Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja 02.03.2023ê, beşdarî di roja duyemîn ya sêyemîn Korbendê Hewlêrê da kir ku, hejmareke berçav ji berpirsên Herêma Kurdistanê û Îraqê û çendîn navendên lêkolînên berçav li Îraq, herêmî, cîhanî û akademîst amade bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî di gotûbêjeke taybet a Korbendê da, ronahî xiste li ser çend mijarên girêdayî niha û paşeroja Herêma Kurdistanê û Îraqê.
Ev teksta axaftinê ye:
Pirs: We serdana malbateke erdhejlêdayî li Tirkiyê kir ku çend kes ji dest dane. Ez dixwazim bizanim dema ku we serdana mexdûran kir, we wekî serkirdeyek çawa hîs kir?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Gelek spas ji bo vê derfetê. Ez bixêrhatina hemû mêvanên hêja yên ku hatine, dikim û gelek spas ji bo vê vexwendinê. Mîna her mirovekî, dîmena ku me dîtin ji trajediya ku li Tirkiye û Sûriyê qewimî, ji bo her kesî bi rastî dilêş û xemgîn bû. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di kêliyên yekem ên piştî erdhejê da, gelek zû li gor îmaknên li ber dest ji bo alîkariyê dudilî nebû. Wezareta Navxwe, Wezareta Berevaniya Şaristaniyê, Wezareta Tendirustiyê, sektora taybet li Herêma Kurdistanê û di serî de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi rastî karê wan cihê şanaziyê bû bo me hemûyan. Dema em ketin binê kon, malbatek li wir hebû ku piraniya kesûkarên xwe winda kiribûn; Bi rastî heta bêjî tiVtekî ne xweş bû. Hêvîdarim ev xema wan a dawî be û di zûtirîn dem de deverên ku ziyan dîtine bên avakirin. Careke din dibêjimku, em şanaziyê bi karê ku ji aliyê saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sektora taybet û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve tê kirin.
Pirs: Di sala 2022an da, tişta ku min dîtiye ew e ku, piraniya serdan û hevdîtinên ku we kirine zêdetir rehendek navxweyî û îraqî hebûne, lê di sala 2023an de zêdetir aliyê derve heye. Sedema vê yekê çi ye?
Serok Barzanî: Em li ser du rehendan kar dikin, navxwe û derve. Hem wek Herêma Kurdistanê û hem jî wek Îraq; Ev konferans derfetek in ji bo Herêma Kurdistanê ku nêrîna xwe, digel wan kesên dibîne, li ser çawaniya çareserkirina kêşeyên li hundirê Îraqê û pirsgirêkên li Kurdistanê û derveyê Kurdistanê bi wan kesan re pêşkêş bike. Di vê çarçoveyê de me li Munich me çend hevdîtinên baş digel berpirsên payebilind ên welatan pêk anî û nêrîna Herêma Kurdistanê ji welatan re rave kir. Tiştê ku min hest pê kir ew bû ku, îro li cîhanê giringiyeke mezin didin Îraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê di nava Îraqê da. Aramiya Îraqê dê bandorê li ser aramiya navçeyê bi giştî bike û Herêma Kurdistanê jî dikare di vê aramiyê de bi Îraqê re roleke baş bilîze.
Bi dîtina min bihêzkirina Herêma Kurdistanê nabe metirsî li ser Îraqê û bihêzkirina Îraqê jî ne metirsî ye li ser Herêma Kurdistanê, lê hevdu temam dikin. Em dibînin ku du, me du kiyan hene, lê yek dewlet heye, dewleta Îraqê ye. Di vê çarçoveyê da Herêma Kurdistanê li gorî destûrê û li gorî nêrîna xwe ya siyasî hewl daye di hemû waran de bi welatên derve re biaxive. Niha mijara şerê Ukrayna-Rûsyayê bi awayekî giştî li cîhanê mijareke sereke ye. Lê, bi rastî, tiştê ku min dît nayê wê wateyê ku tu giringî û eleqeyek bi Îraqê re nîne. Niha welatên cîhanê, Îraqê di qonaxeke nû de dibînin û weke rabûn û vejîneke aborî û siyasî dibînin, û rola Îraqê pir girîng dibînin. Di vê çarçovê de Herêma Kurdistanê dikare ji bo îstrara aramî û asayîşa navçe û Îraqê alîkarê be.
