bila parastina destkeftan, federalî û xebat ji bo niha û paşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê, me hemûyan bîne cem hev.
Careke din silav li giyanê pakê şehîd Akam Omer û hemû şehîdên Kurdistanê. Silav ji bo hemû Pêşmerge yên qehreman û hêzên asayîşa Kurdistanê ku hertim ji bo parastina welat canê xwe didin.
Hemû alî bi xêr bên û hertim serkeftî bin.
Spasiya we dikim
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê