Ji bo cejna Newrozê, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, nameyeke pîrozbahiyê ji birêz Donald Trump, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê girt.
Di nameyê de, Serok Trump tevî pêşkêşkirina germtirîn pîrozbahiyan ji Serok Nêçîrvan Barzanî re, dinivîse: "Newroz; pîrozkirina hatina biharê ye, herwiha nîşandana serkeftina hertimî ya ronahiyê ye bi ser tariyê de. Ev cejna dêrîn, dubarebûna her sal ya nîşandana hêza destpêkên nû ye."
Di nameya xwe de ji Serok Nêçîrvan Barzanî re, Serok Trump herwiha dibêje: "Ez ji Xwedê daxwaz dikim ku ev Newroz bibe sedema bihêzkirina bihayên aştî û rûmeta mirovan, û sala nû tije xêr û xweşî be."
Serok Trump pîrozbahiyê li hemû wana jî dike yên ku cejna Newrozê pîroz dikin, herwiha di dawiya nameyê de bi kurdî nivîsandiye: "Newroz Pîroz".