Pirs: We di konferansa Munichê da çi dît? Rojavaya ku ev nêzî 200 sal in arasteyî siyaseta cîhanê kiriye, bi awayekî sereke li ser sererastkirina têkiliyên xwe yên bi cîhana derve re mijûl dibe? Eger wisa be, Herêma Kurdistanê û Îraq di vê pêdaçûnê de li ku ne?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Helbet piştî şerê Rûsya û Ukraynayê hest bi wê yekê tê kirin ku pêdaçûneke cidî li ser hemû mijarên cîhanê heye. Di konferansa Munichê da ev yek pir eşkere bû, yanî di konferansa Munichê da diyar bû ku welatên hêzdar li hevpeymaniyên nû digerin û êdî welat li ser vê bingehê xwe birêxistin dikin, ango demeke nû ye ji bo hevpeymaniyên nû. Bi dîtina min Iraq di vî warî da dikare roleke sereke bilîze. Bala xwe bidinê ku îraq, Herêma Kurdistanê jî di nav da, dikare di warê enerjiyê da di çareserkirina pirsgirêkên welatên rojava de roleke sereke bilîze. Ji bo demek dirêj hemî bal li ser Rûsyayê bû, lê niha dibe ku ev yek were guhertin. Di vê çarçoveyê da Îraq welatek e ku dikare roleke cidî di pirsên enerjiyê yên cîhanê de bilîze, eger nêrîneke wê ya zelal û cidî hebe û Herêma Kurdistanê jî di nav de be. Bi baweriya min derfeteke zêrîn ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê heye. Bi dîtina min derfeteke zêrîn ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê hetiye pêş,
Pirs: Gelo ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê hêsan e ku hevsengiyê di navbera cemserên cuda da boparêzin ku li cîhanê û navçeyê pêkdihên?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Heta niha bi baweriya min Îraq karekî pir baş kiriye, yanî çarçoveya siyaseta Îraqê ewe ku bibe pira têkeliyan. Wezîrê Derve yê Îraqê li vir rûniştiye, hewleke gelekî cidî daye ku, ew rol ji bo Îraqê hebe, welatên herêmê, welatên derve û civaka navdewletî rêzê li rola Îraqê digirin û dixwazin ku bibe pira têkeliyan. Bi dîtina min Îraq nikare bibe beşek ji van cemseran, lê dikare bibe pira bihevgehina van cemseran û heta niha Îraqê ev rol lîstiye û heta asteke baş cîbicî bike. Ez hêvî dikim ku ew di paşerojê da bikaribe vê rolê bilîze.
Pirs: Gelo şoka diravî ku li Îraqê serîhilda, ji encamê şokek siyasî bû yan tenê pirseke aborî ye?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Diviyabû we ev pirs ji Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên ku li vir rûniştiye bikiraye. Çûne Amerîka û vegeriyan. Me duh bi serokwezîrê berê, cenabê Dr. Heyder Ebadî û digel Dr. Fuad Hisên ev mijar gotûbêj kir. Helbet pirsa dolar û dînar bandor li ser her takekî vî welatî kiriye û eger ev pirs seqamgîr nebe, dê di warê aborî de zexteke mezin li ser welatiyan dirust bike.
Niha ya ku, em piştî serdana Dr, Fuad Hisên Wezîrê Derve yê Îraqê û şabdeya pê ra ji bo Amerîkayê dibînin, heta radeyekê ew mijar ber bi çareseriyê ve diçe ku bi dînina min di demk kurt da bandorek xerp hebe, Lê di demek dirêj de dê bibe sedemê seqamgîriya aborî li hemû Îraqê.
Pirs: Pêşbîniya çi paşerojê ji bo Herêma Kurdistanê dikin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Li Herêma Kurdistanê heta niha nakokî hene, lê ew nakokî hê jî nakokiyên siyasî ne. Eger pirs ew be ku gelo ev nakokiyên îro li Herêma Kurdistanê hene dê bibin sedema rûbirûbûna leşkerî, helbet nexêr û tiştê wisa nabe. Hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê bi taybetî YNK û PDK ji demeke dirêj ve ev qonax derbas kirine û ez pêşbîniya wê yekê nakim ku, bi tu awayekî Herêma Kurdistanê careke din vegere rûbirûbûna leşkerî ku xwedê neke careke din pevçûnên leşkerî çêbin. Paşeroja Herêma Kurdistanê, bi dîtina min, paşeroja geş e, yanî Herêma Kurdistanê weke kiyanekî destûrî di destûra Îraqê de hatiye avakirin û bêguman rewş venagere berî nivîsandina destûra Îraqê. Lê pirs ew e ku heta niha ev destûr heta çi radeyê hatiye cîbicîkirin? Gotina me ew e ku ji sala 2003an û vir ve em ji bo cîbicîkirina makezagonê cidiyetê nabînin.
Pirsa sereke ew e ku, gelo Îraq ber bi federalîyê ve diçe yan jî navendîparêziyeke bihêz. Em di wê baweriyê de ne ku eger Îraq ber bi federaliyê ve biçe û prensîba bingehîn a federalîyê li vî welatî were avakirin, pêşerojeke gelek baş, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, ji bo Îraqê jî tê çaverêkirin û ev jî çareseriya rast e ku divê bê kirin. Siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ew e ku li gorî destûra Îraqê van pirsgirêkan bi Bexdayê re di çarçoveya Îraqê de çareser bike. Nakokiyên navxweyî yên herêmê hemû alî westandiye, yanî nakokiyên siyasî hemû alî û gel westandiye. Bi baweriya min dema çareserkirina van pirsgirêkan hatiye û divê pirsgirêk bi YNKê jî ra bên çareserkirin.
