2022-04-14T06:53:12.000000Z
Birêz Nêçîrvên Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariyê roja çwarşemiyê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeka Amerîkayê ya bi serokatiyê birêz Joey Hood cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê kir.
Di dîdarekê da, pêşhatên dawiyê yên rewşa siysî li Îraqê, têkeliyên Îraq û Herêma Kurdistanê digel Amerîkayê, têkeliyên Hewlêr û Bexdayê û hewildanên çareserkirina pirsgirêkan, gefên Daîş ê, rewşa devera Şingalê û rewşa aborî li Îraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Her du alî li ser wê yekê hevhizir bûn ku divê; pirsgirêk û astengiyên li pêşiya prosesa siyasî li Îraqê bên çareserkirin û prosesa siyasî bikeve ser xeta rast, pêkanîna hikûmetekê ku temsîla daxwaziyên hevwelatiyan û tevaya pêkhateyan bike, herwesa, tekîd li ser giringiya tebayî û yekrêziya aliyên kurdistanî kir.
Birêz Joey Hood spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo têkelî û ew hevkariya di demên borî dê digel wî û saziyên Herêma Kurdistanê hebûn û tekîd li ser xurtkirin û berdewamiya dostanî, hevbeşî û piştevaniya Amerîkayê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir.
Di dîdarê da ku, hijmareka diplomatkar û berpirsên konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê amade bibûn, hin mijarên din yêm wek; pirsa azadiya hizirkirinê, mafên mirovî, serweriya yasayê, pêşhateyên şerê Ukraynayê, rewşê Afganistanê û rewşa herêmî bi giştî hatin nirxandin.
Serok Nêçîrvan Barzanî, li dawiya dîdarê, ji bo Joey Hood hêviyê serkeftinê xwest ku biryare di demek nêzîk da postek nû di warê diplomasî da werbigire.