Ez vê Korbendê wek firsend dibînim ku li vir ji hevalên YNKê daxwaz bikim ku birêz Qubad û tîma YNKê ya di hikûmetê da vegerin Civata Wezîran. Helbet nîgeranî û pirsgirêk hene û helbet pirsgirêkên wan di hemû astan de, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve û ji aliyê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê ve pir cidî hatine girtin, lê ew ne çareserî ye ku ev pirsgirêk li derveyî hikûmetê bên gotûbêj kirin. Çare ew ku bi hev re rûnin; Çare ewe ku Cîgirê Serokwezîr vegere civînên Civata Wezîran û em hemû bi hev ra kar bikin û bi tiştên pir biçûk û bê wate vê derfeta zêrîn ku îro ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê hatîye ji dest nedin. Ev nayê wê wateyê ku ez giringiyê bi tiştan nadim. Di navbera van her du aliyan da pirsgirêk hene, lê divê ev pirsgirêk di nava hikûmetê da bên çareserkirin. Eger bi hev re diyalog nekin û bi hev ra nebicivîn û li derveyî Civata Wezîran behsa pirsgirêka bikin, hîngê pirsgirêk çareser nabin. Ji ber wê jî divê vegerin û hêvîdar im guh bidin peyama min û biryar bidin di zûtirîn dem de vegerin Civata Wezîran.
Pirs: Di dema qeyrana piştî hilbijartinên 2021ê yên Îraqê da, we gelek hewl da ji bo lihevkirina aliyan û serdana Henan kir û bi aliyên din ra hevdîtin kir; Piştre hikûmeta nû hat avakirin. Di destpêkê da gelek geşbînî di axavtina we da li ser wê yekê hebû ku ev hikûmet dê çawa kar bike û li gor rêkeftina avakirina hikûmetê dikare çi bike, lê axaftinên we yên li Munichê hinekî reşbîn bûn. Gelo dudiliyek we li ser wan sozên ku, partiyên hikûmetê pêkaniye ji kurdan re dane heye yan jî tiştekî din heye?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi xeletî hatiye şirovekirin, nexwe ew gotinên min ne reşbîn bûn, lê bila ez vê yekê şirove bikim. Ji sala 2004’an û vir ve yekem car hikûmetek bi rêkeftineke siyasî û nivîskî di navbera partiyan da tê avakirin. Herwiha, di wê rêkeftinê da li ser çawaniya avêtina gavan ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatiye behis kirin û di heman demê de muhletek ji bo çareserkirina her pirsgirêkekê jî danaye, berdewam civînên aliyên ku hikûmetê pêk aniye li Bexdayê hene ku bizanin ji kîjan yasayê dest pê bikin, kîjab pirsgirêkê çareser bikin û bi çi awayî berdewam bin.
Ji aliyê din ve ji encama wan hevdîtinên ku me bi Serokwezîr ra hebûne, ji bo çareserkirina pirsgirêkan îradeyek cidî heye. Tişta ku min li Munichê got, min got eger pirsgirêk neyên çareserkirin, tu wateya mayîna di hikûmetê da nîne, mebesta min ne Serokwezîr, lê belê partiyên ku hikûmet ava kirine bû. Divê hemû alîkariya Serokwezîr bikin ji bo cîbicîkirina karnameya xwe û rêkeftina ku me hemûyan li ser li hev kiriye. Ev 4-5 meh in Serokwezîr posta xwe wergirtiye, li ser kar e, heta niha tişta ku em dibînin ew e ku di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da li ser hemû astan atmosferekî erênî heye. Niha hemahengiya asayîşê di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de baştir bûye; Hevahengiya serbazî di navbera her du aliyan de baştir e û hewl hene ku di demek nêzîk da yasaya bûdceyê were derxistin. Divê em bi erênî li van hemûyan binêrin, ne bi reşbînî.
Siyaseta me li Herêma Kurdistanê piştgirîkirina Serokwezîr Mihemed Şîya Sûdanî ye û tu guhertinek di vê yekê de çênebûye. Ji bo me li Herêma Kurdistanê çareserkirina van pirsgirêkan digel Bexdayê gelekî girîng in. Eger kêşe bên çareserkirin, bê guman dê aramiya siyasî, aborî û emnî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê peyda bibe. Ji ber vê yekê mebesta me pir zêde ye. Cenabê Wezîrê Derve yê Îraqê bi xwe di hemû civînan da serperiştiya tîma Kurdî dike, îro danê sibê me civînek digel li dar xist û raporek da me ku ew pêngavên hatine avêtin ne ji bo bêhêvîbûnê ne, lê ew pêngav hêvîbexş in.
Min gelek caran gotin gotiye, hêvîdar im Bexda û Hewlêr, yanî em her du jî ji wan xeletiyên ku, me kirine ders werbigirin. Ez hê jî wisa dibêjim, ne her tişt sûcê Bexdayê bûye û ne jî her tişt sûcê Herêma Kurdistanê bûye, lê em di nav welatekî bi navê Îraqê da dijîn. Eşkere ye ku destûreke me heye ku me hemûyan weke girêka siyasî bi hev ve girêdide. Ji bo paşerojeke baştir ji bo Iraq bi giştî û Herêma Kurdistanê. Ji bo pêkanîna vê makezagonê divê xebatên cidî bên kirin. Tişta ku niha em dibînin ew e ku pêngav di wî warî de dimeşin û em naxwazin tu derfetek ji bo çareserkirina pirsgirêkên digel Bexdayê ji dest bidin. Em hevdu temam dikin.Wek ku min berê jî behs kir, bihêzbûna Bexdayê bihêzbûna Herêmê Kurdistanê ye û berovajî. Şerê li dijî DAIŞê dersa herî baş bi me da. Dema DAIŞ hat cudahî di navbera şîye, sunnî, xiristiyan, êzdî, tirkmen û mesîhî nekir; me hemûyan yek sûc hebû û bi yek awayî şwerê me hemûyan kir. Me li Herêma Kurdistanê jî hertim tekezî li ser wê yekê kiriye ku kûrahiya stratejiya Kurdistanê Bexda ye û li tu cihekî din nîne. Pêşiya me zelal e. Pêşîyê em ji xeletiyên xwe dersê wergirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan digel Bexdayê jî pêşiya me ronahî ye.
Pirs: Xuya ye cenabê we jî yek ji wan kesan e ku hizir dikin ku derketina qanûneke nû dikare arîşeyên navbera Îraq û Herêma Kurdistanê çareser bike; Mebesta min yasayên petrol û gaz û bûdceyê ye?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ji bona bidestxistina aramiya siyasî û aborî, Çend yasayek ji Îraqê gelek giring in: Yasaya Bûdce, Yasaya Petrol û Gazê û Yasaya Dabeşkirina Dahatê. Pirsgirêkên din jî hemû girîng in; Pirsgirêka çareseriya maddeya 140 û Şengalê. Lê divê em realîst bin; Ka em bi tiştekî dest pê bikin. Ew xwestek pir û pir pêwîste hebe e. Xelkê Îraqî hêjayî jiyaneke gelek baştir ji ya ku nuha heye. Divê asta xizmetguzariyan ji ya nuha heye baştir bibe, Îraq xwedî nifşekî pir ciwan e û divê siyasetmedarên Îraqê bi cidî li ser vê yekê bisekinin. Ev ciwan rewşa xwe bi welatên cîran re didin ber hev û helbet dixwazin jiyaneke baştir ya ku heq dikin hebe. Çareserkirina pirsgirêkan û aramiya siyasî di nvbera Îraqê û Herêma Kurdistanê da kilîta aramî û pêşketina Îraqê ye, Herêma Kurdistanê jî di nav da.
Pirs: Mijara terorê hêşta metirsiyeke cidî ye li Îraqê. Gotûbêjek cidî heye ku nifşê duyemîn ê DAIŞê xwe di nava wan kampên jêr destê wan hêzên bi xwe şerê DAIŞê kirne da xwe rêkxistnî dikin. Di şerê li dijî DAIŞê da tiştek hatiye jibîrkirin? Gelo ev tê wê maneyê ku em tenê bi hêza leşkerî dikarin şerê DAIŞê bikin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Pirsa DAIŞê du rehindî ye. Rehindek leşkerî û rehindek jî îdeolojî ye. Di warê leşkerî da gelek tişt hatine kirin. Hêzên ewlehiyê yên Îraqê bi giştî, ji artêşê, ji Heşdî Şeibî û ji hemû wan yên din ku qurbanî dane, xebat kirine û şehîd dane ji bona ku Îraq aram be . Heman tişt ji bo Herêma Kurdistanê jî heye, di vê rêyê da zêdetirî 2000 şehîdên me hene; Di şerê li dijî DAIŞê da zêdetirî 10 hezar pêşmerge yên me birîndar bûne. Trajediyên mezin bûne, lê şerê li dijî DAIŞê ne tenê mijareke leşkerî ye. Bi dîtina min şerê li dijî DAIŞê mijareke îdeolojîk jî ye, yanî çareseriya leşkerî tenê têrê nake. Divê di warê hizrî jî da şerê DAÎş bê kirin.
Cenabê behsa kampan kir. Belê, kamp cihekî pir taybet e û divê bi ciddî li wan çavdêriya wan bê kirin, eger em li kampan binerin, em nifşekî ciwan dibînin ûwan çi hêvî nîne. Li kampan xwendin û perwerde nîne. Hêviya wan ciwanan ji pêşerojê re nemaye; DAIŞ û yên mîna wan ji jîngeheke wisa sûdê werdigirin. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Tiştên ku bûne sedema çêbûna DAIŞ’ê jî divê bên tunekirin. Pêwîste hemû pêkhateyên Îraqê xwe beşdar di proseya siyasî ya Îraqê de bihesibînin. Eger xwe wek beşdar di proseya siyasî ya Îraqê da nebînin, her dem derfet heye ku xelkek din destwerdanê bikin û hewl bidin wan ber bi rundrewiyê bibin ku rewşa ewlehiyê têk bidin û bêîstiqrariyê dirust bikin.
Pirs: Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de, bi baweriya min we li Munichê behsa wê yekê kir ku dema hûn vegerin Herêma Kurdistanê hûn dê destpêşxeriyekê bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka YNK û PDK'ê tiştekî nû heye?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bêguman hewil hene û dê hewlên me berdewam bin. Tişta ku me li Munichê behs kir zêdetir ew bû ku divê em îsal hilbijartinan bikin. Ev mijareke gelek girînge û dê bandorê li her tiştekî bike, bi taybetî jî pirsa rewatiya Herêma Kurdistanê dikeve jê gumanan. Mixabin par hêzên siyasî li ser çend tiştan li hev nekiribûn ku ev hilbijartin were lidarxistin. Niha me li Serokatiya Herêma Kurdistanê digel aliyên siyasî dest bi hevdîtinan kiriye. Hêvîdar im hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi cidî li ser pirsa hilbijartinan bisekinin. Ev mafê gelê Kurd e û tu hêzeke siyasî, ne PDK, ne YNK, ne Gorran û ne jî ti aliyekî din nikare vî mafî ji xelkê bêpar bike. Divê hemû hêzên siyasî bi berpirsyarî tevbigerin.
Tişta ku me di Serokatiya Herêma Kurdistanê de elaqedar dike ew e ku divê em li gorî yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê û yasayên cîbicîkar roja hilbijartinan diyar bikin. Daxwaza me ya nuha ji aliyên siyasî ew e ku rêkebikevin, ji ber ku neencamdana hilbijartinan zêdetir ji vê dê ji bo herêmê bibe kêmasiyeke mezin û divê em îsal hilbijartinan bikin. Di vê çarçoveyê de girîng e pirsgirêka YNK û PDK’ê were çareserkirin. Ez nabêjim pirsgirêk tune ne, lê pirsgirêk ne bi wÅi awayî ne neyên çareserkirin. Pirsgirêk bi wî awayî çareser nabe ku tîma YNKê li derveyî hikûmetê be û wezîrên wan beşdarî civîna Civara Wezîran nebin. Divê ev bi dawî bibe. Ez ê dîsa dubare bikim; Ez ji YNKê daxwaz dikim, ji Cîgirê Serokwezîr jî daxwaz dikim, eger her pirsgirêkek jî hebe, pir hêsan e digel Serokwezîr, dugel min bi hev ra bicivin û em hemû pirsgirêkan di berjewendiya Herêma Kurdistanê da çareser bikin.
Pirs: Wek siyasetmedarek pragmatîk, hûn pir caran xuyabûna serkirdeyekî sazan û lihevhatinê nîşan didin. Dema ku di navbera du aliyan da pirsgirêkek peyda dibe, gotara we bêtir li ser lihevkirin ye. Bi dîtina we YNK û PDK bi rastî dixwazin lihev bikin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi baweriya min ew dixwazin bigihin rêkeftinekê ji ber ku tu çareyek din nemaye. Dê çi bikin? Ger li hev nekin, alternatîv çi ye? Min di konferanseke din de behs kir bû; hinan digot wê bibe du Îdareyî. Min got, ew ê ne du rêveberî, lê wê sifir Îdareyî. Eger ev pirsgirêkên di navbera YNK û PDK'ê da çareser nebin, ji min re bêjin alternatîv çi ye? Alternatîvê YNK'ê çi ye? Alternatîvê PDK'ê çi ye? Ji ber vê yekê divê li hev bikin. Me qobaxên pir dijwartir ji vê qoanxê derbas kirine. Mela Bextiyar li vir e û dizane ku me qonaxên gelek dijwartie bi rê kirine. Lê belê em bi hev re rûniştin. Birêz Sadî jî li vir e û ew jî dizane. Em rûniştin û me qonaxên pir dijwartir derbas kirine. Ez naxwazim ji ber xwe ve hêviyê bidim xelkê, lê ez dikarim we piştrast bikim ku ji bilî rêkeftinê tu alternatîveke me nîne, lê divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Pir baş e, em dilgiraniya tîma YNKê fam dikin, lê çareserî ne ew bû ku hevalên YNKê biryarê bidin ku beşdarî civînên Encûmena Wezîran nebin. Bila di civînên Civata Wezîran de gotina xwe bikin. Her pirsgirêkek hebe bila bi min û Serokwezîr ra gotûbêj bikin û em dikarin çareser bikin. Me fikarên xwe cidî girtine û bila vegerin. Werin em vê pirsê biqedînin..
Pirs: Pirsa min a dawî li ser guhertinên civakî ye ku li Îraq û Herêma Kurdistanê çêdibin. Rêjeyeke mezin ji nifûsa Îraq û Herêma Kurdistanê temenê wan di bin 40 salî da ye, ku ji %50 zêdtir e. Bi dîtina we ew siyaseta aborî û civkî ku her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û ya Îraqê li ser pirsa ciwanan weke dînamoyeke mezin a guhartinan ku, piranî ciwan in, dikare bersiva daxwazên vê hejmara mezin bide, yan hewcdarî bi awayekî guhertin û reforman heye?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Sala 2019ê li Bexdayê civînek hat lidarxistin. Serokwezîrê berê Dr. Heyder Abbadî di civînê de amade bû û têde behsa çawaniya çareserkirina kêşeya aborî hate kirin û daxwaza damexrandina çend kesan hat kirin. Digel birêz Dr. Abadî em li kêleka hev rûniştibûn û em herdu keniyan, Ammar li min zivirî û got: Mesele çi ye? Min got Heyder Ebadî serokwezîr bû û ez jî demeke dirêj serokwezîr bûm, em dizanin ku ev ne çareserî ye. Li Îraq û Herêma Kurdistanê tiştekî me bi navê aborî nîne. Li vî welatî aborî tune. Erê ya ku me heye i ye? Tiştekî me heye neft e, ev petrol tê derxistin û hinardekirin û firotin, pere vedigere û rasterast tê dabeşkirin, lê gelo dê ev yek bibe sedema pêşketin û geşepêdana aborî li vî welatî. Zehmet e.
Dema ez dibêjim li vî welatî mebesta min ji Zaxoyê heta Fawayê ye, mebesta min ne cihekî Îraqê ye. Li vî welatî çandek peyda bûye ku her tişt dikeve ser hikûmetê. Heta ku ev çanda seqet li welatê me hebe, pêşketineke aborî çênabe. Îraq mehane zêdetirî 5 milyar dolaran ji bo mûçeyan xerc dike. Ji min re bêje, kîjan hukûmet li cîhanê dikare wiha berdewam bike? Nuha em hemû gelek kêfxweş in ji ber ku ji encama bûyerekê nirxê petrolê bilind bûye. Piştî vîrusa Koronayê, aboriya Chinê êdî baş dibe û pêdivî bi neftê heye, lê gelo rewş dê salek şûnde berdewam bike? Ez bawer nakim.
Li Îraqê divê bi cidî li ser çawaniya kêmkirina girêdayîbûna bi sektora petrolê, Herêma Kurdistanê jî di nav da, were nirxandin. Bi rastî, her kesê zanîngeh qedand li hêviya hikûmetê be ku wî dabimezrîne û hemû hêviya xwe deyne er hikûmetêm divê ev bi dawî bibe , ev nayê wê wateyê ku hikûmet çareserîyê jê ra nebîne, ev mafe ciwanan e, lê belê eger li Îraqê sektora taybet bi cidî rola xwe bilîze û derfetjê ra bên dan û jîngeheke rêkûpêk di vî welatî da ji bo sektora taybet pêkwere ku daynemoya pêşkeftina her welatekî ye. di warê siyasî jî de destêwrdan di sektora taybetî da neyê kirin ü derfet jê ra bë dan ku erka we eda bike, dê gelek derfet hebin ku Îraq ber bi pêş ve biçe.
We behs kir ku Îraq xwedî nifûsa ciwan a mezin e, ev ciwan bi hezar hêviya zanîngehê timam dikin û dema ku ew zanîgehê timam dikin li bendê dibin ku zû bên damezrandin. Me fabrîqeyên birwanameyan li her derê Îraqê ava kirine, lê eger tu ji yekî re bibêjî were airconditionek temîr bike, ne li Îraqê û ne jî li Kurdistanê tune ye, em diçin û karkeran ji derve tînin û xwe dispêrin karkerên sûrî û tirkî. . Divê ev tişt cidî bên girtin, eger ev tişt cidî bên girtin dê aboriya Îraqê pêş bikeve. Niha jî dibêjin li Herêma Kurdistanê sîgorte/bîmeya me nîne. Me heye lê belê bi awayekî din. Tişta ku li Îraq û Herêma Kurdistanê heye sîstema sîgorte/bîmeya civakî ye. Çi sîgorteya civakî ji Wê zetir ku, tiştên ku tu difroşî û diravê wê werdigire û didin xelkê. Divê dawî li vê yekê were, eger na, ne niha, lê di demek nêzîk de hûnê bibînin ku Îraq di vî warî de ber bi karesatekê ve diçe. Divê ev yek pir bi ciddî were berçavgirtin û hin yasa bêne derxistin da ku îtîmada aboriya Îraqê bi petrol û gazê kêm bibe. Nabe Îraq bi wan hemî îmkanên xwe yên heyîn elektrîk û gazê ji welatên din hawirde dike û gaza xwe jî bişewitîne, di demekê da ku cîhan jî dixwaze Îraq rola xwe di dabînkirina enerjiyê da ji bo Ewropa û cîhanê bilîze, ev derfetek e ji bo vî welatî hatiye û nabe bê ji dest dan.
Di dawiya gotûbêjan da Serok Nêçîrvan Barzanî bersiva çend pirsên amadebûyan da. di bersiva pirsekê da got:
Ji bo çareserkirina pirsgirêkan em ê bi hemû hêza xwe berdewam bin. Min bi serê xwe behsa geşbîniyê nekir. Herêma Kurdistanê û ezmûna ku me bi dest xistiye, ji encama xwîna şehîdan, êş, têkoşîn û xebata Pêşmerge û wan têkoşerên di vê rêyê da hewil dane û têkoşiyane, hatiye bidestxistin. Ev destkeftî ne destkeftiyek biçûk e, eger em li dîroka têkoşîna gelê Kurd binerin, me ji encama yekrêzî û yekitiya gelê kurd ev destkeftî bi dest hatine. Eger em ne bi hev re bûna, me nikarîbû destûra Îraqê binivîsanda û mafên Herêma Kurdistanê têda bi cî bikin. Eger Eniya Kurdistanê ne bûya me nedikarî di sala 1991ê de serhildana bikin û ev tişt nedihatin kirin. Bê guman divê em ji bîr nekin ku ev dîrok dîroka duh e, divê em bi destkeftiyên ku ji encama têkoşîn û xwîna şehîdên me hatine bidestxistin, serbilind bin. Weke min got zêdetirî 2000 pêşmerge yên me di şerê li dijî DAIŞê da şehîd bûn, lê roja ku şehîd bûn Pêşmerge di yeke senger dabû î nedigotin eb kesk e û ev zer e, ev xûna kesik û ev xûna zer e, her hemû li ser parastina vî welatî û li ser niştîman şehîd bûn. Derfetek baş jî hebû ku ji encama vê hemû xebatê, bergirê û berxwedanê em hemû rêkbikevin. Cudahî û nakokiyên me çi dibin bila bibin, lê ji bo parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê divê me hemûyan yek armanc hebe. Egerer em bi du armancên cuda û cuda bifikirin, em ê negihin tu armancan.
Di bersiva pirseke din de jî got:
Ji her Kurdekî bipirsin ka hêviyên wî di derbarê pirsa Kurdistanê de çi ye? Helbet bersiv diyar e, lê rastiya me ya îro li Herêma Kurdistanê ew e ku em dixwazin pirsgirêkên herêmê di çarçoveya destûrê da digel Bexdayê çareser bikin. Berpirsiyariya me ye û me li ser vê mijarê li hev kiriye. Di siyasetê da divê em şefaf bin, nexwe wê peyama şaş pirgirêkan ji me ra dirust bike. Ji ber vê yekê divê em bi berdewamî hewl bidin ku ji pirsgirêkên heyî re çareyan bibînin. Dîsa ger hûn ji her kurdekî bipirsin, ji bo her kurdekî armancek xwezayî ye û mafê her kesî ye ku çarenûsa xwe diyar bike û ev mafê her kesî ye.
Di bersiva pirseke din a amadebûyan de jî got:
Bêguman têkiliya me ya dîrokî bi Sûriyê ra heye. Bi rastî ez dixwazim li vir bêjim ku Sûriyê di demên dijwar da jî alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye. Di rojên dijwar da rehmetî Hafiz Esed deriyê Sûriyê ji Herêma Kurdistanê ra vekir û em berdewam piştgiriya wan ji bo Herêma Kurdistanê bi bîr tînin. Helbet pirsgirêka Sûriyê ji bo me tu cudahî ji pirsgirêka Îraqê nîne û divê ji bo pirsgirêka Sûriyê çareseriyek bê dîtin. Divê çareserî aştiyane be. Ji destpêka bûeran ve berçavronyek me hebû. Gelek, mixabin ji bo ew karesatên ku hatin serê Sûriyê, mixabin em ji hemû karesatên ku hatine serê Sûriyê pir nerehet û nîgeran bûn. Ji ber ku, yeke, ew weltek cîranê me ye, û guyem jî wek min behis kir me di warê dîrokî da têkeliyên dûrûdirĵ digek Sûriyê hebûye, bi rastî jî, ji bîra xwe nebin ku, di çend demên pir dijwar da sûriyê gelek al^ikariya mekir kir û em wê bi bîr tînin û em ê ji bîr nekin, û em ê berdewamî li ser biaxivin. Ji sala 2011’an û vir ve em di wê baweriyê da bûn ku divê pirsgirêk bi rêya siyasî bê çareserkirin. Dema ku bûyer qewimîn, me qet bawer nedikir ku pirsgirêka Sûriyê bi çekan çareser bibe û em di wê baweriyê da bû ku divê pirsgirêk bi rêyên siyasî bên çareserkirin, em hîn jî heman baweriyê ne û em ê berdewam bin.
Di bersiva pirseke din da ku serdana Seyîd Moqteda Sedr kiriye wiha got:
Em li Herêma Kurdistanê rêz û hurmetek taybet ji bo malbata wî û ew tekoşîna kirine heye, hem weke kesayet û hem jî ji bo cenabê wî heye. Dema em çûn xizmeta Seyîd Muqteda Sedr, hewlên me yên berdewam, diyar e ne tenê em, diyar e birêz Helbûsî û Xemîs Xencer digel me bûn, hemû ji bo razîkirina wî ku divê em hemû bi hev re beşdarî proseya siyasî ya Îraqê bibin. Nuha jî tu hêz û aliyek siyasî nikare pêgeh û giraniya tevgera Sedr di proseya siyasî ya Îraqê de biçûk binirxîne û ev jî tiştekî û guncaw e. Eşkere ye ku ev biryara wan bixwe bû ku piştî serkeftineke mezin bi dest xist biryar da xwe ji proseya siyasî vekişînin, lê ev nayê wê wateyê ku tevgera Sedr hatiye redkirin û ji holê rakirin. Ev nayê wê wateyê ku Sedr xwedî rol nîne, nexêr, li Îraqê xwedî pêgeheke bihêz a gelêrî û olî ye û ji aliyê Herêma Kurdistanê ve jî gelek rêz û hurmeta wî tê girtin. Tişta ku em daxwaz dikin û dibînin eve ku pêvajoyeke siyasî ye û îro ew di nav vê pêvajoyê da nîne, lê nayê wê wateyê ku hûn ew ê nevegere nav pêvajoyê. Em vê daxwazê ji birêz Seyîd dikin, û tiştê ku heta niha em dibînin ew e ku, helwesta Seyîd Muqteda bi xwe û tevgera Sedr bi rastî û bi spasdarî piştgirîya hikûmeta Serokwezîrê Sûdanî dike û em hêvîdarin ku ev helwest berdewam be, ji ber ku ev rêya yekane ya gehiştina bi armancan û gehiştin bi jiyan û paşerojeke baştir ji bo hemû Îraqîyan e.
Di bersiva pirsekê da derbarê peywendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê digel Tirkiyê jî got:
Têkiliyên Herêma Kurdistanê û Îraqê bi Tirkiyeyê re gelek dostane ne, rêjeya bazirganiya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de salane derdora 12 milyar dolar e. Me Tirkiye di hemû rojên dijwar da dît ku alîkariya siyaseta Herêma Kurdistanê û siyaseta Îraqê bi giştî kiriye. Li gorî dîtinên ku min li Bexdayê dîtine, ez hest dikim ku her kes dixwaze ev têkilî hem di warê siyasî û hem jî di warê aborî da pêşde biçin. Bi kurtî, nuha peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê ra gelek baş in.
Pirsa dawî: Hemû civaka navdewletî, bi taybetî yên di hevpeymaniya dijî DAIŞê dan dema berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêmê dibînin, behsa mijara yekxistina hêzên Pêşmerge dikin, cenabê konsulê Amerîkayê herî dawî got ku em li şûna hêza 70 û 80, hêza 150 dixwazin. Weke ez dizanim hîn jî alîgirên hêza 150 ne. Emê di demek nêzîk de nûçeyên baş li ser yekgirtina hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bibihîzin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Proseya yekgirtina hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê bi awayekî pir cidî dest pê kiriye. Îro danê sibê me bi amadebûna Cîgirê Serok û efserên Wezareta Pêşmerge digel hêzên hevpeyman civiyan. Gavên bilez û spontan nîn in, lê ciddî ne. Li gor peymana ku me bi Amerîkayê ra îmze kiriye, muhleta me heye, heta niha em ji wê muhletê zêdetir pêşde çûne û Amerîkî jî vê yekê teqdîr dikin û bi cidî digel me dixebitin. Hûn dizanin ev pirs di şevekê da nayê çareserkirin, tişta ku em nuha dibînin ew e ku biryareke siyasî ya cidî heye û welatên hevpeyman bi taybetî Amerîka li ser vê pirsê gelek cidîtir in û gav bi gav ber bi pêş ve diçin. Wê bibe 150